Li Colemêrgê darazek sosret: Pêşeroja kiryarê êrişa zayendî hat fikirîn!

Cezayê ku li Naîf Ş. yê li Colemêrgê li dijî zarokek êrîşa zayendî pêk anî hatin dayîn, bi hizirîna pêşeroja kiryar ceza hat kêmkirin. Parêzeran dosya birin dadgeheke bilindtir.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Colemêrg – Li Tirkiyeyê hema bibêje her roj li dijî jin û zarokan bûyerên êrîşên zayendî tên jiyîn. Di van salên dawî de rêje zêde bûye, gelek dozên êrîşên zayendî yên ku tên vekirin, bi daxistin an jî bêcezabûnê bi encam dibin. Mêrê bi navê Naîf Ş. ku di sala 2018’an de li Colemêrgê li dibistaneke wek xedeme dixebite bi awayekî sîstematîk li dijî zaroka xwendekara dibistanê êrîşa zayendî kir. Dadgehê di bûyera ku piştî mamosteya şêwirmendê êrîşa zayendî hîn bû sewqî edliyeyê hat kirin de, "pêşeroja bersûc û tevgerên wî yên piştî êrîşê” li ber çavan girt û di cezayên du sûcan hatin dayîn de daxistin bi kar anî.

Gef li zarokan xwar

Hat diyarkirin ku Naîf Ş. zaroka ku êrîşa zayenda li dijî wê kiriye bi gotinên “Ger tu ji kesekî re bibêjî ez ê te bikujim” xwar, ev êrîş bi mehan berdewam kiriye. Di bûyera ku piştî zaroka mexdûr serpêhatiyên xwe ji mamosteya xwe ya şêwirmendê re vegot sewqî edliyeyê hat kirin de, der barê bersûc de bi sûcên "êrîşa zayendî ya li dijî zarok" û "bêparkirina azadiyê” darizandin hat destpêkirin. Di îfadeyên ku hatin girtin de hat îdiakirin ku kiryarê teqlîdê dînan kiriye nikare vê sûcê pêk bîne û piştî îfadeya zarokê mexdûr kiryar hat girtin û şandin girtîgehê.

Ji bo kiryarê êrîşa zayendî rapora "tendurustiya wî ya derûnî ne temame" hat dayîn!

Piştî vekirina dosyayê, darizandin li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê hat dîtin. Di pêvajoya darazê de hat dîtin ku zaroka rastî êrîşê hatiye ji îfadeya xwe ya destpêkê îfadeyek cuda daye û malbata zaroka mexdûr jî der barê bersûc de gilî nekiriye. Her wiha di pêvajoya darazê de raporek li ser dosyayê hat zêdekirin ku tê de dibêje ‘ehliyeta cezayî ango kiryar nikare sûcekî wiha pêk bîne cih digre.

Bi berçavgirtina pêşeroja bersûc, biryara daxistinê hat dayîn

Di danişîna dawî ya meha Cotmeha borî hat dîtin de, dadgehê ji bersûc re ji du sûcên cuda ceza birî. Dadgehê ku ji bersûc Naîf Ş rê ji ber sûcê "êrîşa zayendî ya li dijî zarokê" 18 sal û 9 meh cezayê girtîgehê birî, bi îfadeyên ku “rabirdûya bersûc, têkiliyên wî yên civakî, reftarên wî yên piştî kiryarê û di dema darizandinê de, bandorên muhtemel ên cezayê li ser pêşeroja bersûc wek hinceta daxistina teqdîrî tê qebûlkirin” çû daxistinê û ceza daxist 13 sal û 7 rojan. Di 7 salên cezayê girtîgehê ku bi sûcdariya "bêparkirina azadiyê” hat dayîn de jî bi berçavgirtina heman hincetan hat kêmkirin û daket 5 sal 2 meh û 15 rojan.

Parêzeran dosya birin dadgehek bilindtir û xwestin rapora der barê nebûna ehliyeta cezayî (qabîliyeta pêkanîna sûcekî) ya sûcdar ji nû ve bê lêkolînkirin.