Dadgehên li Idlibê jinan neçar dikin ku dest ji mafên xwe berdin

Jin li Idlibê ji ber zehmetiya bidestxistina mafên xwe di dozê hevberdanê de di dadgehan, gelek êşê dikşînin.

HEDÎL EL-OMER

Idlib – Jinên li Idlibê ya di bin dagirkeriyê de ye, jin rastî gelek zext û ferzkirinan tên û ji mafên xwe yên bingehîn bê par tên hiştin. Gelek jin di dozên hevberdanê de neçar mane ku dev ji mafên xwe yên rewa ji lêçûnên hevberdanê berdin. Amareke fermî û rast li ser hejmara jinên berdayî li Idlibê tune ye, lê çalakvanan belavbûna bêmînak a hevberdanê di van demên dawî de piştrast kirin, ji ber sedema gelek faktorên girêdayî zewaca di temenê biçûk de û rewşa xirab a jiyanê û aborî. Çalakvanên jin destnîşan kirin ku dadgehên dadwerî jinan ji mafên xwe yê rewa bêpar dihêlin, bi taybetî eger doz ji aliyê jinê ve bê vekirin.

Dadgeh dike ku jinên hevberdanê hilbijêrin dev ji hemu mafên xwe berdin

Sara El-Şakir a 28 salî ya nişteciha Idlibê ye anî ziman ku wê di dawiya sala borî de li dijî hevjînê xwe doza hevberdanê kir û destnîşan kir ku ew neçar maye dev ji hemu mafên xwe û mafê xwe yê xwedîkirina zarokên xwe jî berde.

Sara El-Şakir a destnîşan kir ku mekanîzmayên birêvebirina dozên hevberdanê yê li dadgehên Idlibê jinan dixin rewşekê zehmet, destnîşan kir ku dadgeh jinan bi dû hilbijartinan re rû bi rû dihêlin û dikin ku bi hilbiijartina hevberdanê re jin dev ji hemu mafên xwe berdin wiha got; “Doza ku min li dijî hevjînê xwe vekir, ji ber taloqkirina dadgeh û dadwerê çavdêriya dozê, zêdetirî 6 mehan berdewam kir. Ez ji biryara dadger matmayî mam ku divê ez dev ji hemû mafên xwe berdim ji ber ku min daxwaza hevberdanê kiriye. Mafên jinan li Idlibê tune ne, nemaze dema ku mijar girêdayî hevberdanê be. Di destpêkê de min qebûl nekir dest ji mafên xwe berdim, lê zextên malbata min hişt ku qebûl bikim û dest ji mafên xwe berdim.”

Mafên jinan bûye gefa hevberdanê

Rinda El-Tiwêr a 30 salî ya ku ceribandina xwe ya hevberdanê bi me re parvekir destnîşan kir ku ji aliyê mêrê ku pê re zewiciye gelek caran bi gefa “ger tu dev ji mafên xwe bernedî ezê hevberdanê qebûl nekim” rû bi rû maye û wiha got; “Zêdetirî çar meh in beşdarî rûniştinên dozê yên ku min li dijî hevjînê xwe vekiriye dibim, lê bê encam bûn. Parêzerê ku ji bo dozê hatiye wezîfedarkirin ji min re got ku ger ez dest ji hemû mafên xwe berdim dê ev yek derxistina biryara berdanê zûtir bike. Ger heta salekê doz berdewam bike jî ez dest ji mafê xwe yê xwedîkirina zarokên xwe bernadim. Ez ê bi hemû rêyên rewa hewl bidim ku mafê xwe yê ku ev dadgeh dixwazin ji min bistînin bi dest bixim.”

‘Rêbazek qanûnî ya bi îstîkrar tune ye’

Çalakvana mafên mirovan Mona El-Omer a da zanîn ku di dozên hevberdanê de rêbazek qanûnî ya bi îstîkrar tune ye wiha got; “Ji ber ku piraniya dozan bi riya hiqûqa takekesî ya dadwerên girêdayî çeteyên Heyiet Tehrîr El-Şam têne çareser kirin, ku jinan dixe çarçoveyek teng ku tê de neçar in ku di berdêla hevberdanê de dev ji hemû mafên xwe berdin. Divê bi rêya bi kampanyayên armanckirî yên binpêkirinên li ser jinan zelal dikin, zext li ser van dadgehan bên kirin. Serkeftina van kampanyayan dê diyardeya hevberdanê sînordar bike, ku dê mafên rewa yên jinê rewa bike.”