Di doza Deniz Poyraz de hewldana veşartina dosyayê

Di doza der barê Onur Gencer ê ku Denîz Poyraz qetil kir de dadgehê ji ber pevçûna li eywana rû da biryar da ku danişîn ji niha û pê ve li eywana Kampusa Girtîgeha Şakranê ya Alîaga bê dîtin.

Navenda Nûçeyan - Der barê kujer Onur Gencer de ku êrişî avahiya Partiya Demomratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê kiribû û Denîz Poyraz qetil kiribû de doz hatibû vekirin. 5’emîn danişîna dozê îro li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê hat dîtin.

Di danişînê de hem kujer Onur Gencer û hem jî malbata Denîz Poyraz amade bû. Her wiha Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlamenterên HDP’ê Mûrat Çepnî, Serpîl Kemalbay, Oya Ersoy, parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu, gelek serokên baroyan û welatî jî danişînê dişopînin.

Li ser vê yekê parêzeran bertek nîşan dan û serokê şandeya dadgehê jî got; “Li cihê ku parêzer wê bi xwe hebin, ez hewcehî pê nabînim ku hûn biaxivin. Ji qada bo parêzeran hatiye veqetandin derkevin.” Serokê dadgehê jî diyar kir ku biryara wî ji nîqaşê re vekirî nîne û îtîraz red kir.

Kujer hat parastin

Di navbera parêzeran û peywirdarên ewlekariyê de nîqaş derket. Temaşevanan jî bertek nîşanî helwesta şandeya dadgehê dan û gotin; “Kujer bidarizînin.” Parlamenterê HDP’ê Mûrat Çepnî jî bertek nîşan da û got ku serokê şandeya dadgehê bi zanebûn rewşê aloz dike. Di vê navberê de kujer Onur Gencer gotin ji birayê Denîz Poyraz ê girtî Kamûran Poyraz re kirin. Piştî ku Kamûran Poyraz bersiva kujer Gencer dayî jî cendirmeyekî li Kamûran Poyraz xist. Li ser vê yekê temaşevanan bertek nîşan dan û li eywanên rageşî derket. Şandeya dadgehê eywan terikand. 

Danişîn hat taloqkirin

Di danişînê de 20 deqe navber hatibû dayîn û piştî navberê jî şandeya dadgehê dîsa hat eywanê. Hevserokê HDP’a Îzmîrê Çinar Altan bertek nîşanî şandeya dadgehê da û li ser vê yekê ji eywanê hat derxistin. Piştre jî dozger mafê axaftinê girt û xwest ku danişîn bê taloqkirin, şahid rojeke din bên guhdarîkirin û rewşa girtî ya kujer Onur Gencer jî bidome. Kujer Onur Gencer jî got: “Ez dixwazim dosyaya doza girtina HDP’ê li dosyaya min bê zêdekirin. Ji ber ku bûyer ev e.”  

Şandeya dadgehê jî biryara xwe aşkera kir û got ku ji ber rageşiya di dema danişînê de derketî, êdî doz dê li Eywana Girtîgeha Şakran a Alîagayê bê dîtin û danişîn taloqî 14'ê cotmehê saet 10.00’an kir. 

“Dozê direvînin”

Rêveber û parlamenterên HDP’ê û serokên baroya piştî veguhezandina dosyeya dozê ya ji bo Alîgayê li ber edliyeyê daxuyanî dan. Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel diyar kir ku dixwazin danişînê ji welatiyan û parêzeran birevînin.

Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsiz jî wiha got: "Min heta îro bi dehan rûniştinên bi vî rengî şopandin. Lê belê li vir weke ku tê kirin, bi me re muamele nehat kirin. Di rewşên wiha yên civakî de, pêvajoyên lêpirsînê têk diçin û darizandineke saxlem nayê kirin. Îro parêzer tên astengkirin, em vê muameleyê qebûl nakin. Em ê ji bo Denîz Poyraz lêgerîna edaletê bidomînin. Em ê nehêlin ku di nava vê gemara tarî ya ku hatiye afirandin de winda bibe. Em ê vê dosyayê bişopînin. Em dizanin ku kujerên rastî wê bên darizandin. Em jî wek serokên baroyan dê şopdarê dozê bin."

Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a HDP’ê Nûray Ozdogan jî destnîşan kir ku pir eşkere dosye ji wan hatiye revandin û ew ê destûr nedin dosye ji wan bê veşartin.