‘Di doza Kobanê de dadgehî alîgiriya xwe îlan kir’

Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê Nûray Ozdogan diyar kir ku dozger û dadgerê Doza Kobanê bi mutalaya û biryarên xwe alîgiriya xwe ya hilbijartinê nîşan dane û got; “Desthilatdariyê siberoja xwe bi ‘Dozên kûmpasê’ ve girê daye.”

Navenda Nûçeyan- Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê têkildarî dozgerê mutalaya der barê doza Kobanê de pêşkêşkir de, li Navenda Giştî ya HDP’ê daxuyaniya çapemeniyê da.

Hevberdevka Komîsyonê Nûray Ozdogan di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser biryara ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya der barê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û parlamenter û rêveberên HDP’ê de daye.

‘Pêvajoya darazê hatiye rawestandin’

Nûray Ozdogan da zanîn ku DMME’ê îtîraza hikûmeta Tirkiyeyê ya li dijî biryara xwe red kir û got: “Divê li gorî biryarên DMME’yê doz bihata betalkirin. Me careke din duh dît ku hiqûq bi temamî hatiye binpêkirin û li ser daxwaza îqtîdarê kar tê kirin.”

Nûray Ozdogan destnîşan kir ku ew biryarên demkî yên dadgehê û mutalaya dozgeriyê pêşkêş kiriye alîgiriya xwe ya hilbijartinên 2023'yan eşkere kiriye û got: “Em vê yekê qebûl nakin. Ji bo dîroka demokrasî û pergala hiqûqî ya Tirkiyeyê cihê xemgîniyê ye. Heyeta dadgehê di vê heyamê de hemû pêvajoyên darazê rawestand. Tekane motîvasyona kurtkirina pêvajoya ber bi cezakirinê bû. Bi zelalî diyar kir ku ew ê biryarên erênî yên weke biryarên ne dozgeriyê jî weke delîlên di dosyayê de bihesibînin. Hiqûq mafên bingehîn ên mirov in. Hiqûq ji bo mirovan e. Dema ku ev bên binpêkirin, tiştên ku şerm in xwe didin nîşandan.”

‘Mutalaa bilind manîpulasyona siyasî digre nava xwe’

Nuray Ozdoxan da zanîn ku siyasetmedarên girtî û lêpirsînên wan temam bûne, li dijî îdianemeyê mafê li dijî vê beyannameyê ji holê rakirine û destnîşan kir ku di qonaxa dawî ya dadgehê de lêpirsîn û parastinê nagirin û der barê  mutalaa dozgeriyê de ev nirxandin kir: “Muwekîlên me ji ber xebatên siyasî, daxwaza cezayê muhebetê ji bo wan hat kirin, daxwaz kiribûn ku kesên berdayî werin darizandin, girtî werin darizandin. Hewldanên ji bo lêpirsîn û parastinê ev bi mehan e em nîşan didin, hewldanên me yên ji bo em peywira xwe bi cih bînin, weke seknek rêxistinî girtin dest. Hişyarîkirina weqfên hiqûqê, baro, parêzer bi awayek adil û bêalî werin darazandin krîmînalîze kirine, manîpulasyonên siyasî yên digre nava xwe mutalaa mezin xwendiye. Di pêvajoya hilbijartinê de amura herî mezin ya manîpulasyonê parastina mutalaaya beriya ku bigijîjin darizandinan e bi taybetî kurtasiya wê ya basinê û em dixwazin amadekirina nota zanyariyê bi raya giştî re parve bikin. Makamê dozgeriyê li ser navê rayê, mafê vî welatî û li ser navê desthilata heyî tevger dike û bi hemû tevger û pêkanînên xwe aşkera kiriye.” 

‘Pêşeroja xwe bi dozên kûmpasê ve girê dane’

Nuray Ozdogan herî dawî wiha got: “Piştî 14’ê Gulana 2023’yan em ê rayedarên darazê ji nava vê tabloya şermê ya ku ketinê, derxin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê siberoja xwe bi dozên komployê-kûmpasê yên li dijî partiya me, wekîlên me, endamên me ve girê dane. Em ji propagandaya Goebbelsvarî têr nûne. Gelê me rastiyê dibîne, wê gelê me di vê hilbijartinê de şêwe bide pêşeroja xwe û bersivê li ser sindoqan bide.”