Dadgeha Îstînafê cezayê kiryarê ku li dijî zarokek êrîşa zayendî kiribû kêm dît

Cezayê kiryar Tacattîn G. yê ku li Rûbarokê hewl da êrîşa zayendî li dijî zarokek bike, bi sûcdariya "îstîsmara hêsan" hatibû dayîn, hat betalkirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Colemêrg - Di 16'ê Gulana 2021'ê de li gundekî girêdayî navçeya Rûbaroka Colemêrgê mêrê bi navê Tacattîn G. yê 25 salî hewl da êrîşa zayendî li dijî zarokek bike. Piştî ku malbat ji bûyerê agahdar bû û gilî kir Tacattîn G. hat girtin û şandin girtîgehê. Tacattîn G. ê ku der barê wî de bi sûcên “îstîsmara hêsan" û "bêparkirina azadiyê” îdianame hat amadekirin, di doza hat darizandin de 10 sal cezayê girtîgehê girt. Cezayê ku parêzeran îtîraz kirin û serî li dadgeha bilind dan, ji Dadgeha Îstînafê hat vegerandin. Dadgehê xwest darizandin ne bi sûcdariya "îstîsmara hêsan",bi sûcdariya “îstîsmara zayendî ya bi kalîte bê dîtin.

Di bûyerê de lêkolîna delîlên têrker nehat kirin

Der barê hewldana destdirêjî û êrîşa zayendî ya li dijî zarok de lêkolîn û keşfkirina cihê bûyerê nehat kirin. Di bûyera ku tevî daxwaza parêzeran jî lêkolîna delîlan nehat kirin de, ji bo DNA'yê cilên li ser zarok nehatin girtin Di lêpirsînê de şopên êrîşa zayendî li ser zaroka ku birine nexweşxaneyê hatin dîtin lê îfadeya zarok bi hebûna pedagogan nehat girtin.

Dadgeha Îstînafê got “ne îstîsmara hêsan e”

Kiryarê ku piştî hat girtin, der barê wî de bi sûcê "îstîsmara hêsan" îdaname hat amadekirin, di duyemîn danişîna ku di meha Cotmehê de li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Geverê hat dîtin de ji heman sûcî 10 sal ceza girt. Kiryar ji sûcê "bêparkirina azadiyê” jî beraet kir. Parêzerên ku ji cezayê hat dayîn re îtîraz kirin, dosyayê birin dadgehek bilind. Dadgeha Îstînafê jî diyar kir ku divê ev bûyer ne wekî “îstîsmara hêsan“ wekî “îstîsmara zayendî ya bi kalîte” bê nirxandin û dosya ji dadgeha herêmî re şand. Dadgeheke bilindtir a ku cezayê hat dayîn jî xira kir, diyar kir ku divê ev darizandin bi vê sûcdariyê bê kirin.

Dê danişîna dozê ya kiryarê ku hê girtî ye, di 28'ê Tîrmehê de ji nû ve bê dîtin.