Kiryar li derve ye, jin û malbata wê di hepsa malê de ne!

Li Silopiyayê mêrê bi navê M.B, bi derbkirin û amûra birînê êrîşê jina ku pê re zewicîbû û malbata wê kir. M.B yê ku beriya niha jî hewl da jina ciwan qetil bike hat berdan, jin û malbata wê ji ber gefxwarinê gotin di cih de be di hepsa malê de ne.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Şirnêx-  Li Tirkiyeyê bûyerên tundiya li dijî jinan û qetlîamên li ser jinan roj bi roj zêde dibin. Herî dawî li navçeya Silopiya Şirnexê bûyereke tundiyê qewimî. Mêrê bi navê M.B. li nîvê kolanê li jina ku pê re zewicî bû dayik û bavê wê da û bi amûra birînê hewl da wan qetil bike. Kiryarê tundiyê ku bi armanca kuştinê bi ser malbatê ve çû, ji aliye polîsekî ku ji cihê bûyerê derbas dibû ve, hat binçavkirin. Ferdên malbatê yên rastî êrîşê hatin, diyar kirin ku ew ji ber fikara mirinê nikarin ji malê derbikevin, M.B. yê ku li nîvê kolanê êrîşê malbatê kir û xwest wan bikuje, piştî ku şevek di bin çavan de ma hat berdan.

Jina ciwan a rastî tundiyê hat, ji mirinê xilas bû

Li gorî agahiyên ku hatine girtin mêrê bi navê M.B 2 mehek berê li dijî jineke ku pê re zewicî bû dest bi tundiyê kir. Di bûyera dawî ya tundiyê de bi M.B. re ferdên malbata wî jî jina ciwan derb kirin. M.B yê ku tivingê danî ber serê jina ciwan a ku rastî tundiyê hat, pê li tetîka çekê kir. Jina ciwan a ku bi valabûna çekê re ji mirinê filitî, piştî tundiya dît agahî da polîsan û alîkarî xwest.

Li kolanê li jina ciwan û malbata wê da

Jina ciwan piştî ku çû emniyetê, mêrê bi navê M.B. gilî kir. Piştî giliyê ji M.B re mehek biryara dûrxistina ji malê hat dayîn. Jina ciwan a ku piştî biryara dûrxistinê hat dayîn çû ba malbata xwe, rojên borî dema bi dayik û bavê xwe re derket derve, rastî heqaret û îşkenceya M.B hat. Di bûyera ku li Taxa Başak a navenda navçeyê hat jiyîn de, M.B. pêşî jina ku pê re zewicî bû, piştre jî dayik û bavê wê, derb kir. Polîsê sivîl ê ku ji cihê bûyerê derbas dibû mudaxeyê M.B yê ku piştî derbkirinê bi amûra birînê ji berîka xwe derxist ser bi malbatê re çû, kir.

Malbat ji ber gefan nikare ji malê jî derkeve!

M.B yê ku bi mudaxeleya polîs hat binçavkirin, piştî ku şevek di bin çavan de ma, hat berdan. Hat diyarkirin ku tevî biryara durxistinê jî di nava rojê û seatên şevê de her dem di ber mala ku malbat lê dijî de derbas dibe. Malbat ji ber gefên kuştinê yên digre nikare ji malê jî derkeve, hat hînbûn ku M.B bi gotina "Ger ez we li kolanê bibînim, ez ê we bipelçiqînim" gef li endamên malbatê xwariye. Dayik û bavê ku piştî tundiya hat jiyîn, hatin derbkirin çûn qereqolê der barê M.B. de gilî kirin, nayê zanîn ka biryara dûrxistina M.B dê bê dirêjkirin an na.