“Em kujeran nas dikin, teqez em ê hesab bipirsin”

Jinên ku bertek nîşanî veguhestina dosyaya kujerê Denîz Poyraz Onur Gencer dan, bi gotina "Em kujeran nas dikin, teqez em ê hesab bipirsin" dan zanîn ku ew ê bi hev re cîhana ku Denîz xeyal kir ava bikin.

Îzmîr - Danişîna 5’emîn a doza ku Onûr Gencer ji qetilkirina Denîz Poyraz tê darizandin li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê hat dîtin. Beriya danişînê li ber edliyeyê daxuyanî hat dayîn. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlamenterên HDP’ê Mûrat Çepnî, Oya Ersoy, Serpîl Kemalbay, parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu, Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmên "Denîz Poyraz serhildana me ye", "Jin, jiyan, azadî "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" hatin berzkirin.

“Kujerên Denîz tên parastin”

 

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay di daxuyaniyê de mafê axaftinê girt û wiha got: “Kujer ji roja destpêkê ya komkujiyê ve hatine parastin û veşartin. Helwesta heyeta dadgehê ya ku divê ji bo eşkerekirina heqîqetê têbikoşe eşkere ye. Daxuyaniya dawî hevalên me yên parêzer dest bi pirsan kirin. Helwesta kujer û heyeta dadgehê ji bo pêşîlêgirtina heqîqetê bû. Helwesteke astengkirinê nîşan dan. Em helwesta komîteyên dadgehê di dosyayan de û helwesta hikûmetê dizanin. Ev helwest helwesta bêcezakirinê, nehiştina aşkerabûna heqîqetê, parastina kiryaran û nebûna sûc e. Hesab bê pirsîn. Em ne xerîbê vê ne. Em bi biryar in ku li dijî vê têbikoşin. Têkoşîna jinan wê dawiya dawî hesab ji kujeran bixwaze. 

 

“Em ê bi têkoşîna xwe bi ser bikevin”

Gunay anî ziman ku heman zîhniyeta qetlîamker, zihniyeta dijî jin û dijî Kurd Nagihan Akarsel jî qetil kiriye û got: "Heke kujerên Denîz eşkere bibûna, hesab bihata girtin û tedbîrên pêwîst bigirtana, hevala Nagihan wê di encama sûîqestek de nehata kuştin. Ev desthilatdarî ji jinên rêxistinkirî, ji têkoşîna azadiyê ditirse ji Jînaya ku qetil kiriye ditirsin. Ji ber vê jî bi polîtîkaya qetlîamê êrîş dike. Zîhniyeta ku Jîna kuşt û zîhniyeta ku Nagîhan qetil kir û zîhniyeta ku Denîz Poyraz kuşt heman zîhniyet e, mêjiyê mêr û mejiyê mêtinger e. Soza me ye, em ê bi hemû hêza xwe li ser vê xakê aştî û rengê jinan bidin qebûlkirin. Em dîsa dibêjin ‘Jin, jiyan, azadî’ li ser vê xakê deng û nefesa azadiyê ne. Em soz didin ku dê ev kujer hesab bidin her kesê. Em ê bi berxwedana xwe vê bikin û bi têkoşîna xwe em ê bi ser bikevin." 

Nuray Ozdogan: Dosya hat revandin

Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Nûray Ozdogan li vir daxuyanî da û got: "Cînayeta Denîz Poyraz cînayeta jinan e, cînayetek siyasî ye. Heyeta dadgehê nikare biryarê bide ku dê kî Denîz Poyraz biparêze. Em ê destûrê nedin cînayet di tarîtiyê de bimîne. Ez bang li rayedarên darezê dikm dibêjim; hûn nikarin bi revandinê vê dosyayê ji me veşêrin, bi guhertina cihan nikarin tarî bikin. Ji bo ronîkirina vê cînayetê em ê dîsa li wir bin. Divê daraz dev ji şirîkatiya van cînayetan berde. Dosya hat revandin.

 

Dîdar Gul: Em ji daraza mêran bawer nakin

Ji Platforma Jin Bi Hev re Bi Hêz in a Îzmîrê Dîdar Gul axivî û anî ziman ku ew tevli hemû danişînan bûne û wiha got: “Baweriya me kesên ku Denîz qetil kiriye û daraza mêr re jî nîn e. Em li vir in ji ber ku em têkoşîna xwe bi hêz girtina ji hev mezin dikin. Em bê westan dibêjin ku em li dijî dewleta mêr têdikoşin. Em li vir in, ji ber ku hesabek ya me ya were pirsîn heye, gotina ku em bibêjin heye. Ev 5 danişîn in em li ber edliyeyê rastî gelek bêhiqûqiyan tên. Ger hûn bixwazin bila 5 hezar dadgeh derbas bibe, em ê li vir bin.”

Zîlan Kubat: Em ê şopdarên dozê bin

Piştî axaftina Dîdar Gul, metna çapemeniyê hat xwendin. Daxuyaniya hevpar li ser navê Platforma Jin Bi Hev re Bi Hêz in Zîlan Kubat xwend. Zîlan Kubat anî ziman ku ew ê cîhana ku Denîz xeyal dikir bi hev re ava bikin û got: “Têkoşîna hevrêya me, xwişka me Denîz wê li ser milên jinan bilind bibe. Mîna Denîz deng û nefesa her jina ku hûn ji têkoşîna wê ditirsin dê bi têkoşîna me mezin bibe û xurt bibe. Ji bo her nefesa ku hûn jiyana wan bidizin, em ê serhildana xwe hezar car zêde bikin û biqîrin. Heta ku hemû berpirsyarên vê êrîşê bên darizandin, heta ku bêedaletiya mêr edaleta rastîn pêk bê em ê şopdarên vê bin.”