Adem Taşkaya yê ku Jiyan Tosun hedef nîşan da dê bê darizandin

Der barê Adem Taşkaya yê ji Partiya Zafer ku têkildarî êrîşa bombeyî ya 13’ê Mijdarê ya li ser Kolana Îstîklalê li Beyogluya Stenbolê pêk hat, parêzer Jiyan Tosun hedef nîşan da, îdianame hat amedekirin.

Navenda Nûçeyan- Îdianameya der barê Adem Taşkaya yê ji Partiya Zafer ku têkildarî êrîşa bombeyî ya 13’ê Mijdarê ya li ser Kolana Îstîklalê ya Stenbolê pêk hat û di encamê de 6 kes mirin û 81 kes jî birîndar bûn de, parêzer Jiyan Tosun hedef nîşan da, hat amadekirin.

Di îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmeceyê ve hat amadekirin de, wiha hat gotin: "Adem Taşkaya ji Jiyan Tosun re, bi gotinên bêbingeh ji gilîker re kiryar û diyardayên şenbêr ên ku zirarê bidin rûmet, şeref û îtîbara wê nîşan dide got û bi vî awayî sûcê heqaretê kiriye û dema ku taybetmendiyên bûyera şenbêr û parvekirina wan were nirxandin, di rewşek wiha de, parvekirina nav, paşnav û pîşêya navê gilîker ku çawaniya daneyên kesane hildigre. Hat famkirin ku têra xwe delîl û guman hene ku di derbarê sûcê Belavkirina Neqanûnî ya Daneyên Kesane de dozek giştî were vekirin û ji ber ku tê îdiakirin gumanbar bi heman parvekirinê li dijî heman gilîkar ji yekê zêdetir sûc kirine.”

Yekemîn danişîna dozê dê di 30'ê Gulanê de li 20'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Kuçukçekmeceyê bê dîtin.

Çi bûbû?

Di 13’ê Mijdarê de li Kolana Îstîklalê ya Stenbolê êrîşek bombeyî pêk hat û di encamê de 6 kes mirin û 81 kes jî birîndar bûn. Piştî pêkhatina komkujiyê Adem Taşkaya ya ku li ser Twitterê agahiyên derbarê Jiyan Tosun de parve kiribû, îdia kiribû ku vê êrişê parêzer pêk aniye û paşê jî parvekirina xwe jê biribû. Lê piştî vê parvekirinê li ser Jiyan Tosun gef hatibû xwarin.

Agahiyên Jiyan Tosun ên tenê rayedarên dewletê dikarin xwe bigihîjînin wê, li ser medyaya dîjîtal hatibûn belavkirin, hejmara hemu telefonên ednamên malbatê geriyabûn û bi gotina ‘hûn bombevan in, hûn jiyanê heq nakin’ gef li wan hatibû xwarin. Hejmara telefona Hevseroka Giştî ya Komaleya Mafên mirovan (ÎHD) Eren Keskîn a tevî Jiyan Tosun li heman ofîsê kar dikin jî li ser komên lîstikan hatibû belavkirin.

Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li ser serlêdana parêzerên Jiyan Tosun biryara parastinê hatiye dayîn. Raportora Taybet a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Mary Lawlor jî daxuyaniyek weşand û diyar kir ku ew ji jiyana Jiyan Tosun bi fikar in. Parêzer Jiyan Tosun der barê Adem Taşkaya yê ku wê hedef nîşan dabû de, serlêdana sûc kir. Serdozgeriyê piştî serlêdana sûc xwest ku Adem Taşkaya bi sûcê "bi peyama deng, nivîskî yan jî dîmen, bi awayekî dijhiqûqî desteserkirin û belavkirina daneyên şexsî" bê cezakirin.