Hiqûq

20 nûçe Rûpel 50 / 58

19 Çiriya Pêşîn 2021

16 Çiriya Pêşîn 2021

  1. Li Yemenê qada binçavkirina jinan berfirehtir dibe

    Li Yemenê qada binçavkirina jinan berfirehtir dibe

    Seroka Weqfa Akoun a ji bo Maf û Azadiyan, Lîna El-Hasanî, rayedarên li Maribê der barê ewlehiya derûnî û bedenî ya Amatallah ku ev mehek e di girtîgehên ewlekariya siyasî de tê girtin, berpirsyar dîtin û da zanîn ku ew girtîgeh, yek ji girtîgehên herî xirab ên li Yemenê ye.

15 Çiriya Pêşîn 2021

13 Çiriya Pêşîn 2021

  1. "Li Rihayê ewlehiya canê girtiyan tune ye, em ê serlêdana sûc bikin"

    "Li Rihayê ewlehiya canê girtiyan tune ye, em ê serlêdana sûc bikin"

    Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Rihayê parêzer Ayşe Şehrîban Demîrel a ku rojên derbasbûyî bal kişand ser îşkence û binpêkirina mafên girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2 a Rihayê û diyar kir ku ew ê li dijî kesên îşkence kirine serlêdana sûc bikin û bang li saziyên neteweyî û navneteweyî kir ku "bikevin tevgerê”.

12 Çiriya Pêşîn 2021

  1. "Her kesê ku jinan neparêze û tedbîran negre kiryarê kuştinê ye"

    "Her kesê ku jinan neparêze û tedbîran negre kiryarê kuştinê ye"

    Parêzer Fazilet Taştan Arserîm bal kişand ku li Rihayê bûyerên kuştina jinan û mirina bi guman zêde bûne û wiha got: “Qetilkirina jinan û bûyerên şîdetê ne bûyerên ferdî ne. Ew bûyer bi nêrîna civak û mêran a li hemberî jinan pêk tên. Ji ber vê yekê kuştina jinan polîtîk e. Her kesê ku jinan neparêze, tedbîran negire û êrîşî mafên wan ê jiyanê bike kiryarê kuştina jinan e.

10 Çiriya Pêşîn 2021

  1. Bi rêziknameyê re, girtî bêyî ku bên dadgehkirin cezayê wan tê zêdekirin

    Bi rêziknameyê re, girtî bêyî ku bên dadgehkirin cezayê wan tê zêdekirin

    Bi guherîna qanûna înfazê re, bi sedan girtî bi hinceta ku “rewşa wan nebaş e” nayên berdan. Sekretera Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) Parêzer Renkîn Ergul diyar dike ku girtiyên tehliyeya wan ji ber sedemên cuda taloqî şeş mehan hatiye kirin, bêyî ku dadgeh bibin dîsa ceza li wan tê birîn û dibêje ku pîvanên di rêziknameyê de ne objektîf in.

8 Çiriya Pêşîn 2021

  1. Gurbet Fîda ya hatî qetilkirin bi rojan hatiye desteserkirin û îşkence ditiye!

    Gurbet Fîda ya hatî qetilkirin bi rojan hatiye desteserkirin û îşkence ditiye!

    Di rapora otopsiya pêşî ya Gurbet Fîda ya ku li Licê ji aliyê Alî Fîda ve hat qetilkirin de, hat tespîtkirin ku li cihên cuda yên laşê wê şop û birîn hene. Parêzerên ku dosya lêkolîn kirin, bal kişandin ser Gurbet Fîda ya beriya ku bê qetilkirin bi rojan hatiye desteserkirin û îşkencekirin û diyar kirin ku ji bilî kiryar, divê kesên ku tevlî sûc bûne bên tespîtkirin û dosya bi berfirehtir were lêkolin kirin.

7 Çiriya Pêşîn 2021

  1. Li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de azadiya jinan tune ye

    Li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de azadiya jinan tune ye

    Parêzvanên mafên mirovan ên Yemenê belgeyek fermî ya ku zilm û zora tiliyên hejmarek olperestên zilm tê de hebû û zordarî li jinan dikin parve kirin. Belgaya ku hat parvekirin îsbat dike ku milîsên Hûsî ceza li malbatên Yemenê yên ku li dijî qanûnên nû derdikevin ferz dike.

5 Çiriya Pêşîn 2021

  1. Dadgehkirina modelîsta Yemenî, Întisar Al-Hammadi berdewam dike

    Dadgehkirina modelîsta Yemenî, Întisar Al-Hammadi berdewam dike

    Di rûniştina doza modelîsta Yemenê Întisar El-Hammadî de parêzerên parastinê, daxwaz kirin ku tawanên exlaqî û xirab ên ku ne li ser delîlan in werin rakirin ku yek ji wan îdiaya dozgeriyê ya ku hatibû gotin Întisar Al-Hammadi keçên nenas teşwîqê fuhûşê û kiryarên bêedeb kiriye.

30 Îlon 2021

  1. Diyardeya parsekiyê di nava zarokên Idlibê de zêdetir dibe

    Diyardeya parsekiyê di nava zarokên Idlibê de zêdetir dibe

    Şer û pevçûnên ku çêdibin, zêdetir jiyana zarokan vediguherînin dojehê. Zarokên ku pêdiviya wan bi xwedîkirina baş a madî û manewî heye; ji ber şerên ku mezin derdixin, xwe di nava jiyana zor û zehmet de dibînin ku ev yek ne li gorî tu awayê zarokatiyê ye. Idlib yek ji wan deran e, zarok ji beden û temenê xwe girantir di bin barê jiyanê de ne. Ev zarok hem dixebitin hem jî ji birçîna parsekiyê dikin.

  2. “Divê Aysel Tugluk demildest bê berdan”

    “Divê Aysel Tugluk demildest bê berdan”

    Parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr, bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên giran ku siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk ev salek e pê re rû bi rû ye û xwest ku e demildest bê berdan û bal kişand ku Serokatiya ATK’ê ya Stenbolê ku rapora "Ew dikare di girtîgehê de bimîne" amade kiriye, di rewşek neyînî de, dê berpirsiyar be. Reyhan Yalçindag Baydemîr diyar kir ku wan li hemberî vê mijarê îtîraz kirine û da zanîn ku dê pêvajoyên zagonî bên destpêkirin.

29 Îlon 2021