Çawişê pisporê yê kiryarê tundiyê hat girtin

Çawîşê pispor ê ku li Geverê bi awayekî sîstematîk tundî li hevjîna xwe bikar anî, li ser îfadeyên jina mexdûr hat girtin.

Colemêrg - Çawişê pispor ê ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê tundî li hevsera xwe pêkanî bû hat girtin. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin çawişê pispor ê ku li navçeya ku lê dixebitî tundî li hevjîna xwe pêkanî û telefona wê jê stand, piştî giliyê hevsera xwe hat binçavkirin.

Hat hinbûn jina ku di îfadeya xwe de bi gotina "Heta ez biçim cem malbata xwe bila di girtîgehê de bimîne" daxwaza parastinê kir, bi mehan ji aliyê çawîşê pisporê ve bi awayekî sîstematîk îşkence dîtiye.

Li ser îfadeya jina ku rastî tundiya sîstematîk hat, kiryarê tundiyê çawîşê pispor di çarçoveya zagona 6284’an de hat girtin û şandin girtîgehê.