Ji rojnamegerên ku hatibûn binçavkirin 16 ji wan hatin girtin

Ji 22 kesên ku di 8’ê hezîranê de li Amedê hatibûn binçavkirin 16 rojnameger hatin girtin; 4 jê rojnameger 6 kes bi kontrola edlî hatin berdan.

Navenda Nûçeyan - Di 8’e Hezîranê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçuk, Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, edîtorên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Oruç û rojnameger Omer Çelîk, Suat Doguhan, Ramazan Gecîken, Esmer Tunç, Neşe Toprak, Zeynel Abîdîn Bulut, Mazlum Dogan Guler, Mehmet Şahîn, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyuncu, Remziye Temel, Mehmet Yalçin, Abdurrahman Oncu, Lezgîn Akdenîz, Kadîr Bayram û Feynaz Koçuk û Îhsan Ergulen hatibûn binçavkirin, piştî binçavkirina 8 rojan, li edliyeyê îfade dan.

Rojnameger hatin girtin

Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, Hevserokê DFG'ê Serdar Altan, Edîtorê MA'yê Azîz Oruç, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş û Zeynel Abîdîn Bulut, Omer Çelîk, Mazlûm Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Sûat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn ên sewqî Dadgeha Sulhê ya Nobedar hatin kirin, hatin girtin.

Rojnameger Esmer Tûnç, Mehmet Yalçin, Kadîr Bayram, Feynaz Koçuk û Îhsan Ergulen bi kontrola edlî hatin berdan.

Biryar hat şermezarkirin

Rojnameger û malbatên li ber edliyeyê sekinîn, bi dirûşmên “Çapemeniya azad nikare were bêdengkirin”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Berxwedan jiyan e” biryar şermezar kirin.

Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu diyar kir ku careke din bi bêhiqûqiyan re rûbirû mane û da zanîn ku 16 hempîşeyên wan tenê ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê hatine girtin û wiha got: “Bi hemû rêbazên ku ji salên 90’an ve hûn diceribînin, hûn bi ser neketin. Hûn nikarin bi van operasyonan jî bi ser bikevin. Bi heman biryaran hûn ê nikaribin hempîşeyên me ji azadiya wan bêpar bihêlin. Em vê biryarê qebûl nakin û heta hevalên me bên berdan em ê çalakiyên xwe bidomînin.”

saet 13.00’an de daxuyanî bê dayîn

Dîcle Muftuoglu, da zanîn ku wê îro saet di 13.00’an de li pêşiya DFG’ê biryarê şermezar bikin û ev bang kir: “Em hemû kesên ku alîgirên azadiya çapemeniyê ne vedixwînin çalakiyê.”