Hefîza Şeqîr: Ji bo rakirina tundiya li ser jinan pêwîstî bi pêngavên piştgiriyê heye

Hiqûqnas Hefîza Şeqîr destnîşan kir ku ji bo pêkanîn û bi çalakkirina qanûna bi jimare 58 'an a ji bo sînordakirina tundiya li ser jinan, pêdivî bi tevger û pêngavên hevbeş ên piştgiriyê heye.

NAZIHA BOUSSIDI

Tûnis - Hiqûqnas Hefîza Şeqîr a Tûnisî destnîşan kir ku ji bo alîkariya jinên ku rastî tûndiyê tên pêwistî bi hemahengiya di navbera hemû aliyan de heye û her wiha ji bo doza jinên ku rastî tûndiyê tên pêdivî bi avakirina tevnekê komaleyî ya ku bibe hêzek piştgiriyê heye. 

Hiqûqnas Hefîza Şeqîr ji ajansa me re diyar kir ku qanûna bi jimar 58'an dema ku di sala 2017'an de derket wek "Şoreşgerî" hat binavkirin, ji ber ku armanc dike tedbîrên pêwîst deyne da ku hemû cureyên tundiyê li dijî jinan ji holê rake ku li ser bingeha cudekariya di navbera zayendan de ye. Her wiha armanc dike ku wekhevî û rêzgirtina rûmeta mirovî pêk bîne.

“Ji bo ku jinan bi hêz bike qanûn hat derxistin”

Hefîza Şeqîr ev yek anî ziman: "Ev qanûn derket ji bo ku jinan bi hêz bike, bikarin bi dadwerî li pey sûcdaran bigerin, mafên xwe bi dest bixin. Xwedîderketina li jinên mexdûrên şîdetê ji aliyê pêkhateyên pêwendîdar ve û avakirina çavdêriyeke niştimanî ji bo berhevkirina agahiyan û pêşkêşkirina amaran, rêjeya tundutujiyê hîn zêde dibe. Ne tenê di aliyê hejmar ve  di warê hovîtiya tawanên ku hatine kirin de jî heft qat zêde bûye. Li gorî amarên Wezareta Jinan di heyama karantînayê de, zêdebarî girtina hin navendên hewandinê yên jinên rastî şîdetê hatine çêbû. Li şûna vekirina navendên nû yên heyî hatin girtin.”

Hefîza Şeqîr destnîşan kir ku gelek astengî hene nahêlin qanûn bi awayê tê xwestin werin pêkanîn û got ku hin xwediyên biryaran hene niyeta wan tune ye qanûn werin çalakkirin. Ji ber zîhniyeta wan a li dijî mafên jinan û wiha domand: "Pêşketina rewşa niha dibe sedema nîgeraniyê di warê dijwariya pabendbûna hemû aliyên pêwendîdar de.”

“Pêwîstî bi hevahengiyê heye”

Hefîza Şeqîr li ser rola Çavdêriya Niştimanî ya Têkoşîna li Dijî Tundutujiya li ser Jinan û saziyên ku bi parastina wan re têkildar in pirsî û bal kişand ser pêwîstiya hevahengiyê di navbera hemû aliyan de ji bo alîkariya jinên mexdûrên şîdetê û divê kar ji bo avakirina tevnek komeleyî bê kirin ku dê bibe hêzek piştgir ji dozên jinan.

Der barê êrîş û binpêkirinên mafên jinan ên di deh salên borî de jî wiha got: "Bêguman di deh salên borî de di warê mafên jinan de paşketin çêbû. Ji ber ku ji sala 2011'an ve kampanyayek li dijî jinan hatiye destpêkirin û di qada giştî de rastî şîdetê hatine. Di dema nivîsandina destûrê de xwestek hebû ku jin temamkarên mêran bin lê belê ji aliyê saziyên sivîl û hêzên demokratîk ve zext hat kirin ji bo guhertina wê bi wekheviya tam bi mêran. Her wiha me gelek êrîşên li ser jinan jî tomar kirin, bûyerên destavêtinê jî di nav de hene.”