Li Hesekê bi dirûşma ‘Paqijî berpirsiyariya me hemûyan’ e hatiye lidarxistin

Meclîsa Bajarê Hesekê bi hevkariya komînan û saziyên civaka sivîl, di 15’ê Gulanê de kampanyaya paqijiyê da destpêkirin. Armanc bi kampanyayê ew e ku hişmendiya parastina jîngehê û çanda paqijiyê zêde bibe.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Paqijî ne tenê berpirsiyariyeke kesane ye, di heman demê de nirxeke civakî û şaristanî ye ku rasterast bandorê li ser tenduristiya giştî û bedewiya bajaran dike. Kolan, park û qadên giştî yên paqij, nîşaneya hişmendî û hevkariya gelê herêmê ne. Ji bo avakirina jîngeheke saxlem û guncaw ji bo nifşên îro û pêşerojê, beşdarbûna her kesê di parastina hawirdorê de pêdiviyeke bingehîn e.

Ji bo rûbirûbûna diyardeya belavbûna zêde ya çopê li Hesekê, Meclîsa Bajar bi hevkariya Komînan û saziyên civaka sivîl di 15’ê Gulanê de dest bi kampanyaya paqijkirina bajêr kir. Jinên ku beşdarî vê kampanyayê bûn, bal kişandin ser girîngiya parastina jîngehê û avakirina civakeke xwedî hişmendî her wiha bang li tevahî şêniyên Hesekê kirin ku piştgiriyê bidin vê pêngavê.

Samiye Ehmed: Bedewiya me di paqijiya me de ye

Endama Komîteya Xizmetê ya Komîna taxa Kelasê ya bajarê Hesekê, Samiye Ehmed, diyar kir ku paqijî, bi taybetî jî paqijkirina kolanên bajaran, xwedî girîngiyeke mezin e. Samiye wiha got: “Kolanên paqij dîmenekî şaristanî didin herêmê, di heman demê de tenduristiya gel diparêzin û rê li ber belavbûna nexweşiyan digirin. Bedewiya me di paqijiya me de ye. Em bang li hemû welatiyan dikin ku ber deriyên malên xwe paqij bikin, da ku em bi hev re piştgiriyê bidin Şaredariya Gel û bajarê xwe paqij bihêlin.”

Samiye destnîşan kir ku li bajarê Hesekê mirovên ji tevahî pêkhate û deverên Sûriyeyê bi hev re dijîn û ji ber vê yekê divê her kes di her warî de hevkariyê bike da ku wêneyekî şaristanî yê li guncav bajêr derkeve holê. Samiye axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Paqijkirina kolanan ne şerm e, tişta şerm ew e ku kolan qirêj werin hiştin.”

Nora Şehab: Paqijî riya sereke ya parastina tenduristiyê ye

Endama Rêveberiya Jîngehê ya bajarê Hesekê, Nora Şehab, bal kişand ku di vê qonaxa krîtîk a ku herêm tê de derbas dibe de, destpêkirina vê kampanyayê gelek girîng e û tekez kir ku armanca wan ew e di nava hemû beşên civakê de hişmendiya paqijiyê çêbikin.

Nora Sehab diyar kir ku pirsgirêka paqijiyê li Hesekê veguheriye yek ji pirsgirêkên sereke û ji bo çareserkirina wê pêwîstî bi xebateke hevpar heye, destnîşan kir ku qirêjî yek ji sedemên herî mezin ên belavbûna nexweşiyan e.

Banga ji bo beşdarbûna her kesê

Nora Şehab di dawiya axaftina xwe de, bang li hemû endamên civakê kir ku ji bo xwe, malbatên xwe û civaka xwe jîngeheke paqij û bi tendurist ava bikin û bi awayekî çalak beşdarî vê kampanyayê bibin. Her wiha dubare kir ku parastina paqijiya bajêr, berpirsiyariyeke hevpar e li ser milên her kesê ye.