Ji bo mamosteyê ku zarokan tacîz kir çar car ceza hat xwestin

Der barê mamoste Servet B. ku li Sûrê di dibistanekî Amedeyî de kar dike bi sûcdariya “Êrîşa zayendî ya li dijî zarokan” lêpirsin hat vekirin. Di lêpirsîna ku piştî giliya çar zarokan de hat vekirin, hat xwestin Servet B. çar caran bê cezakirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Li gorî daneyan di sala 2021’an de ji dozên ku di çarçoveya sûcên êrîşa zayendî ya li dijî zarokan de li dadgehên cezayan hat dîtin de bi giştî 29 hezar 822 biryar derket. Hejmara biryar li gorî 2020’an ji sedî 32,55 zêde bû. Hejmara dozên ku di sala 2021’ê de hatine vekirin jî 20 hezar 459 e. Her ku êrîşa zayendî, tacîz û destdirêjî ya li dijî zarok roj bi roj zêde dibin, ev êrîşên zayendî ku bi cureyên cuda tê jiyîn ji bilî kolan û malan di dibistanan de jî tê jiyîn.

Zarok rastî êrîşa zayendî hatin

Ji bo dozên êrîşa zayendî, tedbîrên pêwîst nayên girtin, yek ji van bûyeran jî li navçeya Sûra Amedê hat jiyîn. Servet B. yê ku li navenda Sûrê li Lîseya Îmam Hatîp mamostehiya Engîlîzî dike, li dijî çar xwendekarên ku ders dida wan gotinên zayendî bi kar anî û wan tacîz kir. Di bûyera ku meha Nîsana borî hat jiyîn de, çar xwendekaran der barê mamosteyê tacîzkar de li Midûriyeta Şaxê gilî kirin.

Li ser giliyê lêpirsîn hat destpêkirin

Zarokên ku piştî giliyê îfadeyên wan hatin girtin, diyar kirin ku mamoste Servet B. gelek caran li dibistanê bi van gotinan wan tacîz kiriye; “Ma tu lezbiyen î, hezkiriya te heye, ger mêrek dema nêzî we dibe bilerîze, ew tê wateya ku ji we hez we dike. Ji bo paqijiyê werin mala min.” Servet B. yê ku di çarçoveya lêpirsîna li ser giliyên zarokan hat destpêkirin de hat binçavkirin, sûcdarkirina zarokan qebûl nekir û bi îdiaya ku zarok Îftira avêtine xwe parast.

Dadgeh xwest çar caran bê cezakirin

Di çarçoveya lêpirsîna hat dest pê kirin de, ji aliyê 5’emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Amedê ve der barê Servet B. de bi sûcdariya “Êrîşa zayendî ya li dijî zarok” îdianame hat amadekirin. Di îdinameya meha Îlonê hat amedekirin de, xwest bersûc bi sûcdariya “Tacîza zayendî ya li dijî zarok” 4 caran bê cezakirin.

Danişîna ewîl di 19’ê Kanûnê de ye

Di çarçoveya îdianameya hat amedekirin de, danîşan ewîl a dozê dê di 19’ê Kanûnê de li 5’emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Amedê bê dîtin. Nayê zanîn ku mamosteyê ku der barê wî de lêpirsîn hat vekirin û bê girtin tê darizandin erka xwe didomîne yan ne.