Hiqûq

20 nûçe Rûpel 43 / 58

6 Sibat 2022

  1. Zarokên bi dayikên xwe re di girtîgehê de dimînin para xwe ji binpêkirinan digrin

    Zarokên bi dayikên xwe re di girtîgehê de dimînin para xwe ji binpêkirinan digrin

    Zarokên ku bi dayikên xwe re li girtîgehan dimînin ji şert û mercên girtîgehê gelekî bi bandor dibin. Tenê li Girtîgeha Giştî ya Jinan a Amedê 13 zarok bi dayikên xwe re ne. Parêzera OHD'ê Adîle Salman bal kişand ku pêkanînên li girtîgehan travmayên cuda li ser zarokan çêdikin, diyar kir ku zarok ji ber kêmxwariniyê pir bi hêsanî nexweş dikevin.

5 Sibat 2022

  1. Doza ku parastina kiryar a 'tehrîk' hat asasgirtin 3 sal in bi encam nebûye

    Doza ku parastina kiryar a 'tehrîk' hat asasgirtin 3 sal in bi encam nebûye

    Doza Muteber Akbulut a ku di Mijdara 2019’an de ji aliyê Hasîp Akbulut ê ku pê re zewicîbû ve hatibû qetilkirin, tevî 3 sal derbas bûn jî hê bi encam nebûye. Di dosyaya ku kiryar parastina tehrîkê kir de, rapora ehliyeta sûc a kujerê Muteber Akbulut û rapora DNA’yê ya ku zarok ji wî ne yan na, hatin xwestin. Parêzera dozê Elîf Tîrenç Îpek Ulaş bal kişand ku ji bo kujer kêm ceza bigre her rê tên ceribandin.

4 Sibat 2022

1 Sibat 2022

  1. “Ji daxwazên me yên sereke bihêzkirina jinan di aliyê aborî û siyasî de ne”

    “Ji daxwazên me yên sereke bihêzkirina jinan di aliyê aborî û siyasî de ne”

    Jinên Îraqî xwe dispêrin çalakvanên di warê mafên jinan de ku bi serkeftina akademîk di jiyana xwe de riya têkoşîna femînîst bidest xistine û wê serkeftina xwe dixin xizmeta parêzvaniya mafê jinan de. Parêzvana Mafê Jinan Wejdan Abdul Amîr jî yek ji wan jinên serkeftîye ku di van mijaran de lêhurbûn û bernameyên wê hene diyar kir ku ji bo bidestxistina mafê jinê yê kar kirine weke femînîst wan gelek çalakî li dar xistine û dê çalakiyên wan dewam bikin.

  2. Pêvajoya karantînayê ya 15 rojan ji bo girtiyên nexweş vediguhere îşkenceyê!

    Pêvajoya karantînayê ya 15 rojan ji bo girtiyên nexweş vediguhere îşkenceyê!

    Pêvajoya karantînayê ya 15 rojan a ku 2 sal in li girtîgehan tê pêkanîn, pêvajoyên dermankirina girtiyên nexweş vediguherîne îşkenceyê. Girtiyên ku piştî ji nexweşxaneyê vedigerin 15-20 rojan di karantînayê de dimînin, piraniya caran nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanî bi cih bînin. Xizmên girtiyan daxwaz dikin ku ev pêkanîn bi awayekî ku bandorê li girtiyên nexweş neke bê sererastkirin.

31 Kanûna Paşîn 2022

  1. "Mafê astengdaran nayê dayîn"

    "Mafê astengdaran nayê dayîn"

    Cîgira Serokê Lijneya Rêveber a Komeleya Derçûyên Astengdarên Çav Fayza Bakron diyar kir ku hinek ji mamosteyan beşdarî îmtîhanên wezaretê bûne û 22 ji wan şareza bûne û Ofîsa Wezîfdaran jî bi hejmarek ji wan re têkilî daniye lê ew ji ber zextên giran ên di dema hevdîtinê de li ser wan dihat kirin matmayî mane lewre ev kiryar bi peyama "ji bo kar ne guncaw e" bi dawî bû.

30 Kanûna Paşîn 2022

  1. Dadger Nona Gaprindashvilî ya ku doz li Netflixê vekir mafdar dît

    Dadger Nona Gaprindashvilî ya ku doz li Netflixê vekir mafdar dît

    Hosteya setrencê Nona Gaprindashvilî, got rêzika di rêzefîlma tv. The Queens Gambit ku "tu carî bi mêran re rastî hev nehatiye" zayendperest û biçûkxistin e û li dijî Netflix dozek 5 mîlyon dolarî vekiribû. Dadgerê Herêma Dewletên Yekbûyî diyar kir ku argumana Nona Gaprindashvili maqûl e.

26 Kanûna Paşîn 2022

25 Kanûna Paşîn 2022

24 Kanûna Paşîn 2022

  1. Taybetmendiyên fizîkî girtin ber çavan û dosyaya mirina bi guman girtin

    Taybetmendiyên fizîkî girtin ber çavan û dosyaya mirina bi guman girtin

    Li Farqînî piştî mirina bi guman a Ayşe Tayurak lêkolîna ku dabûn destpêkirin biryara girtina dosyayê dan. Di biryare de kîlo û taybetmendiyên fizîkî yên gumanbar Adem Tayurak girtin ber çav. Di biryarê de şîdeta sîstematîk a 25 salan ji nedîtîve hat dîtin û li gorî gotinên zarokên wê gotin xeyalî ne. Parêzer wê vê biryarê itiraz bikin.

23 Kanûna Paşîn 2022

20 Kanûna Paşîn 2022

  1. Femînîst daxwaza reforma sererastkirina koda malbatê dikin

    Femînîst daxwaza reforma sererastkirina koda malbatê dikin

    Qanûna Malbatê ya ku di sala 2004’an de ket meriyetê, wê demê gengeşiyek li Mexribê çêkir, ev qanûn ji ber ku piştî ceribandinek dirêj û dijwar hat ku mafên jinên Mexribî û giştî malbatê bixe bin temînatê. Piştî 17 salan derxistina qanûna malbatê, tevgerên femînîst dibînin ku ev kod bi rastiya jin û malbatê re bi nakok bûye. Ji ber ku êdî hewcedariyên Destûra Bingehîn a 2011’an ku di xala 19’an de qebûl dike ku jin û mêr bi wekhevî ji maf û azadiyên sivîl, aborî, civakî, çandî, hawirdor û siyasî sûd bigrin pêk naynin.

19 Kanûna Paşîn 2022

  1. Nefûsa Hiso: Nabe ku hêsanbûn di tedbîrên kujerên jinan de hebe

    Nefûsa Hiso: Nabe ku hêsanbûn di tedbîrên kujerên jinan de hebe

    Nefûsa Hiso destnîşan kir ku sûc sûc e û tu sûc di bin navê namûsê de nîn e û wiha got: "Kuştina jinan îro bi sûcê namûsê nayê nixumandin, her sûc temam tê dîtin û ceza ji sê salan heya dawiya temen dest pê dike. Îstîsmara fizîkî, derûnî û exlaqî, lêdan û tundiya her cure nayê qebûlkirin û qanûn wê ceza dike.”

18 Kanûna Paşîn 2022

  1. Bertek ji bo îdianameya daraza mêr: Êrîş ne “bi zanebûn” bi “sêwirandinê” pêk hat

    Bertek ji bo îdianameya daraza mêr: Êrîş ne “bi zanebûn” bi “sêwirandinê” pêk hat

    Nurcan Kaplan a ku li dijî tundiya sîstematîk 12 caran serlêdana parastinê kir, 7 meh berê bi dayika xwe Nezîre Demîr re, ji aliyê hevjînê xwe Tarik Kaplan ê ku di pêvajoya hevberdanê de bû rastî êrîşa çekdarî hat. Parêzer Zelal Erdemcî, diyar kir ku der barê kiryarê ku bi awayekî vekirî gotiye ew çûye herdu jinan bikuje de, ne “sêwirandine”, bi îdiaya “bi zanebûn” kuştin û birîndarkirinê îdianame hatiye amadekirin.

  2. Basma El-Sûsî: Pêwîst e ji bo başkirina rewşa jinên astengdar zîhniyet biguhere

    Basma El-Sûsî: Pêwîst e ji bo başkirina rewşa jinên astengdar zîhniyet biguhere

    Jinên astengdar li Tûnisê di rewşeke dijwar de ne ku ev rewşa tevahî jinan li Tûnisê wiha ye lê bi taybetî jinên astengdar rastî cudakariya ducarî tên, weke jineke astengdar. Ev yek dike ku pêkhateya jinên astengdar di bernameyan de jî di asta zagonan de, tunebe, ruxmî hebûna wê lê mafên mirovan naparêze, ji ber ku bi awayekî rast behsa taybetiyên jinên astengdar nake û lewma jî mekanîzmayên pêwîst ji bo parastina mafên wan pêk nayne.