Miraç ê 7 salî ku wesayîta zirxî lê da 'eslî biqisûr’ hat dîtin

Miraç Mîroglû yê 7 salî ku wesayîta zirxî lê da û jiyana xwe ji dest da, di rapora ku ji aliyê ATK'ê ve ji nû ve hat amade kirin de 'eslî biqisûr’ hat dîtin.

Şirnex – Mîraç Mîroglû yê 7 salî ku di 3'ê îlonê de li taxa Tûrgût Ozal a navçeya Hezexê ya Şirnexê, di demjimerên evarê bisîklet dajot, encama lêdana wesayîtê zirxî ku memûrê polis M.K. dajot, jiyana xwe ji dest da. Di lêpirsîna ku der barê bûyerê de hat destpêkirin de, der barê gumanbar M.K de ji ber sûcê "Bi texsîrî bûyîna sedema mirinê” îdianame hat amadekirin. Di îdianameya ku ji Dadgeha Cezayê Asliye ya Hezexê re hat şandin de, hat diyarkirin ku gumanbar M.K li gor rapora ku ji aliyê Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê ve hatiye şandin bêqisûr e, hat diyarkirin ku Mîraç Mîroglu yê jiyana xwe ji dest da jî ji ber tabelaya hişyariyê ya "BİSEKNE” ku li kolanê ji ber wesayîtên cih digre berçav negirtiye.

Di rapora ATK'ê ya ku piştî îtîrazên parêzeran ji nû ve hat amadekirin de îfadeyên sosret cih girtin. Di raporê de hat dubarekirin ku polîs bêqisûr e, Mîraç ê 7 salî ne wek rêwî "ajokarê bisîklete” hat pênasekirin û hat diyar kirin tevî ku mafê derbasbûna ya wesayîta zirxî ye jî ji ber ket ser rê bû sedema mirina xwe.

Di rapora yekem a ATK'ê de bêqisûr hatibû dîtin

Piştî mirina hat jiyîn, hin parçeyên piskilêta Mîraç Mîroglû heta ser banê hinek xaniyan firiya. Îdianameya ku piştî lêpirsînê hat amadekirin ji Dadgeha Cezayê Asliye ya Hezexê re hat şandin, di rapora ewil a ATK’ê de bersûc bêqisûr hat dîtin. Di rapora ewil de hat diyarkirin ku Mîraç ê ku wek rêwî hat nîşandan, ji ber tabelaya hişyariyê ya "Bisekne” ku li kolanê ji ber wesayîtên cih digre berçav negirtiye ‘eslî biqusur e’. Piştî îtîrazên parêzeran rapor ji nû ve hat amadekirin. Dosyaya ku hat xwestin polîsê bersûc bê cezakirin, di encama îtîrazan de rapora duyemîn a ATK'ê ji nû ve hat amadekirin. Di raporê de hat îdiakirin ku polîsê kiryar M.T. ji ber ku ji aliyê çepê yê pêşiyê ve li Miraç xistiye bêqisûr e, Miraç jî ne wek rêwî wek "ajokarê bîsîkletê" ku di trafîkê de cih digre hat pênase kirin.

Biryara kontrola edlî ya li ser bersûc jî hat rakirin!

Piştî ku rapor li dosyayê hat zêdekirin, dadgehê ku îfadeyên bersûc "bêqisûrê" berçav girt, biryara kontrola edlî ya polîs M.T. jî rakir. Parêzerên dosyayê diyar kirin dê ji bo rapora duyemîn a hat amede kirin jî îtîraz bikin, 4'emîn danişîna dozê dê di 14'ê Sibatê de li Dadgeha Cezayê Asliye ya Hezexê bê dîtin.

Polîs hatin parastin

Li aliyê din li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan a sala 2021’an, li Tirkiyeyê di 13 salên dawî de di encama lêdana wesayîta zirxî de 20 jê zarok 42 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di lêpirsîn û dozên der barê mirinên hatin jiyîn de kesên wesayîta polîsan dajotin hatin parastin. Dîsa di dema 'qezayê’ de girtînameyên ji aliyê polîsan ve hatin amadekirin bi awayekî ku polîs neyên cezakirin hatin sererast kirin. Di van mirinan de kesên cezayên giran girtine nîn e.