Jinên Yemenî di warê siyasî de ji mafên xwe bêpar in

Seroka komîteya niştimanî ya jinan a bajarê Taazê, Sebah El-Şerabî diyar kir ku jin dema bibin yek dikarin hemû astengiyan derbas bikin û bigihîjin cihê biryardayînê.

RANYA ABDULLAH

Yemen - Jinên Yemenî rolên girîng di civaka xwe de lîstine, bi gelek însiyatîfan re xizmeta civakê dikin her wiha nakokî û pirsgirêkên civakî jî çareser dikin û di warê pêşxistina civakê û avakirina aştiyê de gelek xebatan kirine. Tevî van hemû xebatên jinan jî ji siyasetê hatine dûrxistin.

Rojnameger Reşa Kafî der barê beşdarnebûna jinan di warê siyasî de axivî û got: "Li gorî foruma aborî ya cîhanî, Yemen beriya şer, di newekheviya navbera herdu zayendan de di rêza dawî de bû, wê demê beşdariyek jinan baş di avakirina hikumetê û saziyan de hebû. Lê belê şerê Yemenê vê dawiyê valahiya newekheviyê kûrtir kir. Ev cara yekem e ku jin ewqas tên paşguhkirin û hikumetek bê jinan tê avakirin. Ev paşguhkirin jî ji aliyê hêzên siyasî û hin partiyên ku îdia dikin ew piştgiriya jinan dikin ve tê kirin lê di rastiyê de wan ked û rêvebirina jinan ên di sala 2011’an de, înkar kirin. Beşdarbûna jinan di kongreya guftûgoya niştimanî de û danîna reşnivîsa makzagona Yemenê de hat jibîrkirin."

‘Tevî ku jinan gelek tişte bi dest xistine jî hikumet gelek caran wan ji nedîtî ve tê’

Beşdarbûna jinan di hikûmetê de mafê wan ê resen e ku bi hebûna wan di hikûmetên berê de û bi riya kotaya ji % 30 di kongreya guftûgoya niştimanî de bi dest xistine misoger kirin ku mafê wan heye, di her cihî de û hemû astan de beşdar bibin. Lê hikûmeta Yemenê bi hinceta ku ew hikûmeta şer e, jinan paşguh dike. Di şer de yên ku herî zêde êş û astengiyan dikşînin jin in û di dema biryardayînê de jî destpêkê ew tên dûrxistin, ev jî tiştekî ne dadwer e.

‘Hewldana me ji bo yekbûna keda jinan e’

Tevî hemû paşguhxistin û dûrxistinan jî jinan xwe bi gelek çalakiyên siyasî îsbat kirin. Seroka komîteya niştimanî ya jinan li bajarê Taazê, Sebah El-Şerabî diyar kir ku jin dema bibin yek dikarin hemû astengiyan derbas bikin û bigihîjin cihê biryardayînê.

Sebah destnîşan kir ku bi yekbûnê mirov dikare gelek tiştan pêk bîne û wiha got: "Di dema dawî de, dûrxistina jinan a qada siyasî baştir xuya bû. Di salên dawî de di asta partiyan de jî jin hatine dûrxistin. Berê deng, dengvedan û beşdarbûna jinan gelekî hebû lê niha ew bi awayekî tekane kar dikin da ku mafên xwe yên siyasî bi dest bixin. Em hewl didin keda jinan di çarçoveyek de kom bikin, hevdîtineke ji bo hemû rêveberên jin di ofîsên rêveberiyê û partiyên siyasî de amade bikin ji bo mijarên jinan nîqaş bikin û daxwazên xwe di hemû waran de pêşkêşî aliyên pêwendîdar bikin."

‘Beşdarbûna jinan di warê makezagonê de hat misogerkirin’

Jinên Yemenî gelek salan kar û xebat kirin ji bo mafên xwe yên siyasî bi dest bixin. Piştî ku şer li welat dest pê kir û jin ji navendên biryardayînê û beşdarbûna siyasî dûr ketin rewş gihîşt vê qonaxê.

Pêşkeşvan Henaa Cemal dibêje: "Jin di warê siyasî de tên dûrxistin, ji ber rewşa şer a li welat mêr bawer dikin ku tu sûd ji hebûna jinan nayê girtin, ev jî ne li gorî makzagona Yemenê ye ku tê de mafên jinan di hemû waran de hatiye misogerkirin. Di vê demê de divê jin beşdarî hemû cihan bibin, civaka Yemenê bi xwe civakeke eşîr e beşdarbûna jinan a qada siyasî di navendên rêvebiriyê de qebûl nake. Mafên jinan êm siyasî di hemû civakan de heye çi eşîrî, siyasî yan di ware partiyan de be."

‘Kêmasiyek mezin heye’

Xwendekara beşa ragihandinê, Gadîr Bedir jî dibêje: “Beşdarnebûna qada siyasî ya jinan kêmasiyek mezin e, bi hinceta ku jin dil tenik in mêjiyê wan ne serwer e, nahêlin jin beşdarî partî yan navendên siyasî bibin. Nêrîna li jinan hê jî kêm e wekî ku karînên wan ne wek mêran bin tên dîtin. Lê divê jin di navendên siyasî de hebin da ku jiyan sererast bibe."

Rojnamevan Hanadî Anam di wê baweriyê de ye ku jin tevî serkeftin û hebûna civakî û siyasî û serkeftinên ku îro bi dest xistine, tevî ku yek ji encamên diyaloga netewî garantî kiriye, hîna jî di nav xeleka dûrketina siyasî de ye.