“Însiyatîfa "Nûn ji bo azadiya Ocalan" pêngaveke mirovî ye”

Pêngava "Nûn ji bo azadiya Ocalan" bi amadebûna gelek komaleyên jinan û Aktîvîstên Mafên Mirovan ên ji Rojhilata Navîn û Bakurê Afriqayê bi armanca pêk anîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Beyrûdê despê kir.

CAROLINA BAZZI

Beyrûd - Çalakvan û Parêzvanên Mafên Mirovan ên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê teqez kirin ku erka hemû jinan e ku bêyî ferq û cudahiya netew, nejad û ziman ku parêzvaniya pirsgirêkên mirovî bikin û ji bo mîsgerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têbikoşin.

"Weke jinekê erka min e ku ez ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têbikoşim"

Aktîvîsta Mafê Sivîlan Sabah Shuaid a ji Lîbyayê ye derbarê beşdarbûna xwe ya di konferansê de axivî û diyar kir ku ew bi armancekê beşdarî konferansê bûye û wiha got: "Ez beşdarî konferansê bûm ji bo destpêkirina pêngava yekemîn a femînîst a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Ji ber ku ew li hemberî jinan adil e û di hemû aliyan de piştgriya jinan dike, ji ber vê yekê erka min e ku ez weke jin ji bo vê dozê piştgirî û parêzvaniyê bikim, ferqa wê nîne ku ez jineke kurd an jî jineke Lîbyayî bim."

Sivîlan Sabah da zanîn kesayeta jin xwedî karaktereke însanî ye û ji ber vê yekê bêyî ferqa ziman, nijad û neteweyan dê jin piştgiriyê bide doza Rêber Abdullah Ocalan û wiha pêde çû: "Em li vê derê behsa kesekî dikin ku bi fikr û ramanên xwe piştgiriya jinan dike û ji bo azadiya jinan kedeke pir mezin daye û jinan teşwîq dike ku bihêztir bibin û karibin mafên xwe bi dest bixin."

"Doza Rêber Abdullah Ocalan doza jinen Ereb e, dozekî mirovî ye"

Çalakvan û Lêkolînera MA ya Lêkolîn û Pêşkeftina Jinan Athar Elî a ji Yemenê ku yek ji endamên damezrîner ên vê pêngavê ye derbarê pêngavê de wiha axivî: "Ez endama damezrîner a însiyatîfa "Nûn ji bo Azadiya Ocalan" me, doza rêber Abdullah Ocalan doza jinên Ereb e, di heman demê de doza kurd jî doza me Ereban e, ji ber ku ev doz dozeke mirovî ye."

Athar Elî bal kişand li ser girîngiya têkoşîna azadiya Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan a di civakên Rojhilata Navîn de û wiha got: “Civaka me ya Yemenê derbarê doza kurdî û doza Rêber Abdullah Ocalan de tu agahiyan nizane, di vir de rola me ye ku em balê bikşînin ser vê doza mirovî. Her çend ev doz xwedî cewherekî siyasî be jî lê mijareke mirovî ye û xwedî maf e ku erka me ye em piştgiriya wê bikin."

"Pêngava ‘Nûn ji bo azadiya Ocalan’ balê dikşîne li ser felsefeya Rêber Abdullah Ocalan"

Aktîvîsta femînîst û rojnamevana Iraqî Mona El-Hîlalî dibêje ku insiyatîfa Nûn balê dikşîne ser fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan a di derbarê pirsgirêkên jinan de û wiha domand: “Ez ne jinek kurd im, ez jinek ereb im. Lê ez bi tekoşîna gelê kurd re me û bi fikrê wî re me ku parastina mafê jinê dike."

Mona El-Hîlalî wiha pêl da gotinên xwe: "Her rêberek xwedî ramanek taybetî ye, ew dibistanek e ji bo welatên ku bi vê ramanê bawer dikin, ji ber vê yekê dema ku ev raman pirsgirêkên jinan eleqedar dikin. Îro em wek jin di warê pirsgirêkên xwe yên di astên cuda de gelek êş û azaran dikişînin. Pêwîstiya me bi piştgirî û destekdayinê ji zayenda dijber ango mêr heye, ne tenê ji jin re. Her wiha pêwîstiya me bi hizir û dîtinê heye ku em çawa li ser pirsgirêkên xwe gotûbêj bikin û çawa pirsgirêkên jinan di qanûnên her welatekî de bi cih bikin. Ji ber ku pirsgirêkên jinan her çend aloztir bin, ji bo bidestxistina mafên xwe pêwîstiya wan bi yasa, hewildan û peymanên di navbera welatan de heye. Îro pêdiviya me bi piştgiriyê heye û Rêber Abdullah Ocalan yek ji girîngtirîn piştgirên doza jinan e, lewra pêwîst e em fikra wî belav bikin da ku di yasa û destûrên me de cih bigrin û her wiha perwerdekirina jinan a li ser çawaniya daxwaza mafên xwe pêk bînin."

Mona El-Hîlalî wiha behsa gavên pêşerojê yên însiyatîfê û çawaniya pêşvebirina wê kir: "Ji bo hişyariyê wê însiyatîf çend rêbazan bigire, di nav de bi rêka medya û malperên tora civakî ve balê bikşîne ser û dê kampanyayên îmzekirinê destpê bikin. Her wiha em daxazin ku nivîs û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser jinan wergerînin û di çarçoveya pirtûkxaneyeke elektronîk de biweşînin da ku jin bikaribin jê sûd bigrin û pisgirêkên xwe nîqaş bikin."

"Fikrê Rêber Abdullah Ocalan ji bo hemû jinên cîhanê wekî destekdayîn e ji bo ku ew mafên xwe bidest bixin"

Nûr Ehmed a Lubanî ku yek ji beşdarên înîsiyatîfê ye, diyar kir ku ew spasiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike ji ber ku azadiyê dide jinan û da zanîn ku vê însiyatîfê weke pêngav di çarçoveya spasiya ji bo keda Rêber Abdullah Ocalan hatiye meşandin. Nûr Ehmed axaftina xwe wiha domand: "Rêber Abdullah Ocalan qedr û qîmetek mezin dide jinan. Maf û hewcedariyên jinan li hemû welatên cîhanê yek in, ji ber vê yekê ev înîsiyatîfa herêmî ya ereban ji ber ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan gihîşt hemû jinên cîhanê û li tevahî welatan belav bûye, ava bû."

Nûr Ehmed destnîşan kir ku doza Rêber Abdullah Ocalan dozeke mirovî ye, ji ber ku pêyama wî li ku derê dibe bila be her dem parastina gel e, bi taybetî ji bo kurdan. Ji ber ku ji destpêka dîrokê ve rastî zilm, neheqî û biçûkxistinê hatine.

Însiyatîf ji Lubnanê despê kir

Li ser sedema ji Lubnanê ragihandina însiyatîfê, Seroka Komeleya Jinan a Jane Buşra Elî wiha got: "Rêber Abdullah Ocalan demek e dirêj a ji jiyana xwe li Lubnanê derbas kir. Me mijara cihê ku em ê ji wir dest bi însiyatîfê bikin, despêkê bi endamên înîsiyatîfê re nîqaş kir ku endamên însiyatîfê jî ji 8 welatên cuda ne û em gihîştin wê encamê ku ew cihê ku Rêber Abdullah Ocalan demek dirêj lê mabû û li wir bi hemû gelên bindest re têkiliyê danî, Lubnanê bû, lewra me biryar da ku em vê însiyatîfê ji Beyrûdê despê bikin."