Li Helebceyê ji bo jîngeheke paqij çalakiyên nimûneyî tên kirin

Li parêzgeha Helebceyê, Mala Dostên Jîngehê bi rêya dirûtina çenteyên xam, veguherandina bermayiyan bo karên hunerî û fêrkirina bisiklêtê ji bo jinan, hewl dide pêşî li qirêjiya jîngehê bigre û bibe mînakek baş ji bo welatiyan.

MIHRÎBAN SELAM

Helebce –  Niha jîngeh roj bi roj berbi germbûn û qirêjbûnê ve diçe. Welatî hewl didin ku bi rêbazên cuda jîngehê biparêzin. Li parêzgeha Helebceyê mala dostên jîngehê ya Helebce hatiye avakirin ku hemû pêdiviyên wê dostên jîngehê pêktînin. Welatî dikarin serdana mala dostên jîngeh a Helebce bikin, da ku sûd ji ezmûnên wan bigrin.

Ji bo kêmkirina naylonê çenteyên xam tên belavkirin

Berpirsa seroka beşa jîngehê ya rêxistina nû ku rêveberiya mala dostên jîngeh a Helebce, Hûsna Mehmûd, ji ajansa me re axivî û wiha got: “Wek beşa jîngehê ya rêxistina nû di vê mala jîngehê de, rojane gelek çalakiyên me hene, di nav de dirûtina çanteyên xam jî hene, ev pênc sala zêdetire bi berdewamî di vê projeyê de dixebitin û çenteyên xam didirûn û belaş li dibistan û gundên derdora Helebce belav dikin. Her wiha em çenteyên xam li gorî ku ciwan û zarok bi ecibînin boyax dikin. Bi taybet, ev çente bê zirarin û rojane tên bikar anîn. Bi nirxek erzan ji bo kêmkirina naylon di jîngehê, navenda bajarê Helebce û gundên derdorde di firoşin û bê beramber belav dikin.”

Bermayiyên plastîk û cilên kevn dibin tablo û karên destan

Hûsna Mihemed da zanîn ku çalakiyek din a ku li mala dostên jîngehê ya Helebce tê kirin, ji nû ve bikaranîna bermayiyên plastîk e. Bi taybet yên ku diavêjin jîngehê û dê zirarê bide ax û ava Helebceyê û wiha got: “Me biryar da ku em tiştên zêde û cilên bikarhatî û her wiha her cilên bi lekeyan an şewatê, an jî ampûlên şewitî yên di avêjin jîngehê û di jîngehê de nahelin ziyan didin, her wiha parçeyên xalîçe, qepax û perçeyên plastîk berhev dikin, berhemên hunerî, tabloyan û karên destan jê çêdikin û nimûneyan daliqînin û bikar tînin. Ew kesên ku  nimûneyên karê me bibînin û divê bizanin berhemek hunerî ya xweşik biafirînin û daliqînin. Her wiha çalakiyên din jî wek vekirina qursên dirûnê di demek nêzîk de dê bê vekirin.”

Jin ji bo kêmkirina qirêjiya trafîkê fêrî bisiklêtê dibin

Hûsna Mehmûd destnîşan kir ku yek ji çalakiyên din ew e ku çavkaniya sereke ya qirêjiya jîngehê otomobîl in. Ew hewl didin ku li Mala Jîngehê jinan fêr bikin da ku bikaribin sê cureyên bisiklêtan fêr bibin. Da ku ew karibin rahênerên taybet bikin û jin karibin bi xwe fêr bibin. Ev ji ber kêmkirina hejmara erebeyan di bajêr de ye û ji bo parastina jîngehê ye.

Pergala enerjiya rojê û fîltrekirina avê

Hûsna Mehmûd di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Mala dostê Jîngehê ya Helebce xwedî pergala panelên rojê û pargala ava germ e. Dikarin piştî fîltrekirin û paqijkirinê ava di serşo û metbexê de bikar bînin da ku jîngehê kesk bikin. Ev mala jîngehê di xizmeta welatiyan de ye, dikarin serdanê bikin da ku ji ramanên wan sûd bigirin”.