Dozek sosret a êrişa zayendî: Zarok bi guman jiyana xwe ji dest da, kiryar li derve ne!

Zarokê ku li Şemzînanê ji aliyê 3 mêran ve rastî îstîsmara zayendî hat û piştre ji kendalê hat avêtin, piştî berdana kiryaran bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest da.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Colemêrg- Li gorî daneyan li Tirkiyeyê di 15 rojên dawî de 16 jin hatin qetilkirin. Di meha Nîsanê de 24 jin hatin qetilkirin, 16 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Li welatê ku ev komkujî roj bi roj zêde dibin de, sûcên zayendî yên li dijî zarok û jinan tên kirin jî bi heman rêjeyê zêde dibin. Herî dawî jî dosyaya îstîsmarê ya ku em li Colemêrgê gihiştin, ji me ra nîşan dide ku zaroka ku ji aliyê 3 mêran ve rastî êrîşa zayendî hat, çawa bi êrîşa zayendî ku hat jiyîn û piştre jî pêvajoya darazê ya pêkhat de hatiye mexdûrkirin.

Rastî êrişa zayendî hat û piştre jî ji kendalê avêtin

Di bûyera ku di 27’ê Gulana 2016’an de li Gundê Ortaklar a navçeya Şemzînana Colemêrgê pêk hat de, zaroka ku danê êvarê ji bo avêtina çopê derket derve, ji aliyê 3 kesên bi navê Veysî Yilmaz, Zahîr Yilmaz û Nîhat Yilmaz bi darê zorê hat birine cihekî û rastî êrîşa zayendî hat. Di nav dosyayê de ev yek cih digre ku kiryar di kêliyên êrişê de gef li zarok dixwun û dibêjin ‘Ger tu ji yekê re qal bikî emê vê dîmenê belav bikin’. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin 3 mêrên ku zarok rastî êrişa zayendî anîn, paşê zarok ji kendalêkê ya li gund davêjin.

Sê mêrên kiryarên bûyerê tenê 6 meh di girtîgehê de man

Zarokê ku piştî bûyerê ji aliyê hevalê xwe ya nêzîk ve hat dîtin, rakirin nexweşxaneyê, piştî îfadeya wê der barê kesên bi navê Veysî Yilmaz, Nîhat Yilmaz û Zahîr Yilmaz de biryara girtinê hat dayîn. 3 kesên ku der barê wan de bi îdiaya “îstîsmara zayendî ya li dijî zarokê” û “gef xwarina azadiya wê ” îdaname hat amede kirin, piştî 6 mehan ji girtîgehê bi biryara tehliyê kirine derketin. Dema ku li gorî testên DNA, tomarên HTS û PTS, sûcê kiryaran tê îsbat kirin, derbare kiryaran de bi hinceta "delîlên şênber nîne" biryara berdane hat dayin. Îfadeya zarok jî li ber çavan nehat girtin.

Piştî tehliyeyê mirina bi guman!

Hat îdiakirin zarokê ku agahiya tehliyekirina kiryaran girt, piştî 3 mehan bi çeka li malê dawî li jiyana xwe tîne. Lêpirsîna ku der barê mirina bi guman a ku ji aliyê gelê navçeyê ve weke "întîhar" tê îdia kirin, hat destpê kirin ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şemzînanê ve bi hinceta ku gumana mirinê tune ye, bi neşopandinê encam bû. Di bûyera ku tê xwestin di nava malbatê de bê girtin de, mirina zarokê ku bi guman jiyana xwe ji dest da wek "întîhar" hat tomarkirin. Li gorî îdiayan demek kin piştî mirina bi guman a zarokê mexdûr, dayika zarok jî bi encama xwînrêjiya mejî ya derbas kir de jiyana xwe ji dest da.

Bersûc bêgirtî tên darizandin

Di doza ku piştî mirina zarokê berdewam kir de, ji her 3 bersûcan re ji aliyê 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Geverê ve 42 sal ceza hat birîn. Dema ku di cezaya hat dayîn de ji bersûcan re girtîn nehat xwestin, dosya ji aliyê parêzeran ve sewqî dadgeha bilind hat kirin. Di dosyaya ku serê salê ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hat xirakirin de, heyeta dadgehê xwest gora zarokê mexdûr bê vekirin û temenê wê ya rast bê tesbît kirin.

Danişîna din di 14'ê Hezîranê de ye

Li gorî lêkolînên ku li gora ku li ser daxwaza dadgehê ji nû ve hat vekirin de, hat tespîtkirin ku temenê rast ya zarokê 16 salî ye. Di doza ku piştî tesbîtkirina temenê rast jî nû ve hat berdewam kir de, darizandina bersûcan bêgirtî berdewam kir. Danişîna dozê dê di 14'ê Hezîranê de li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Geverê bê dîtin.