Kujerê Mihrîbanê dê bi cezayê muebetê bê darizandin

Yekemîn danişîna doza Mihrîban Şengîl a li Qilabanê ji aliyê Metîn Şengîl ê hev berdabûn ve bi çekê hat qetilkirin dê di 7'ê Kanûnê de bê dîtin. Xwişka Mîhrîban Taybet Uren banga tevlibûna danişînê kir û wiha got: "Bila ew kujer cezayê herî giran bigre."

MEDÎNE MAMEDOGLU

Şirnex  Li Tirkiyeyê qetlîamên jinan her diçe zêde dibin, di meha dawî de jî li Şirnexê 2 jê jin, 3 jê zarokên keç 5 kes ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Ev qetlîamên li pey hev rastî bertekên mezin ên jinên li bajêr hatin. Ji bo doza Mîhrîban Şengîl a di meha Nîsanê de li Qilabanê ji aliyê mêrê bi navê Metîn Şengîl ê ku hev berdabûn ve hat qetilkirin, îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de li ser bedena Mihrîban 3 gule hatin dîtin, hat xwestin ku bersûc Metîn Şengîl bi cezayê muebbetê bê cezakirin.

Bersûc dê ji ber du sûcan bê darizandin

Di îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve hat amadekirin de hat diyarkirin ku bersûc piştî bûyera 21’ê Nîsanê, di 24’ê Nîsanê de hatiye girtin. Hat xwestin ku bersûc Metîn Şengil li dijî Mîhrîban Şengîl a ku qetil kiriye bi îdiaya “Bî zanebûn kuştîna hevjîna xwe” û ji bo keça Mîhrîban, Tûana ku dema bûyerê birîndar kiriye jî ji ber sûcê "Bûye sedema ku jiyana zarok bikeve xeterê bi çekê bi qesd birîndar kiriye” dê bê darizandin. Di îdianameyê de ji bilî îfadeyên bersûc û şahidan raporên otopsiyê jî cih girtin.

Îfadeyên şahidan bersûc Metîn Şengîl derewandin

Di îdianameyê de ku agahiyên der barê bûyerê de cih girtin, hat diyarkirin ku bersûc Metîn Şengîl tivingê di çenteyê xwe yê gîtarê de veşartiye û dema ji texsiyê peya bûye berdaye. Hat diyarkirin ku Metîn Şengilê ketiye pey Mihrîban Şengîl a ku di guleya ewil de xwestiye bi keça xwe re ji cihê bûyerê bireve, piştî 3-4 gule berdayê reviyaye û tivinga xwe jî avêtiye çem. Bersûc Metîn Şengil jî di parastina xwe de diyar kir ku Mihrîban Şengîl jê re peyam şandiye, ji ber vê çûye cem wê û dema ku hewl dayê wê kaş bike li gel Mihrîban Şengil li ber xwe daye, tiving teqandiye û armanca wî ne kuştin bûye. Dema îfadeyên şahidan di îdianameyê de cih girtin Metîn Şengîl derewand, şofêrê texsiyê ku Metîn Şengîl bir cihê bûyerê jî bal kişand ku bersûc çawa ji texsiyê peya bûye dest bi gulebaranê kiriye.

Dozgeriyê xwest bersûc bi cezayê muebetê bê cezakirin

Di rapora lêkolîna cihê bûyerê de li kolanê 5 fîşekên tifingê hatin dîtin, di girtînameya klasîk a otopsiyê ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hat kirin de jî hat diyarkirin ku herî kêm saçmeyên 3 guleyên tivingê ji bedena Mihrîban Şengîl derketine û her yek ji wan di asta kuştinê de ye. Dozgerî di îdianameya ku ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin de parastina bersûc weke rizgarbûna ji sûc nirxand û xwest bersûc li gorî xala 81’ê bê cezakirin. Danişîna ewil a dosyayê dê di 7'ê Kanûnê de li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê bê dîtin.

"Bila ew kujer cezayê herî giran bigre"

Xwişka Mîhrîban Şengîl Taybet Uren a ku em der barê mijarê de pê re axivîn, banga tevlibûna danişîna yekemîn kir û got: “Xwişka min bi salan rastî îşkenceyê hat. Bi kemberê hat derbkirin û bi kêrê rastî êrîşê hat. Gelek caran hat malê lê her carê dubare wê şandin cem wî mêrî. Herî dawî jî li ber çavên min hat qetilkirin. Ez edaletê dixwazim, ez dixwazim ew mêr cezayê herî giran bigre. Bila hemû jin piştgiriyê didin me. Bila sazî û komeleyên jinan roja doz were ditîn li wir bin û piştgiriyê bidin doza xwişka min.”