Hevgirtina saziyan piştgirî û parastina jinan xurt dike

Çalakvana mafên jinan Najwa Iqtifan a Misrî anî ziman ku di demên dawiyê de rêjeya tundiya li dijî jinan zêde bûye û ev rewş di asta metirsiyê de ye û li hemberî vê pêwistiya yekbûna saziyên jinan anî ziman.

ASMAA FETHÎ

Qahîre – Li Misrê rêjeya tundî û binpêkirina mafên jinan her ku diçe zêdetir dibe. Çalakvana mafên jinan Najwa Iqtifan a Misrî anî ziman ku rewşa heyî di asta metirsiyê de ye û got li dijî sûcên li hemberî jinan ne cezakirin ango pêk neanîna zagonan rewşê kûrtir dike.

Najwa Iqtifan bi xwe di Saziya Misirê ya Pêşveçûna Giştî de kar dike, ew bi riya projeya "Rûmet" hişyarî û piştgiriya zagonî û derûnî ji jinan re pêşkêş dikin û di warê aborî de jinan xurt dikin wan fêrî pîşeyên cuda dikin ku di warê darayî de serbixwe bin.

Hewldanên avakirina zagonên taybet

Najwa Iqtifan teqez kir ku hewldan hene ji bo zagonên taybet ji bo parastina jinan di nava malbatê û di civakê de bi giştî bên guhertin û pêşî li kesên mafên jinan binpê dikin bigrin û wiha got: “Rola Encûmena Niştimanî ya Jinan û gelek saziyên civaka sivîl di guhertina zagonan de hebû bo mînak, mijara sinetkirina keçan gelek caran zagon hat guhertin û ceza giran kir ji bo ev kar raweste. Karê wan ne li ser mijara tundiyê tenê bû lê belê li ser hemû mijarên girêdayî parastina jinan ji lêdana hevser, bav an bira jî.”

Avakirina mekanîzmayek çalaktir

Nejwa Iqtifan anî ziman ku yek ji alavên parastina jinan ku desthilat mafên jinan nas bikin avakirina  mekanîzmayên aktîftir e û got: “Kesên di mijarên  jinan de kar dikin weke polîsan divê bên perwerdekirin. Dema jina rastî tundiya hevserê xwe tên diçin navenda polîsan gilî dikin divê danûstandina bi êşên wan re cuda be û nabe ku zextê lê bikin. Ji ber ku gelek kesên di vî warî de kar dikin ne amade ne giliyên jinan pêşwazî bikin divê perwerde bibin û zagonan nas bikin.”

‘Pêwistî bi hevgirtina saziyan heye’

Çalakvana femînîst, Najwa Iqtifan destnîşan kir ku hevkariya di navbera saziyên femînîst de girîngiyek e ji bo parastina jinan û wiha pêl da axaftinên xwe: “Ji ber ku her aliyekî din temam dike û xizmetguzariyên wan bêhtir pêşkêş dikin. Bo mînak wan di Komeleya Misirê ya Pêşveçûna Giştî de projeya xwe di gelek qonaxan de li herêma Merj pêk anîn, wê demê hevkariya piraniya sazî û komeleyên li wir kar dikin xwestin di warê zagonî û derûnî de kar bikin.”

Di dawiya axaftina xwe de Najwa Iqtifan a bal kişand li ser hevgirtina saziyên jinan, destnîşan kir ku piraniya saziyan girîngî dane karê hevpar û wiha got: “Gelek çalakî û nîqaşên girêdayî zagonan di dema dawî de hat lidarxistin ji bo nêrînek wekhev ava bikin û daxwazên wan jî yek bin. Ev jî bandorek rastî ji bo zagonek dadwertir ji bo jinan derdixe hole.”