Jinên Dariyayê di ‘Konê Rastiyê’ de çarenûsa windayan eşkere dikin

Jinên bajarê Dariyayê yên gundewarên Şamê, piştî hilweşîna rejîmê û nediyarbûna çarenûsa hezkiriyên xwe, ji bo ku hewldanên malbatan yek bikin, dest bi pêşxistina destpêşxeriya ‘Konê Rastiyê” kirin.

Jinên Dariyayê di ‘Konê Rastiyê’ de çarenûsa windayan eşkere dikin

ÇILNAR EL ELÎ

Şam – Ji rewşa bendewarî ya ku windabûna kur, hevjîn û xizmên wan li ser wan ferz kiriye, jinên bajarê Dariyayê yên gundewarên Şamê,ji bo ku çarenûsa kesên windabûyî bişopînin û daxwaza eşkerekirina rastiyê bikin, li Sûriyeyê dest bi lêgerîna rêyekê kirin.

Piştî hilweşîna rejîma Esed û vekirina girtîgehan, bêyî ku gelek malbat bersivekê li ser çarenûsa xizmên xwe bibînin, komek jinan biryar da ku hewldanên malbatan di çalakiyeke mafên mirovan de rêxistin bikin. Ji bo ku daxwazên wan bikin yek û derfetê bidin wan ku bi awayekî hevbeş tevbigerin, serî li rêbazek wiha dan.

Komîteyek bingehîn hat avakirin

Di Nîsana 2025’an de, jinan li Dariyayê dest bi amadekariyên avakirina “Konê Rastiyê” kirin. Wan ji destpêşxeriyên wekhev ên ku li deverên din ên Sûriyeyê derketibûn, sûd wergirt. Komek ji wan komîteyeke bingehîn ava kirin, bi malbatên kesên windabûyî re têkilî danîn û wan vexwendin konê. Di vê pêvajoyê de, Şîfa Cumbelat a ku berê di rêveberiya sivîl de wek dilxwaz xebitîbû, di gihîştina malbatan û rêxistinkirina civînên yekem de roleke bingehîn lîst.

‘Şer hîn jî şopa xwe li ser bajarê Dariyayê hiştiye’

Şîfa Cumbelat derbarê konê de ji ajansa me re axivî. Şîfa diyar kir ku ramana konê, wek bersivekê ji rewşa şok û wendabûna ku jin piştî hilweşîna rejîmê jiyabûn, derketiye holê û wiha domand: “Ji ber ku kur, mêr û xizmên wan hîn jî winda ne û çarenûsa wan nayê zanîn. Ji bo gelek jinên Dariyayê, lêgerîna kesên windabûyî bi barên rojane yên ku ji ber tunebûna endamên malbatê derketine holê, tevlihev bûye. Gelek jin xwe berpirsyarê debara zarokên xwe û birêvebirina karên malê dîtine. Ev di demekê de ye ku şer hîn jî şopa xwe li ser bajarê Daryayê hiştiye û gelek malbat nikarin xaniyên xwe nû bikin an jî jiyana xwe ya berê vegerînin.”

5 jin ji bo avakirina rêxistinkirina destpêşxeriyê hatin bijartin

Wê diyar kir ku jin li benda wê bûn ku saziyên têkildar, çi hikûmet be û çi jî her du saziyên Edaleta Veguhêz û Kesên Windabûyî bin, bala xwe bidin rewşa wan. Lê hesta wan a ku kesî pirs li ser êş û azarên wan nekiriye, wan teşwîq kiriye ku bifikirin ka ew bi xwe dikarin çi bikin. Wê destnîşan kir ku têkiliya bi malbatên kesên windabûyî re ji tora têkiliyên ku di dema dilxwazîkirina wê ya di rêveberiya sivîl de ava bûbû, dest pê kiriye. Ew di warê statîstîkê de xebitîbû û bi hejmareke mezin ji malbatên bajarê xwe nas bûbû. Şîfa Cumbelat xwedî tîmeke dilxwaz bû ku ji nêzîkî 100 keç û jinan pêk dihat û temenê wan di navbera 18 û 50 salî de bû. Ji wan gelek kes ji malbatên ku kesên wan windabûne an jî bi zorê hatine wendabûn, bûn. Ji vê tîmê wê 5 jin, ji bo ku koma bingehîn a rêxistinkirina destpêşxeriyê ava bikin, bijartin. Wê tekez kir ku divê di konê de jinên xwedî paşxaneya civakî û perwerdehiya cuda hebin, di nav wan de jinên mafzan, jinên xwenda û yên ku bêyî xwedîbûna bawername an jî ezmûna pîşeyî dixwazin projeyên xwe yên taybet pêş bixin, her wiha jinên ku berê tevlî karê giştî nebûne û yên ku malbatên wan  bi gelemperî di hundirê malê de digirtin. Li gorî wê ev cihêrengî girîng bû, ji bo ku jin bikaribin ezmûnên cuda temsîl bikin û her yek ji wan, bêyî ku ezmûn an rewşa civakî ya wê çi be, cihê xwe ji bo beşdarbûnê bibîne.

Malbat di pêşengiya tevgerê de ne

Ji civînên yekem ve, jinan li ser vê yekê li hev kirin ku “Konê Rastiyê” bibe cihê ku malbat bi xwe rêvebirina wê bikin û ew biryarê bidin ku daxwaz û pêşengiyên wan çi bin. Rola koma bingehîn tenê bi rêxistinkirina civînan, firehkirina beşdarbûnê, peydakirina piştgiriyê, koordînekirina navbera malbatan û gihandina daxwazên wan ji saziyên têkildar re sînordar bû.

Şîfa Cumbelat diyar dike ku her jina di tîmê de dest bi têkiliyê bi pênc malbatên derdora xwe re kiriye û wan vexwendiye civîneke nasînê. Di vê civînê de nêzîkî 30 malbat amade bûne. Piştre, destpêşxerî bi rêya têkiliyên cîran û xizmên wan belav bûye, heta ku hejmara malbatên ku tevlî konê bûne gihîştiye nêzîkî 200 malbatan. Li gorî texmîna wê, hejmara malbatên ku tîm bi wan re têkilî daniye jî, nêzîkî 300’î ye.

Dema ku kon nekaribe bê avakirin

Tevî ku destpêşxerî bi navê “Konê Rastiyê” tê naskirin, jinên Dariyayê wekî ku li hin deverên din ên Sûriyeyê hatiye kirin, nekarîne di cihêkî giştî de konê rastîn ava bikin. Şîfa Cumbelat di vê derbarê de diyar dike ku taybetmendiya civaka herêmî bûye sedem ku civînên jinan li kolanan û cihên giştî rastî rexne û nîqaşan bên. Ev yek jî tîmê han daye ku li cihêkî ewle bigerin ku malbat bikaribin bêyî ku jin rastî destdirêjî an jî dadbarîkirina civakî bên, hev bibînin. Tîmê hewl daye ku cihêkî serbixwe bibîne ku bi mala yek ji malbatan ve girêdayî nebe, ji bo ku berpirsyariya mêvandariya civînan li ser milê malbateke taybet nemîne û tevger wekî tevgerê malbatekê neyê dîtin. Her wiha jinan hewl dane ku navenda çandî ya bajêr bikar bînin, lê mesrefên ku ji wan hatine xwestin bilind bûne û li gorî derfetên heyî yên destpêşxeriyê nebûn. Di dawiyê de, civîn di baxçeyê zarokan ku Şîfa Cumbelat lê dixebite dest pê kirin û heta niha jî piraniya civînên komê li wir tên lidarxistin. Wê diyar kir ku hilbijartina vê cihê piştî gelek hewldanan ji bo dîtina cihêkî guncaw bû, da ku civîn bên domandin û taybetmendiya beşdaran parastin.

Doza kesên windabûyî û daxwaza eşkerekirina çarenûsa wan berpirsyariyeke hevbeş e

Ev hûrgilî jinan di xebata wan a ji bo vê dozê de rastî astengiyeke din dike. Beşdarbûna di çalakiyeke giştî de carna bi bendewarî û kevneşopiyên civakî re rû bi rû dibe ku cihê hebûn û tevgera jinan di civakê de destnîşan dikin. Tevî vê yekê, jinên di koma bingehîn de mijûlî firehkirina beşdarbûna malbatan û parastina rola wan a di diyarkirina rêça vê tevgerê de mane. Şîfa Cumbelat tekez dike ku erkê wan piştgiriya malbatan û xurtkirina şiyana wan a tevgerê ye, lê doza kesên windabûyî û daxwaza eşkerekirina çarenûsa wan berpirsiyariyeke hevbeş a malbatên wan e.

Li Dariyayê, “Konê Rastiyê” navê cihêkî ye ku jin nekarîne di kolanê de ava bikin. Lê civînên ku di baxçeyê zarokan de tên lidarxistin, veguherîne cihê ku malbat lê dicivin, pirsên ku hîn jî bêbersiv mane parve dikin û bi hev re dixebitin da ku doza kesên windabûyî di qada giştî de zindî bihêlin.