Kiryarê îstîsmarê yê ku giliya li ser wî paşve hat kişandin dê derkeve pêşberî dadger!

Di doza êrîşa zayendî ya li Geverê hat jiyîn de malbata zarok bi gotina “Em ê wan bizewicînin" giliyên xwe yên der barê bersûc M.T. de paşve kişandin. M.T yê hat girtin dê di 9'ê Hezîranê de derkeve pêşberî dadger.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Colemêrg- Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan a 2018’an, Tirkiye di bûyerên îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan de li cîhanê di rêza 3’yemîn de cih digre. Her roj li dozên îstîsmarê yên nû zêde dibin, polîtîkaya bêcezatiyê ya darazê li dijî sûcdaran jî weke sedema zêdebûna van dozan tê dîtin. Ji bilî dadgeriyê, helwestên hawirdora malbatê û derdora ku îstîsmar lê hatiye jiyîn jî ji bo cezagirtin û negirtina sûcdar, faktorên girîng in. Li gundekî girêdayî navçeya Gevera Colemêrgê, zarokek ji aliyê mêrê bi navê M.T. ve rastî êrîşa zayendî hat. Ferdên malbatên ku di dema bûyerê de gilî kirin, dawiyê bi gotina "Em ê wan bizewicînin" çûn dozgeriyê û giliyê xwe paşve kişandin.

Pêşî derb kir piştre jî êrişa zayendî pêk anî

Bûyera ku ji ber ewlehiyê em nikarin navê gund bidin, di havîna 2019’an de qewimî. Li gor agahiyên ku ji dosyaya lêpirsînê hatine girtin, hat hînbûn ku M.T. ku hevalê birayê wê ye, roja bûyerê bi gotina, ‘Ez ê bi telefonê bi birayê te yê di girtîgehê de biaxivim” tê mala zarok a li gund. M.T yê ku fêm dike zarok li malê bi tenê ye, pêşî wê derd dike û piştre jî êrişa zayendî li dijî wê pêk tîne.

Keyayê gund xwest ser bûyerê bigre!

Zarokê ku ji dest û stûyê xwe derb girt, li dijî êrîşê xwe parast û guldankê li serê kiryar M.T xist û ji cihê bûyerê reviya. Cîranên li derdorê alîkariyê didin zaroka ku dema ji malê derdikeve banga alîkariyê kir. Kiryar M.T. bi reva ji pencereya malê hewl da ji gund derbikeve, ji aliyê kesekî ve hat girtin.  

Kiryar M.T. hat girtin û şandin girtîgehê

Piştî îfadeya zarok, polîs hatin gund û erîşkar sewqî edliyeyê kirin, dawiyê hat girtin. Mexdûr ji ber birînên dest û stûyê xwe rapora derbêrgirt. Gotinên zarok, bi rapora ku girt re hev girtin û kiryar M.T. hat girtin, wî şandin girtîgehê. Malbata zarok jî di îfadeyên xwe yên ewil de der barê kiryar de gilî kir.

Bi gotina “Em ê wan bizewicînin” giliyên xwe paşve kişandin!

Malbata zarok ku piştî kiryar hat binçavkirin demek kin çû dozgeriyê, bi gotina; “Em ê wan bizewicînin” giliyên xwe yên der barê kiryar M.T. de paşve kişandin. Di doza giştî ku piştî gilî hat paşxistin hat vekirin de, der barê kiryar de îdianame hat amadekirin. Danişîna doza kiryarê ku bi îdiaya "Li dijî zarok îstîsmara zayendî ya bi kalîte" tê darizandin dê di 9'ê Hezîranê de li Edliyeya Geverê bê dîtin.