Bêdengkirina mamosteyan sînorkirina qada perwerdehî û zanînê ye

Çalakvana mafên mirovan Hîbe Ebû Ras li hember hewldanên ji bo bêdengkirina mamosteyan, hişyarî dike ku ev yek dê bandorê li şiyana xwendekaran a fikirîna rexneyî û derbirîna ramanên xwe bike.

Bêdengkirina mamosteyan sînorkirina qada perwerdehî û zanînê ye

ROŞEL CONYAR

Suweyda – Dibistan cihê sereke ye ji bo avakirina hişmendiyê û teşekiria kesayetiya nifşên nû. Lê rola mamosteyan tenê bi veguhestina agahiyan û ravekirina dersan ve sînordar nabe. Di heman demê de ew berpirsyar in ku ramana rexneyî di xwendekaran de bipêş bixin û wan fêrî derbirîna ramanên xwe, nîqaşkirina ramanan û rastkirina xeletiyan bikin. Lê gelo mamoste dikare van nirxan di xwendekarên xwe de bipêş bixe, dema ku dengê wî/wê bi xwe hatiye sînordarkirin?

Ev pirs careke din derket pêş, piştî ku hin fermanên ku ji aliyê rêveberiyên perwerdehiyê yên Sûriyeyê ve hatin belavkirin. Di van fermanan de hatiye gotin ku mamoste û rêveberên dibistanan nikarin di hesabên xwe yên şexsî de raman an jî têbîniyên xwe yên derbarê pirtûkên dersê û mijarên perwerdehiyê de belav bikin. Her wiha ji bo kesên ku li dijî van talîmatan tevbigerin, îhtîmala cezakirina îdarî hatiye destnîşankirin.

‘Bêdengbûn şaşiyan rast nake’

Xuya ye ku belavbûna van fermanan piştî nîqaşên ku guhertinên di pirtûkên dersê de derxistine holê, pêk hatiye. Ev yek deriyê gelek pirsan li ser sînorên azadiya mamosteyan ji bo derbirîna ramanên xwe û rexnekirina naveroka perwerdehiyê vekiriye. Her wiha ev pirs derdikevin holê ka armanc ji van fermanan rêxistina weşanê ye an jî sînordarkirina rexneyên pisporî ye.

Hîbe Ebû Ras ku berê mamosteya zimanê Fransî bû û niha çalakvana mafên mirovan e, gelek pirsan derbarê rola mamosteyan a di avakirina nifşekî hişyar û xwedî şiyana fikirîn û derbirîna azad de, dike. Ew tekez dike ku sînorkirina mamosteyan tenê bandorê li ser wan nake, her wiha bandora wê dighê xwendekarên ku ji mamosteyên xwe fêrî fikirîn û nîqaşkirina agahiyan dibin. Ew di helwesta xwe de xwe dispêre xala 13’emîn a daxuyaniya destûrî ya Sûriyeyê ku azadiya raman, derbirîn, ragihandin, weşan û rojnamegeriyê garantî dike. Her wiha dibêje ku bêdengbûn şaşiyan rast nake, rê li ber berhevbûna wan û veguhestina wan ji nifşekî bo nifşekî din jî vedike.

‘Mamoste hewceyî qadek azad e’

Hîbe Ebû Ras da zanîn ku divê rola mamosteyan tenê bi ragihandina agahiyên di pirtûka dersê de sînordar nebe û wiha domand: “Her wiha divê ew bibe hevkarê avakirina hişmendiya xwendekar û alîkariya wî bike da ku tiştên ku distîne fam bike, wan binirxîne û li ser wan nîqaş bike. Mamoste hewceyî qadeke azad e ku bikaribe tê de ramana xwe li ser naveroka perwerdehiyê bide der û bala kesan bikişîne ser agahiyên ku ew dibîne ne rast in. Her wiha bikaribe têbîniyên xwe yên ji bo pêşxistina pêvajoya perwerdehiyê pêşkêş bike. Mamoste ji ber têkiliya xwe ya rasterast bi xwendekaran re û tecrûbeya xwe ya di hundirê polê de, xwedî agahiyên pratîkî ye derbarê astengiyên ku dibe ku di dema amadekirina pirtûkên dersê de ji aliyê nivîsgehên îdarî ve neyên dîtin. Azadiya mamosteyan di derbirîna têbîniyên xwe de nayê wateya bêserûberiyê an jî paşguhkirina çarçoveyên perwerdehiyê. Her wiha, armanc jê vekirina qadê ye ji bo nîqaşên pisporî û danûstandina ramanan, bi awayekî ku berjewendiya xwendekaran biparêze û kalîteya perwerdehiyê baştir bike.”

Sînorkirina mamosteyan bandorê li xwendekaran dike

Hîbe Ebû Ras hişyar dike ku sînorkirina mamosteyan di derbirîna ramanên xwe de, dikare rasterast bandorê li xwendekaran bike. Hîbe Ebû Ras ev tişt gotin: “Her wiha, ji ber ku hêsan nîne ku mirov ramana rexneyî û azadiya nîqaşê di xwendekaran de bipêş bixe, dema ku em dibînin mamosteyê wan nikare têbîniyên xwe derxe an jî agahiyên ku pêşkêş dike, nîqaş bike. Pejirandina rêbaza telqînê û xwestina ji xwendekaran ku agahiyan bêyî nîqaş û analîzkirinê bi awayekî rastîn kopî bikin, şiyana wan a fikirîna serbixwe lawaz dike. Bi vî awayî, pêvajoya hînkirinê li şûna ku bibe qadeke bidestxistina zanînê û avakirina ramanê, vedigere pêvajoyeke ezberkirin û dubarekirinê.”

Mafê mamosteyan ji bo rexnekirina pirtûkên dersê çi ye?

Belavbûna van fermanan ku weşandina raman û têbîniyên perwerdê tenê bi platformên fermî ve sînordar dike, gelek pirsan derbarê sînorê di navbera rêxistina karê îdarî û sînorkirina azadiya mamosteyan a derbirîna ramanên xwe de radike. Ger mamosteyek xeletiyekê di agahiyekê de bibîne ku di pirtûkeke dersê de hatiye nivîsandin, an jî bawer bike ku divê dersêk were pêdaçûn, gelo kîjan rêbaz heye ku ew têbîniya xwe bighîne aliyên têkildar? Ma gengaz e ku derbirîna ramana pisporî an rexnekirina naveroka perwerdehiyê bibe sedema lêpirsîn û cezakirinê?

Hîbe Ebû Ras tekez kir ku divê rexnekirina pirtûkên dersê wekî helwesteke dijminane an derketina ji berpirsyariya karê mamostetiyê neyê dîtin û wiha pê de çû: “Di heman demê de divê mîna beşek ji berpirsyariya pîşeyî ya mamoste bê hesibandin, heya ku ew li ser bingeha têbîniyên objektîf û parastina berjewendiya xwendekaran be.”

Desthilatên rêveberiya perwerdê li ku diqedin û berpirsyariya mamosteyan li ku dest pê dike?

Hîbe Ebû Ras bal kişand ser girîngiya cudakirina di navbera rola îdarî û çavdêriya rêveberiyên perwerdê û rola perwerdehî û zanistî ya mamosteyan de, ya di hundirê polê de. Wê got ku berpirsyariya rêveberiyên perwerdehiyê rêxistina pêvajoya perwerdê, şopandina wê û çavdêriya li ser e û wiha berdewam kir: “Lê berpirsyariya mamoste, gihandina zanînê û alîkariya xwendekaran ji bo famkirin û analîzkirina wê ye. Serkeftina pêvajoya perwerdehiyê tenê bi ferzkirina talîmatan pêk nayê. Her wiha hewceyî baweriyê ya bi mamosteyan, guhdariya tecrûbe û têbîniyên wan û beşdariya wan di nîqaşkirina biryarên ku bandorê li ser rewşa wan a pîşeyî û xwendekarên ku ew rojane bi wan re danîna têkiliyê dike ye.”

Banga ‘di şûna bêdengkirinê de deriyê diyalogê vekin’

Hîbe Ebû Ras bang li Wezareta Perwerdehiyê kir û wiha bidawî kir: “Bila kanalên têkiliyê yên rastîn bi mamosteyan re veke. Bila rexne û pêşniyarên wan ên derbarê pirtûkên dersê û biryarên perwerdehiyê de bibhîze, li şûna ku têbîniyên wan wekî binpêkirin an jî gefekê li hember xwe bihesibîne. Pêşxistina perwerdê ji naskirina vê yekê dest pê dike ku mamoste ne tenê pêkanînerê talîmatan e, di nirxandina pêvajoya perwerdehiyê û baştirkirina wê de, ew jî hêmaneke bingehîn e.”

Bêtir vîdeo temaşe bikeHemû vîdeoyên nûçeyên me li cihekî.