Bi vegotina zarokan û giliyên mamoste tacîzkar hat girtin

Li Farqînê kesê bi navê Etem Y. ê ku çar zarokan tacîz kir, piştî ku bûyer derket holê hat girtin. Ji ber ku malbatên zarokan kiryar gilî nekiribûn, mamosteyê rehber bûyerê ji darazê re ragihand.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Li Farqîna Amedê Etem Y. ê 25 salî du jê xwişkên wî, li dijî çar zarokan tacîza zayendî kir. Hat hînbûn ku tacîza li ser van zarokan bi salan e domiya ye, haya malbatên wan jê hebûye û tevî giliyên zarokan jî malbatan tenê Etem Y. hişyar kirine. Piştî ku bûyer gihîşt qereqolê, li ser giliyên zarokan Etem Y. hat girtin lê dê û bavên zarokan  tacîzê Etem Y. gilî nekirin.

Demek dirêj zarokan tacîz kir

Li gorî agahiyan, tacîza zayendî ya li ser zarokan di navbera salên 2018 û 2021’ê de çêbûye, zarokan tacîza li ser xwe ji dayikên xwe re gotine lê tiştek nekirine. Piştî ku zarokan ji mamosteyê rehber re behs kirine gilî hatiye kirin û saziyên edlî hatine agahdarkirin. Piştî ji mamoste re gotine, îfadeyên zarokan li ba psîkologek hatine girtin.

Dayikê kiryar gilî nekir

Piştî bûyera tacîza zayendî ya ku di Kanûna 2021’ê de derket holê Etem Y. hat binçavkirin û piştî rojek hat girtin û şandin girtîgehê. Etem Y. ji tacîza li dijî 4 zarokan ku du ji wan xwişkên wî, du jî xizmên wî ne, zarokên mexdûr gilî kirin lê gotinên dayika Etem Y. a ku hat diyarkirin ji bûyerê agahdar bûye gotiye; “Haya min ji bûyerê hebû, piştî giliya zarokan min Etem hişyar kir, ez ji bi gilî nîn im” balê kişandin.

Li gorî malbatan zarok bûyerê mezin dikin!

Malbatên her du zarokên din jî gotin ku zarok di bin bandora mamosteyê xwe de mane û bûyerê mezin kirine û ji Etem Y. gilî nekirin. Piştî îfadeyên ku hatin girtin di çarçoveya lêpirsîna ku hat destpêkirin de Serdozgeriya Komarê ya Amedê îdianameyek amade kir. Di îdianameyê de, hat xwestin ku kiryar Etem te bi sûcê “li dijî zarokên ji 12 salî biçûktir tacîza zayendî” were darizandin û li gorî bendên TCK’ê yên 103/1-1, 103/1-3, 103/3-c, 43/1 were cezakirin.

Danişîn dê meha Çileyê were dîtin

Danişîna Etem Y. dê meha Çileyê li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran were dîtin.