Dosyaya mirina bi guman a bi gotina “întihar e” hatibû girtin, “cînayet” derket

Dosyaya Ayşe Tayurak a ku bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da, bi gotina “Întihar kiriye” hatibû girtin. Lê li gorî rapora duyemîn a ku profeserên Tiba Edlî amade kirin, derket holê ku Ayşe Tayurak ne bi darvekirinê, bi destan hatiye fetisandin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Ayşe Tayurak a dayika 7 zarokan li navçeya Farqîna Amedê di 8’ê Hezîrana 2021’ê de li mala xwe bi awayek bi guman mirî hat dîtin.

Piştî mirina bi guman îfadeya zarok û cîranan, Adem Tayurak ê hevjînê Ayşe Tayurak ku der barê wî de biryara dûrxistinê girtibû, wek gumanbarê cînayetê di 10’ê Tîrmehê de birin dadgehê û hat girtin. Di meha Kanûna derbasbûyî de li gorî rapora saziya Tiba Edlî (ATK) ev mirin weke întihar hat binavkirin û piştre gumanbar Adem Tayurak hat berdan.   Ji daxwazên parêzerên ku li dijî biryarê derketin û rapora pispor (mutalaya zanistî) xwestin, hat bersivdayîn. Rapora ku ji aliyê du profesorên li Zanîngeha Erciyesê û Zanîngeha Stenbolê erk dikin hat amadekirin, bi encamek berevajî întiharê pêşkêşî dadgehê hat kirin. Hat diyarkirin ku Ayşe Tayurak ne bi daliqandinê ji ber zexta ku li stûyê wê (dest, mil, perçeyên din ên bedena wê) hatiye kirin jiyana xwe ji dest daye. Di rapora ku ji 69 rûpelan pêk tê de, hat gotin ku mirin ne întihar, cînayet e.

25 salan tundî dîtibû

Derket holê ku Ayşe Tayurak a di 8’ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da, di dema zewaca xwe ya 25 salan de rastî tundiyê hatiye û ji ber wê der barê Adem Tayurak de biryara dûrxistinê hatibû girtin. Adem Tayurak ê ku di çarçoveya lêpirsîna piştî mirina Ayşe Tayurak hat destpêkirin de îfadeya wî ya ewil hat girtin, îdia kiribû ku agahiya wî ji bûyerê tune ye û tu caran tundî li hevjîna xwe nekiriye.

Li gorî agahiyên zarok û cîranan, Adem Tayurak ê piştî mirina Ayşe Tayurak mala xwe ya li Farqînê vala kir û hemû delîlan tune kir, berpirsyarê mirinê ye.

Piştî bangên rêxistinên jinan kiryar hat girtin

Keça Ayşe Tayurak Elîf Tayurak ku piştî bûyerê me hevdîtin pê re kir, diyar kiribû ku mirina dayika wê ne întihar, cînayet e û ji bo ku rastî derkeve holê banga piştgiriyê kiribû. 

2 ji wan zarokên wê gotibûn ku wan şahidî kiriye ku bavê wan şeva bûyerê ketiye hundirê malê, dayika wan derb kiriye û destê xwe xistiye qirika wê. Zarok û cînarên wê anîbûn ziman ku Ayşe Tayurak bi awayekî sîstematîk rastî tundiya Adem Tayurak hatiye û du caran biryara dûrxistinê girtiye û ji bo xwedîderketinê bang li saziyên jinan kiribûn.

Dosya bi hincet nîşandana raporên ATK'ê hat girtin

Adem Tayurak piştî daxuyaniya saziyên jinan û îfadeya zarokên Ayşe Tayurak mehek piştî bûyerê wek bersûcê cînayetê hat girtin. Adem Tayurak bi berçavgirtina raporên ATK'ê ku rapora "Bi encama darvekirinê mirin" hatibû nivîsandin, hat tehliyekirin. Piştî ku bersûc di Kanûna borî de bi pêşkêşkirina raporê ji dosyayê re tehliyê bû, dosyaya lêpirsînê jî bi berçavgirtina rapora ATK'ê û îfadeyên miştekî bi neşopandinê bi encam bû. Di rapora ATK'ê ya ku neşopandina hat dayîn hincet hat nîşandan de, van îfadeyan cih girtin; “Mirina vê kesê ji ber sedama daliqandinê çêbûye û daliqandin ji aliyê wê ve hatiye kirin. Di delîlên tibê de jî diyar bû ku bi zorê ji aliyê kesek din ve nehatiye daliqandin.”

Pisporên Tiba Edlî ji mirina hat jiyîn re gotin ‘ne întihar e, cînayet e'

Parêzerên ku piştî biryara neşopandinê dosya birin Dadgeha Destûra Bingehîn, rapora ATK'ê kêm dîtin û di çarçoveya Qanûna Dadgeha Ceza de der barê mirinê de mutalayek zanistî ku tê de nêrîna pisporan cih digre xwestin. Di rapora ku ji aliyê du profesorên li ATK'ê dixebitîn ve hat amadekirin de, jî bilî îfadeyên kiryar û şahidan, lêkolîna berfirah a li ser cihê bûyerê û wêneyên otopsiyê hatin kirin, cih girt.

Di rapora ku 69 rûpel hat amadekirin de, wêneyên otopsiyê û li cihê bûyerê yek bi yek hatin analîzkirin. Di mutalaya ku kêmasiyên di raporên berê yên ATK'ê de jî cih negirtin, cih girtin de, cih hat dayîn ku mirin, ne ji ber 'daliqandinê' ji ber zexteke cuda ya li stûyê wê, pêk hatiye. Di mutalayê de bal hat kişandin ku mirina bi vî awayî, wek "cînayet" jî tê binavkirin. Di rapora ku wêneyê yekem ê Ayşe Tayurak ê dema bûyerê jî cih digirt de, hat dîtin ku benê tê îdiakirin Ayşe xwe pê daliqandiye, ne li stûyê wê, di çeneya wê de şop hiştiye.