Amal Hecac: Ji bo bidestxistina maf û azadiyê hêj gelek rê li pêşiya me heye

Li Cezayirê her sal di meha Hezîranê de nîqaşên li ser dehiquqî bûyîn û valatiyên zagonî yên li ser gelek xalên zagonî ku tevgerên femînîst li dijî vê têdikoşe, tên nûkirin.

NECWA RAHIM

Cezayir – 38 sal piştî derketina Zagona Malbatê ya Cezayîrê ku di sala 1948’an pêk hat û di sala 2005’an hin hukmên wê hatin guhartin, îro jinên ji Cezayirê ji ber çarçove û zagonên ku li ser rûpelan hatine xêzkirin rastî zehmetiyan tên. Ji ber cûdakariya ku pê re rû bi rû dimîn, tû rawabûn û sepana ku van zagonan pêk bîne ne mijarê gotinê ye.

Piştî tevgera 22’ê Sibata 2019’an şûnde tevgera femînîst a li Cezayirê hewl da ku mijara sereke ya jinên Cezayîrê hêj ji ber valatiyên li xalên zagonî mexdûr in, ronî bike. Lê li hemberî vê yekê bi sînordarkirin û binpêkirina mafên wan ên herî bingehîn re rû bi rû man.

Damezrînera rojanmeya femînîst Amal Hecac derbarê rewşa mafên jinên li Cezayirê û car din ji ber çavan derbaskirina xalên Hiqûqa Malbatê ya Cezayirê wiha got: “38 li ser weşandina zagonê derbas bû, gelek tişt hatin gûhartin û çalakvanên jin di gelek aliyan de bi zanakirina civakê serxistin. Li aliyekê din em dibînin ku hiqûqa malbatê ya heyî têkoşînê asteng dike, pêşxistina pratîk û ferasetê asteng dike.”

Amal Hecac destnîşan kir ku guhartinên ku di sala 2005’an de hatine pêkanîn encamên şênber ava nake, ji ber ku encama heyî tenê bi awayekê yekpare ji holê rakirina qanûnê ve mîsoger e. Her wiha Amal Hecac bang li rayedaran kir ku daxwazên jinan ji nedîtî ne neyên û destnîşan kir ku ji bo parastina malbatê ya li Cezayîrê pêdivî bi zagonekê bibandor heye.