Jinên Nûbî yên li Misirê rastî cihêkariya piralî tên

Jinên yên Nûbî yên li Misrê rastî cihêkariyên piralî tên, ji ber cûdabûna wan bi binpêkirinên mafan û tacizê re rû bi rû dimînin.

ASMAA FATHÎ

Qahîre – Ji ber cudakariya li ser jinên Nûbî, kiryarên xirab li dijî jinan tên kirin. Çalakvana femînîst a Nûbî, Wefa Eşîrî got ku qeyrana Nûbiyan ji cîh û warkirina Bendava Bilind dest pê kiriye ku gelek kes neçar mane cîhên xwe biterikînin û li derfetên din ên jiyanê bigerin. Di nav de rêwîtiya Qahîreyê yan welatên din ên Ereb û wiha pê de çû: “Krîza berê ne ewqas mezin bû ji ber ku jiyan bi xwe cuda bû, pirsgirêka hewcedarî û birçîbûnê hema hema tunebû ji ber ku piraniya malbatan ji bo alîkarî û piştevaniya bê şert û merc deriyên xwe vedikirin, çi bi dayîna xwarinê ve girêdayî be, çi jî bi moral ve lê niha, rewş guherî ye û hewcedarî xirabtir bûye, bûye sedem ku gelek malbat rewşên nebaş bijîn.”

“Cihêkariya ku jinên Nûbî rastî wê tên li ser bingeha zayendî ye”

Wefa Eşîrî anî ziman ku cihêkariya jinên Nûbî rastî wê tên li ser bingeha zayendî ye û wiha got: “Jina Nûbiyayî qedrê wê hebû û cil û bergên wan ên taybet hebûn ku jê re digotin El-Tob El-Nûbî lê bi demê re ew ji rewşa giştî bi bandor bûn û cilên olî weke hîcab û yên din derketin. Jina Nûbî di dema borî de di civakeke girtî de dijiya û berpirsiyariya jiyana malbatê bû. Zarok jî rastî cihêkariyê tên. Karmendên heman dibistanan bi heman zimanî diaxivin lê piştî jicîhûwarkirin û hînbûna li dibistanên din, wan dît ku ew neçar in bi Erebî biaxivin û ji ber ku gelek ji wan nizanibûn bi Erebî biaxiviyana biryar dan ku dev ji xwendinê berdin lê hinekan jî li ser berdewamkirinê israr kirin. Gelek zarok êdî nema ji xwendinê hez dikin ji ber ku dema li dibistanê diaxivin hevalên wan henekên xwe bi wan dikin, ji ber ku tenê sûcê wan ew e ku ew ji dê û bavên Nûbiyayî yên ku xwedî zimanek taybetî bûn.”

 Cudakariya di kar de

Jinên Nûbî derfetên wan ên kar ji jinên Qahîreyê kêmtir in her wiha mûçeyên wan jî li gorî yên din pir kêmtir in. Wefa Eşîrî got ku dema jinek Nûbiyayî tê Qahîreyê, ew di her tiştî de ji jinên Qahîreyê kêmtir tê hesibandin û wiha pê de çû: “Teqdîrê nadin jinên Nûbî û muameleya nebaş li wan dikin wekî ku kesên qels û bê perwerde û çand bin. Jin bi giştî ji kêmbûna derfetan ji bo wan di qada siyasî de, êşê dikşînin. Lê derfetên jinên esmer ên ji Sûdanê di qada siyasî de hîn kêmtir in û dibe ku neyên qebûlkirin jî.”

Jinên Nûbiyan û navendên biryargirtinê

Wefa Eşîrî li ser serpêhatiyên hevalên xwe wiha anî ziman: “Hevalek min hebû, beşdarî guhertinên destûrî bûbû, di qonaxa dadweriya veguhêz de roleke girîng lîst lê ji nav civaka Nûbiya bi xwe de rastî nijadperestiya tund hat, tenê ji ber ku ew ji bo kesên derdora xwe motîvasyonek e û ev reftareke jinê ya ku nayê qebûlkirin e, ji ber ku ew jin e mafê wê yê serokatiyê tune ye û gef li wê hatin xwarin û malbata wê hat tehdîdkirin, ew neçar kirin ku xwe vekişîne û ji karê giştî dûr bikeve. Hevalek min a din heye ku biryar da bibe namzed ji bo yek ji meclisên îdarî yên Nûbiyan û her wiha ew û malbata wê jî hatin tehdîtkirin, ji ber vê yeke ew jî neçar ma ji vê yekê vekişe.”

 Tecrubeyên kesane yên bi nijadperestî û cihêkariya zayendî

Wefa Eşîrî der barê cudakariya ku wê di jiyana xwe de dît wiha axivî: “Ji bo mêran îmkanên xwendinê pirtir hene û ez ji vê yekê bandor bûm. Tevî ku ez di xwendinê de serkeftî bûm lê min nikaribû xwendina xwe berdewam bikim ji ber ku rêwîtiya keçan tiştek e ku piraniya malbatan qebûl nakin. Ez bûm yekane hesabkarê şerîkayekê ku bi qasî 26 şaxên wê li seranserê Misrê hene lê tevî vê yekê jî ez ji cihêkariyê xelas nebûm ji ber ku mûçeyên mêran ji yê min zêdetir bû û rêveber nabînin ku jin dikare biryarê bide û birêve bibe û ji ber vê yekê min îstîfa kir. Jinên Nûbî zêdetir rastî şîdeta cinsî û tacîzê tên hem ji aliyê Nûbiyan bi xwe û hem jî ji aliyê Qahîriyan ve.

“Hikûmet celebek din a tundiyê li dijî Nûbiyan pêk tîne”

Wefa Eşîrî anî ziman ku hikûmet celebek din a tundiyê li dijî Nûbiyan pêk tîne bi dernexistina qanûnek li ser bicîhkirina Nûbiyan li gundên wan ên kevn û hem jî nebaşkirina şert û mercên wan ji ber ku ew li gundên ku binesaziya bingehîn û gelek amûr ji bo jiyana bi tendurist tune ne dijîn û wiha axivî: “Beriya çend salan ji ber sedemên ewlehiyê, çi li komeleyên xwe û çi li cihên pîrozbahiyên giştî, ew ji pîrozkirina roja xwe ya neteweyî mehrûm kirin.”