Kuştina jinan, zarokên bêdayik û pêşerojên di bin metirsiyê de

Zarokên jinên hatine kuştin, ji ber windakirina dayikên xwe ya ji aliyê bavê xwe ve, bi trawmayeke giran û pirsgirêkên derûnî û civakî re rûbi rû dimînin. Ji bo derbasbûna vê êşê, ew hewceyê parastinê û piştgiriya pispor in.

Kuştina jinan, zarokên bêdayik û pêşerojên di bin metirsiyê de

NEZÎHA BO SEÎDÎ

Tûnis – Trajediya kuştina jinan tenê bi jinan re sînordar namîne, zarokên ku wekî “kesên jibîrkirî” tên binavkirin jî di bin bandora wê de dimînin. Ew bi êşeke cot re rûbirû dimînin; ji aliyekî ve dayikên wan tên kuştin û ji aliyê din ve bavên wan dikevin girtîgehê an jî xwe dikujin.

Ev ezmûna dijwar, bi taybetî dema ku zarok ji piştgiriya derûnî û civakî bêpar bimînin, aramiya jiyana wan têk dibe û bandorên kûr li ser rewşa derûnî û pêşketina wan a perwerdeyî dihêle. Her wiha, bandora vê şokê digihîje gelek malbatan û derdora civakî ya ku ji ber sûcê û belavbûna nûçeyên wê ya di medyayê de zêdetir bandor dibin.

‘Trajedi nikare tenê bi kêliya kuştina dayikê were sînorkirin’

Rêvebera Komeleya “El Yafea û El Yafea” Duha El-Cûrşî, destnîşan dike ku mijara zarok û ciwanên ku di encama sûcên kuştinê yên di hundirê malê de dayikên xwe winda kirine, divê ji çarçoveya tenê kêliya sûcê wêdetir were nirxandin û bal were kişandin ser pêvajoya tundiyê ya dibe ku zarok berî qewimîna sûcê jiyan kiriye.

Duha El-Cûrşî, diyar dike zarokê ku bavê wî sûcdarê kuştina dayika wê be, bi şokeke tevlihev re rûbirû dimîne û got: “Ev şok ji windakirina dayikê, hilweşîna têkiliyên malbatî û veguherîna kesê ku divê parêzvanê zarokê be, dibe kiryarê kuştina dayika wê pêk tê. Ev rewş dikare di hundirê zarok de hestên cuda yên wekî tirs, hêrs û xwe sûcdarkirinê çêbike.”

‘Zarok ji ber trawmayên dijîn berê xwe didin madeya hişbir’

Duha El-Cûrşî, hişyarî dide ku nebûna destwerdana zû ya derûnî û civakî dikare bandorê li ser têkiliyên zarokan bi kesên din re û şiyana wan a avakirina baweriyê bike û van hişyaran da: “Ev rewş dikare nêrîna wan ya li ser têkiliyên di navbera jin û mêran de jî bandor bike û di pêşerojê de bi awayê tevgerên tundî, daxwaza tolhildanê an jî zirar gihandina xwe derkeve holê. Hinek zarok jî dibe ku ji bo revêbirina êş û azarên xwe berê xwe bidin madeyên hişbir.”

Duha El-Cûrşî, destnîşan kir ku dubarekirina tundiyê ne çarenûseke mecbûrî ya zarokên ku van ezmûnan jiyane ye û da zanîn ku destwerdana zû, piştgiriya derûnî ya pispor û piştgiriya malbat û civakê dikarin alîkariya wan bikin ku ji şokê derbas bibin û aramiya xwe ji nû ve bi dest bixin.

Duha El-Cûrşî, diyar kir ku rêya pêşîlêgirtina tundiyê, perwerdekirina li ser wekheviyê, çanda mafan û perwerdehiya erênî ye û got: “Ev berpirsiyariyeke hevpar e ku ji hundirê malbatê dest pê dike û digihîje dibistanan, saziyên perwerdehî û çandî û medyayê.”

Xeteriyên zewicandina temana di zarokatiyê de

Duha El-Cûrşî, behsa hinek jinên ku piştî demên dirêj ên êş û azarê hatine kuştin kir û bi van gotinan qala xeteriyên zewicandina temana di zarokatiyê de kir: “Jinek 22 salî ku di 17 saliya xwe de zewicîbû û xwedî sê zarokan hebû. Ev rewş pirsên cidî der barê vegera hinek adetên têkildarî zewicandina zarokên keç ên biçûk û asta parastina zarokên keç a ji êrîşa zayendî û tundiyê de avadike.

Duha El-Cûrşî, zêdebûna diyardeyên normalîzekirina tundiyê rexne kir û hişyarî da ku pêşkêşkirina heqaret û tundiyê ya wekî materyaleke ken û kêfê, dibe sedema belavbûna wê ya di nav civakê de.

Xebatên civaka sivîl

Duha El-Cûrşî, tekez dike civaka sivîl dixebite ji bo di nava ciwanan de çanda rêzgirtina hebûna mirovî ava bike dixebite û alikariya wan bike ku hest û hêrsa xwe bi awayên erênî îfade dijin. Duha El-Cûrşî, her wiha da zanîn ku civaka sivîl alikarî dide ew kesan mafên xwe nas bikin û girîngiya rêzgirtina laş, taybetmendî, sînorên kesane û têkiliyên li ser bingeha razîbûn û rêzgirtina hevdu ava bûne, ji wan re rave dike.

Mijara desthilatdariya lênêrînê û kesên ku maf û berpirsiyariya lênêrîn û biryardayîna qanûnî ji bo zarokekî hildigirin, yek ji dijwariyên sereke ye ku piştî van sûcan derdikeve holê. Ji ber ku zarok bê lênêrîna rasterast dimînin. Gelek caran zarok der barê mafê lênêrîna wan de dikevin nav nakokî û tawanbarîkirinên di navbera malbatên aliyê dayik û bav de. Ev rewş zarokan dike mijara nakokiyên malbatî, êş û azarên wan zêde dike û aramiya wan a derûnî û civakî dixe xeteriyê.

‘Zarok hewceyê hawîrdoreke malbatî ne’

Berpirsiyara rêveberiya Giştî ya Wezareta Karûbarên Jinê Cemîle Belteyî, di mijarê de tekez dike ku baştir e zarok di hawîrdoreke malbatî de bimînin û ji aliyê malbatên xwe yên berfireh ve bên pêşwazîkirin û got: “Ji ber ku zarok hewceyê hawîrdoreke malbatî ne ku parastin, hesta aîdiyetê û hembêzkirina hestyarî ji wan re peyda bike.”

Cemîle Belteyî, diyar kir ku rewşa derûnî ya zarokên ku di encama sûcên kuştinê de dayikên xwe winda kirine pir hesas e û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber vê yekê, ger şert û mercên guncav tune bin, veguheztina wan a ji bo saziyên lênêrînê, dikare bibe ezmûneke din a dijwar û êşa wan zêde bike. Lewma pêşwazîkirina wan ji aliyê malbatan ve vebijarkeke girîng e.”

‘Bûyerên bivî awayî bandorên kûr li ser mezinbûna hestyarî û civakî ya zarokan dike’

Ji aliyê xwe ve, pisporê civaknasî û derûnnasiyê Letîfe Tacûrî jî dibêje ku zarokên şahidê kuştina dayikên xwe dibin an jî di encama tundiyê de wan winda dikin, di nav komên herî zêde rastî şokên derûnî û civakî tên de ne û wiha axivî: “Divê bi van zarokan re ne tenê wekî şahidên bûyerê, wekî kesên rastî tundiyê hatine, nêz bibin. Dîtina kuştina dayikê an jî windakirina wê bi awayekî tundî, dikare bandorên kûr li ser mezinbûna hestyarî û civakî ya zarokan bihêle. Her wiha ger zarok lênêrîna pispor û guncav wernegirin, ev ezmûn dikare bi salan bandorê li ser şiyanên wan ên zanistî û xwendinê bike.”

Letîfe Tacûrî, tekez dike ku divê destwerdan zû were kirin û di gavên destpêkê de piştgiriya derûnî ya bingehîn, ji zarokan re were peydakirin û wiha pê de çû: “Her wiha divê rewşa derûnî ya zarokan ji aliyê pisporan ve were nirxandin ku nexweşiyên têkildarî şoka piştî bûyerê, fikar û depresyonê bên destnîşankirin. Di heman demê de li gorî temenê zarokan û cûreya ezmûna ku jiyan kirine, divê pêvajoya dermankirina derûnî bi awayekî takekesî an jî komî ji wan re bên lidarxistin.”

Letîfe Tacûrî, hişyarî dide ku divê berpirsiyariya tiştê ku qewimîye neyê barkirin ser milê zarokan û ew neyên tevlîkirina nakokiyên di navbera malbatên dayik û bav de û wiha bêje: “Malbatên dayik û bavan û kesên ku lênêrîna alternatîf pêşkêş dikin, divê di danûstandinên xwe de rêbazên li ser bingeha hembêzkirin û têgihiştinê bi kar bînin û ji sûcdarkirin û zexta derûnî dûr bikevin.”

‘Parastina zarokên jinên hatine kuştin berpirsiyariya hevpar e’

Letîfe Tacûrî, da zanîn parastina zarokên jinên hatine kuştin berpirsiyariyeke hevpar e û destwerdaneke sazî ya hevgirtî dixwaze ku lênêrîna hiqûqî, derûnî, tenduristî û perwerdehiyê ji wan re peyda bike û barê vê berpirsiyariyê tenê li ser milê malbata berfireh nehêle. Letîfe Tacûrî, axaftina xwe wiha domand:

“Divê medya jî berpirsiyariyê bigre, rêgezên pîşeyî yên karê xwe biparêze û ji belavkirina wêne û nasnameya zarokan an jî hûrgiliyên şokdar dûr bikeve. Her wiha divê zarokan ji nêrînên civakî û kûrkirina şokê biparêze. Pêwîste dibistan û derdora civakî jî tevlî pêvajoya pêşwazîkirina zarokên ku ji vê trajediyê bandor bûne, bibin.”

Letîfe Tacûrî, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ev zarok rasterast rastî tundiya li ser bingeha zayendî tên. Lewma divê di hemû biryarên têkildarî pêşeroja wan de berjewendiya wan a herî baş were fikirin ku ew baş bibin û mafê xwe yê zarokatiyeke ewle, dûrî bandorên tundiyê ji nû ve bi dest bixin.”

Bêtir vîdeo temaşe bikeHemû vîdeoyên nûçeyên me li cihekî.