Jinên Mexribê kampanya hevgirtinê dan destpêkirin

Jinên Mexribê jî piştî qetilkirina Jîna Mehsa Emînî ya li Îranê, kampanya piştgiriyê dan destpê kirin. Endama Kampanyayê Naîma Farah bang li cîhanê kir ku bikevin nava tevgerê û biryarên tund bigrin.

HENAN HERAT

Mexrîb – Piştî qetilkirina Jina Kurd Jîna Mehsa Emînî ya 22 salî ku ji aliyê rejîma Îranê ve, li seranserê cîhanê çalakiyên şermezar kirine hatin pêkanîn. Jinên ku bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” daketin qadan, li aliyekê bi porên xwe yên qut kirin re qetlîame şermezar kirin, li aliyê din jî peyama ku dê berxwedana jinan hê bilindtir bibe dan. Di vê çarçoveyê de jinên Mexribê “Ji bo mafên nîvê civakê kampanya jêkirina porê xwe” dan dest pê kirin.

"Armanca me di nava hevgirtinê de bûyin e”

Endama kampanyayê Naîma Farah a ji ajansa me re axivî, diyar kir ku ev kampanyayek sembolîk e û wiha axivî: “Li Îranê polîsên exlaqê bi hinceta porê wê tê dîtin Jina Mehsa Emînî qetilkirin. Armanca sereke ya hewildana me ew e ku em bi jinên Îranê re di nava hevgirtinê de bin. Em dixwazin hemû jinên cîhanê jî bi jinên Îranê re di nava hevgirtinê de bin. Li Îranê jin rastî her cure neheqiyê tên. Welatekî ku li dijî jinan gelek binpêkirinên mafan tên jiyîn e. mafên jinan gelek. Ev hewildan ji binpêkirinên ku li dijî jinan ya Îranê tê jiyîn re jî bersivek e.”

“Jin rejîmên zordar naxwazin”

Naîma Farah bal kişand ser girîngiya hevgirtina femînîst a kûrevî û wiha got: “Xwedî hêza ku bi hevgirtina jinan pergalê biguherînin e. Mirina Jîna Mehsa Emînî bû dilopa dawî ya berdaqê bi ser vê rijiya. Cîhan rabû ser piyan, mirovan li her cihê ku lê bûn rejîma İranê şermezar kirin. Li ser Îranê nivîs hatin nivîsandin û xêzkirin. Gelê Îranê jî bang li hemû cîhanê kir. Wek tê zanîn rejîma Îranê ji jinan re hicabê ferz dike û jinan bi salane li dijî vê rewşê bertekên xwe tînin ziman. Li Îranê jin di gelek qadên jiyanê de rastî zextan tên. Êdî jin van rejîmên zordar naxwazin.”

"Divê cîhan bikeve nava tevgerê û biryarên tund bigre"

Naîma Ferah, anî ziman ku zextên li Îranê tên jiyîn, hemû jinên cîhanê dike yek û ev bang kir: “Ji bo bidawîkirina hemû binpêkirinên li ser jinan divê hemû cîhan bikevin nava tevgerê. Divê cîhan tenê bi pêkanînên aborî sinordar nemîne. Ger wijdana kûrewî vê neke, sibe û ji sibe şunde em ê bibin şahidê qetilkirina jinan û domandina cudakarî ye. Ji bo vê jî divê biryarên hin tundtir bên girtin û bertek bên bilind kirin.