Li Îranê ji bo xwendekara zanîngehê Nazli Saeedi ceza

Rejîma Îranê cezayê 15 meh yê girtigehê û cezayê pare yê 10 milyon tumenê Îranê û qedexeya derketina derveyî welat li xwedekara Tiba zanîngeha Tebrizê Nazli Saeedi hat birîn.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina xwendekaran ya navnetewî, ragihand ku di 13’ê Çileyê de roja Înê dadgeha Îranê cezayê 15 meh yê girtigehê û cezayê pare yê 10 milyon tumenê Îranê û qedexeya derketina derveyî welat dan Xwedevana Tiba zanîngeha Tebriz Nazli Saeedi ku nexweşiya wê ya norolojîk heye.

Nazli Saeedi ya xwendekara tiba zanînageha Tebrîz ya Îranê bi ideaya ‘Bi xwepêşanderan re hatiye ba hev li gel wan hevkarî kiriye ku aramiya welat têk bide’ cezayê salek û sê meh yê girtîgehê lê hat birîn.  Nazlı Saeedi ji ber di 26’ê Cotmeha 2022’an de li binaya zanîngeha Tebrîzê hicaba xwe derxistibû 56 rojan di bin çavan de mabû. Di heman demê de cezayê pare yê 10 milyon tumenê Îranê û qedexeya derketina derveyî welat hat dayîna Naslı Saeedi.