Li Cezayîrê li dijî tundiya li ser jinan kampanyaya neteweyî

Li Cezayîrê li dijî tundiya li ser jinê kampanyayeke neteweyî hat destpêkirin. Jin wê heta Adara 2023’an kampanyayê bidomînin.

NECWA RAHIM

Cezayîr - Cezayîr her sal dibe şahidê bi deh hezaran sûcên têkildarî tundiya li ser jinan û bi dehan qetilkirina jinan. Li gorî texmînên komeleyên parastina mafên jinan, tûndiya li ser jinê ji sedî 80 zêdetir e. Rojnameya Femînîst a Cezayîrê, ji ber giranbûna pirsgirêka tundiya li ser jinê, bi dirûşmên "Êdî bes e" û "Em bi hev re biguherin" kampanyaya neteweyî ya li dijî tundiya li ser jinê da destpêkirin.

Nakokiya civakî

Civaknas Fatima Ousedik, anî ziman ku ev çend sal in girêdana civakî bi awayekî tirsnak qels bûye û destnîşan kir ku ev xirabûn bandorê li têkiliyên malbatê dike. Fatima Ousedik, diyar kir ku ev yek encama şîdeta nava malê, nebesiyên siyasî û hiqûqî û nakokiyên civakî ye.

Kampanya wê heta sala 2023’an bidome

Ji Weqfa Rojnameya Femînîst a Cezayîrê Amal Hajcaj ji ajansa me re axivî û diyar kir ku kampanya wê heta 8'ê Adara sala bê bidome û jin wê rasterast beşdarî xebatên hişyarkirina îdiayên xwe bibin. Amal Hecac anî ziman ku pêwîste mufredateke perwerdehiyê ya ku hemû aliyên pirsgirêkên jinan li ber çavan bigire were pêkanîn.

"Werin em bibin yek deng"

Endama Rojnameya Femînîst a Cezayîrê Hacer Tatah jî diyar kir ku li 15 bajarên welêt ev xebatên hişyarkirinê û têkiliya di navbera aktorên herêmî û komeleyên jinan de pêk tên.

Endama Rojnameya Femînîst a Cezayîrê Monîa Bleûse da zanîn ku ew bi giranî li ser sê eksan dixebitin û got, "Pêwîste bi yek dengî piştgirî bidin doza jinan."