Jinên Mexribê bertek nîşanî polîtîkayên bêcezatiyê dan

Di doza “tecawiza bi komî” ya li Fasê ku li dijî zarokek keç pêk hatibû de ji bo tecawizkaran 2 sal ceza hat dayîn. Li ser ve yekê jinan bi dirûşmên “daraz li vir e edalet li ku ye?” bertek nîşanî polîtîkayên bêcezatiyê dan.

HANAN HARITE

Mexrib- Sala borî li Mexribê li dijî zarokek keç "tecawiza komî" pêk hatibû û der barê bûyerê de 3 mêr hatibûn binçavkirin û girtin, lêpirsîna ku dihat meşandin piştre veguherî dozê. Dadgehê biryara xwe ya der barê 3 kiryarên ku ji doza "tecawiza komî" ya li Mexribê dihatin darizandin eşkere kir. Ji bo kiryaran tenê 2 sal cezayê girtîgehê hat dayîn û ev yek bû sedema berteka jinan.

'Em ê zincîrên ku ji ber paşverûtiyê hene bişkînin'

Parêzvanên mafên jinan û komeleyên sivîl ên ku di bin navê "Koalîsyona Kaniya Rûmetê" de li hev civiyan, duh bi çalakiyek êrîş û biryarên darazê yên li dijî jin û zarokên keç şermezar kirin. Di çalakiyê de der barê mijarê de gelek dovîz hatin vekirin, jinan wêneyê zaroka keç a ku rastî êrîşê hat jî hilgirtin û li ber Dadgeha Îstînafê ya bajara Rabat ê Mexribê li hev civiyan û dûrişmên "Ji tecawiza li dijî zarokan re na", "Ji bêcezatiyê re na", "Ji qanûnên cudakar re na", "Ji erîşa zayendî re na", "Dadgeh li vir e, edalet li ku ye?", "Em ê bi ser bikevin û zincîrên paşverûtiyê bişkînin" berz kirin.

'Em vê biryarê red dikin'

Endama Komeleya Lihêvkirina Malbat û Jinan Khadija Zgheighî bi van gotinan bertekên xwe anî ziman: “Em biryara ku di doza erîşa zayendî ya li dijî zaroka keç a 11 salî de hatiye dayîn şermezar dikin. Daraz li cihê ku li pişt mexdûran be û edaletê pêk bîne, sûcdaran bi bêcezatiyê xelat kir. Em biryarê qebûl nakin û daxwaz dikin ku ceza ji nû ve di ber çavan re were derbaskirin.”

'Em ê bêdeng nemînin'

Sendîkavan û aktivîsta mafên mirovan Zouhaira Bouhbran jî wiha axivî: “Biryara der barê vê dozê de ne tenê tevgera jin û mafên mirovan, tevahiya civaka Mexribê şok kir. Ji ber ku ev doz, doza zaroka ji 11 salî biçûktir e ku ji aliyê komek mêran ve bi awayekî hovane rastî erîşa zayendî hat û bû sedema ducanîbûna wê. Mijarek travmayê ye ku ev zarok hê bi xwe zarok e û bi vê êrîşê ducanî ma. Bûyera ku qewimî tevahî civakê hêrs kir. Biryara dadgehê ne adil e. Biryara ku hat dayîn, biryareke wisa ye ku werêkiyê dide sûcdaran. Em ê çalakiyên şermezarkirinê berdewam bikin. Em daxwaz dikin ku qanûn di ber çavan de were derbaskirin. Em îro bi destên darazê, bi parastina tecawizkaran re rû bi rû ne. Em ê li dijî sûcên erîşên zayendî yên li dijî zarokên keç bêdeng nemînin û em ê zarokên xwe bêparastin nehêlin.”

'Divê cezayên herî giran werin dayîn’

Endama Koalîsyona Kaniya Rûmetê Najat el-Razî jî wiha axivî: "Biryar biryareke ku werêktî dide kiryaran e. Heta ku cezayê giran neyên dayîn, tundiya li dijî jinan ji holê ranebe. Em dixwazin qanûn ji nû ve di ber çavan de bên derbaskirin û gihandina jinan a edaletê bê misogerkirin. Ji bo kiryar ji biryarên darazê cesaret negirin, divê cezayên herî giran bên dayîn."