Xemsariya parlementoyê dibe sedema zêdebûna tundiya li ser jinan

Kêm û kurtiyên zagonê bicihanîna pêwîstiyan ne xema parlamentoya herema Kurdistanê ye loma jî di gelek kombûnan de behsa pirsgirêkên jinan, nehatiye kirin. Ev jî bûye sedema zêdebûna bûyerên kuştin û tundîtûjiya li ser jinan.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî – Bûyerên kuştina jinan û tundîtûjiya li hemberî wan her ku diçe zêde dibe. Ji derveyî hebûna aqilê mêrsalarî li hemû qadên civaka Kurdî tenê di sîstema hikumraniya hikumetê û parlamentoyê de, zagonên ku taybet in ji bo pêşîlêgirtina tundîtûjiya li ser jinan cihê xwe nagirin, kar pê nakin û her wiha kêm û kurtî tê de hene.

Her çend di parlamentoyê de kêm û kurtî der barê pirsgirêkên jinan û zagonên taybet de li ser pirsgirêka jinan gelek hene jî rûniştina parlamentoyê der barê pirsgirêka jinan de roj bi roj ber bi kêmbûnê ve diçe. Di sala 2022’an de di 14’emîn rûniştina dema bihar û peyîzê ya parlamentoya Kurdistanê de, tenê di 21’ê Îlonê de li gorî hukmî çend xal û bend di rêziknameya navxweyî ya parlamentoya Kurdistan-Iraqê de desteya serokatiya parlamentoyê biryar da bernameya karê rûniştina jimare 3 ya asayî ya dema payîza sala çaremîn. Di dema pêncemîn a hilbijartina parlamentoyê, de xwendin ji bo pêşniyara zagona pêşîlêgirtina tundîtûjiya malbatê ya li ser jinan li herêma Kurdistanê û Iraqê bike.

“Bêhêvîbûn sedema zêdebûna tundîtûjiyê ye”

Parlamentera serbixwe ya parlamentoya Herêma Kurdistanê Şadî Newzad der barê zêdebûna tundîtûjî, kêm û kurtiyên zagona pêşîlêgirtina tundîtûjiyê de diyar kir ku divê di destpêkê de were zanîn ku li Herêma Kurdistanê rêjeya zextan di kîjan astê de ye ji bo were zanîn li ku derê divê kar were kirin ji bo kêmbûna rêjeya tundîtûjiyê û wiha got: “Yek ji sedemên zêdebûna tundîtûjiyê hebûna rêjeyek zêde tundîtûjiyê ya kesên bêhêvî di nava civakê de ye. Ji ber bêhêvîtî wisa dike ku kesên tundîtûjiyê dikin, encam digrin. Qeyrana yek li pey yekê li Kurdistanê wisa kiriye ku bêhêvîtî ji aliyê gelek hemwelatiyan ve çêbibe û kesên ku tundîtûjiyê dikin jî bê ceza bimînin.”

“Zagon li gorî bendên xwe nayê pêkanîn”

Şadî Newzad  Der barê rûniştina parlamentoyê û girîngîdayîna bûyerên tundîtûjiyê de wiha got: “Di dawiya sala 2020’an de parlamento bi amadebûna wezîr û çend kesayetên pêwendîdar ji bo tewanên tundîtûjiya jinan encam dan her wiha di dawiya sala 2021’ê de bi heman awayî parlamento bi amadebûna wezaretên pêwendîdar bi kar û yekitiya tundîtûjî, wezareta navxweyî û wezîrê navxweyî, wezîrê kar û barê civakê û her wiha çend goftogo serdankirin kirin ji bo çareseriya bûyerên kuştin û tundîtûjiyê. Ew pêşniyarên ku li parlamentoyê radestî hikumetê kirin û nahatine bicihanîn, beşek ji wan pêwendiya xwe bi xirabiya rewşa aborî ya hikumetê heye. Ji ber hinek ji daxwazên parlamentoyê pêwîstî bi butçeyê heye, bi taybetî ji bo aliyên pêwendîdar bi tundîtûjiya li hemberî jinan. Li hemberî beşek din pêwendî bi hebûna aqilê mêrsalarî di hikumet û dam û dezgehên parlamentoyê de heye.”

“Pirsgirêkên jinan li dadgehan weke pirsgirêkên biçûk tên dîtin”

Der barê bicihkirina zagona pêşîlêgirtina tundîtûjiya li hemberî malbat û jinan de Şadî Newzad bi bîr xist ku ji beşek ji xal û bendên zagona pêşîlêgirtina tundîtûjiyê bi pirsgirêk e û kêm û kurtî hene lê belê pirsgirêka sereke bicihkirina van zagonan e û sedema bicihnekirina wê aliyên bicihker, dadgeh û encûmena dadwerî ye û wiha domand: “Sedemên sereke yên van bûyeran nêrîna li pirsgirêkên jinan e. Weke pirsgirêkek sereke nayê dîtin, her çendî zagon ne gelek baş in û bi temamî ne bi dilê me bin jî karên cidî li ser hatiye kirin lê belê nehatiye bicihkirin. Em weke pêwîstî dizanin piranî, pirsgirêkên jinan weke pirsgirêkên sereke nabînin û hewl nadin tiştek ji bo vê rewşê bikin.”

“Parlamento di warê pirsgirêkên jinan de xemsar e”

Şadî Newzad wiha got: “Yek ji wan xalên ku di bicihkirina zagona pêşîlêgirtina tundîtûjiya pêwîstî bi bicihkirinê heye û ev zagon tenê ji bo malbatê ye ji ber zagona pêşîlêgirtina tundîtûjiya li hemberî malbatan ger jinek ji derveyî malbatê tundîtûjî lê were kirin vê zagonê nagre û ev jî bi serê xwe kêm û kurtî ye. Ev pêşniyar tenê weke bendek di zagonê de maye nebûye beşek ji zagonê. Rûniştina parlamentoyê sistahiyê çêdike ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan û çareseriyan. Lê belê pirsgirêka sereke aliyê bicihkar e û ne xwediyê parlamentoyê ye her wiha dadger heta niha bawer nakin ku pirsgirêkên jinan hene, baweriya wan bi cihkirina van zagonan jî nîn e ku di berjewendiyên jinan de be dema ku rastî tundîtûjiyê hatin. Pêwîstiya civaka Kurd di warê pirsgirêka jinan de bi reformê heye. Ji bo ku pirsgirêk ji bingehê ve were çareserkirin, zanîn û hişyariya hemû aliyên civakê girîng e û pêwîstî bi hewldanên cidî heye.”