Komeleya Nexîl 26 sal in li dijî tundiyê têdikoşe

Komeleya Nexîl ya Mexribê ku li dijî tundiya li ser jinan têdikoşe, di warê aborî û civakî de hewl dide jinan xurt bike. Bi xebatên bi toran re rê li pêşiya guhertina gelek zagonan vekir.

RECA XÊRAT

Mexrib – Komeleya Nexîl a Mexribê ya parastina jin û zarokan li dijî her cure tundiya li ser jinan têdikoşe û hewl dide zagonên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan li Mexribê çalak bike. Komeleya ku di sala 1997’an de hatiye damezirandin bi 9 navendên li 7 bajarên cuda yên Mexribê pêşwaziya 19 hezar û 500 jinan dike. 

Komeleya Nexîl li gel desteyên jinan li Mexribê nirxên mafên mirovan xurt dike û metirsiya rewşa beşên lewaz di civakê de radigihîne. Her wiha mafên demokrasiya hevparbûnê jî xurt dike, rola navbeynkariyê li gel desteyên civaka sivîl û meclisan ên mîna meclisên kantonan, meclisa alî, gundan dilîze, destwerdana siyasetên giştî dike. Ji bo tevlikirina nêzîkatiya rêgezê di nava hemû desteyan û xurtkirina ciwanan di mijarên jinan û mafên wan ên mirovî de, komele koordîneyê bi dezgehên ragihandinê û niştimanî re û hevkariyê bi saziyên zanîngehan û enstîtuyên zanistî re ava dike.

Çalakvana mafên jinan û endama komeleyê Emîna Fenan qala komeleyê her wiha kar û xebatên xwe kir.

‘Bi saya hevbendiyê gelek zagon hatin guhertin’

Emîna Fenan wiha qala Komeleya Nexîl a ji bo parastina jin û zarokan kir: “Xizmetên komeleyên girêdayî karên dadgeh, navendên polîsan û polîsên şahinşahî, tevî naxweşxaneyan û navendên tendirustî ye. Li gel navendên guhdarkirinê li bajarê Marakeşê navendeke piştgiriya jin û zarokên ku rastî tundiyê tên ava bûye. Torek niştimanî ji bo komkirina karê hemû desteyên ku di vî warî de kar dikin ava bûye. Di nav de Bihara Wekheviyê, Anaroz û Bihara Rûmetê û hevbendiyên desteyên jinan û mafnasî hene. Van hevbendiyan gelek zagon guhertin û lêvegerek giştî çêkirin weke amadekirina zagona 58’an a danîn û sererastkirina gelek zagon û siyasetên giştî girêdayî zagona malbatî û ya cezayan. Her wiha zagona 475 a ceza li ser sûcên li dijî jinên ku rastî tundiyê hatine ye û zagona 13-103 a têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan e.”

‘Ji bo lêkolînan tîmek di nava komeleyê de hat avakirin’

Gelek jinan Der barê mafên siyasî yên jinan û ciwanan di meclisên hilbijartî de Emîne Fenan axaftina xwe wiha domand: “Tîmek bi hêz di nava komeleyê de lêkolînan der barê zagonan de dike ku pêşkêşî saziyên zagonsaz û hikumetan bike. Her wiha karînên jinan ên siyasî jî xurt bike lewra gelek jinan sûd girtin û perwerde bûn, dikaribûn rola xwe ya siyasî di nava meclisên hilbijartî de bilîzin ku hejmara wan 4565 jin bûn.”

‘Gelek jinan sûdê ji projeyan girtin’

Emîne Fenan da zanîn ku komele bi berdewamî gelek forum û hevdîtinan li dar dixe ji bo mafê hevsengiyê weke mafekî rewa makezagonî li gorî beşa 19 a Makzagona Mexribê ya sala 2011’an. Emîne Fenan destnîşan kir ku komele jinan di ware aborî de xurt dike bi riya projeyan li gorî bernameyên rêxistinê fonê didin û ji bo ku jin serxwebûna xwe ya darayî ava bikin û jinên hevberdayî û yên hevjînê wan jiyana xwe ji dest dane jî gelek sûd ji van projeyan girtin.