"Pêdiviya jinên ku rastî tundiyê hatine bi piştgiriya derûnî û hiqûqî heye"

Psîkolog Buşra El-Murabitî destnîşan kir ku jinên rastî şîdetê hatine hewcedariya wan bi piştgiriya derûnî heye, ji ber ku ew ji ber tundiya dubare ya li ser wan, ji kêmbûna xwebaweriyê êşê dikşînin.

HANAN HARITE

Mexrib – Piştî çend salan tundiya ku li dijî L.M. ji aliyê hevjînê wê ve hat kirin, wê biryar da ku daxwaza telaqê bike û jiyana bi rûmet bijî. L.M. dayika sê zarokan e. Têkildarî mijarê L.M. çîroka xwe bi nalîn ji me re vegot.

"Hevjînê min pir kêfxweş dibû dema tundî li min dikir"

L.M. anî ziman ku ew ji aliyê hevjînê xwe ve rastî lêdan û tecawizê dihat û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Hevjînê min destdirêjî li min dikir û reftarên xwe yên xerab li min dikir, telefonê ji min digirt, derî kilît dikir û qet nedihişt ez derkevim derve da ku gazî kesî nekim û alîkariyê nexwazim. Min ji bo zarokên xwe her cure şîdetê tehemul dikir. Li ber zarokên me buxtanan li min dikir û ji ber sedemên herî biçûk jî tundiyê li wan dikir. Hevjînê min pir kêfxweş dibû dema tundî li min dikir û gelek caran dikeniya dema ku li min dixist."

Piştî van hemû êşan, L.M. biryar da ku serî li Komeleya Pirsgirêk, Wekhevî û Hemwelatîbûnê bide, da ku piştgiriyê bide wê. L.M pêdiviya wê bi kesekî hebû ku guh bide derdê wê û wê bigihîjîne riya rast. Lewre xebatkara civakî ya komeleyê Emîna Becaca, ji bo ku piştgiriyê bide wê, pêşwaziya wê kir.

"Doza L.M ne tenê doz e ku komeleyê wergirtiye"

Xebatkara civakî ya komeleyê Emîna Becaca da zanîn ku jina ku rastî şîdetê hatiye pêwîstiya wê bi piştgiriya derûnî heye û wiha axivî: "Doza L.M ne tenê doz e ku komeleyê ji bo guhdarîkirina wê û pêşkêşkirina piştgirî û rêberiya yasayî wergirtiye, me gelek dozên bi vî rengî wergirtine."

"Temaşekirina tundiya li ser dayikê dibe sedem ku kesayetiya zarokan biçewise"

Psîkolog Buşra El-Murabitî Psîkolog Buşra El-Murabitî destnîşan kir ku jinên rastî şîdetê hatine ji kêmbûna xwebaweriyê êşê dikşînin û wiha anî ziman: "Di gelek rewşên ku me şahidî kir de, me baweriyek dît ku jin di nav malbata xwe de cih nagire, ji hêla malbatê ve nayê hezkirin, an jî tercîha yek ji birayan li ser wê heye. Di dema dersên dermankirinê de, em kifş dikin ku ew têgihîştinek xelet e. Temaşekirina şîdeta li hemberî dayikê rê li ber mezinbûn û geşbûna kesayetiya zarokan digire "