Li Cezayîrê ji ber şewatên daristanan pêşeroja jîngehê di xeterê de ye
Çavkaniyên daristanên Cezayîrê ji ber şewat û guherîna avhewayê bi gefên zêde re rûbirû ne. Zirara jîngehê ya ji ber vê yekê ji windabûna daran wêdetir e, bandorê li ax, biyolojî û çavkaniyên avê dike.
RABIA XERÎS
Cezayîr – Her ku guherîna avhewayê bi lez dibe û tundiya şewatên daristanan zêde dibe, daristanên Cezayîrê, tevî rola xwe ya girîng di parastina hevsengiya ekolojîk û avhewayê de, bi xetera tunebûnê re rûbirû ne. Ev daristan ji ber bilindbûna germahiyê, kêmbûna baranê û reftarên bê berpirsyar ên mirovan bûne hedef. Ji ber şewatê wêrankirina jîngehê, têkçûna aborî û civakî li dû xwe dihêlin.
Ev tabloya trajîk li bajarê Jijel ê rojhilatê Cezayîrê, piştî pêla dijwar a şewatan ku bi dehan kes hatin kuştin û birîndarkirin, deverên berfireh ên daristanên berû û gûzan ji ber şewatê bûn xwelî.
Her kesê ku îro tê xwe bajarokên Jijelê, bi taybetî li ser riyên çiyayî yên asê yên ku ber bi daristanên Bordj Tahar, Texenna, Ziama Mansouriah û Djemaa Beni Habibi ve diçin, nakokiya berbiçav a herêmê ferq dike. Di dîtina destpêkê de peyzajên fireh û bi xwelîyê veşartî ku tê de stûnên berû û holm ên kevnar bilind dibin, dişibin stûnên şewitî.

Ev dîmenê tarî û gewr pirsên lezgîn ku dikevin kûrahiya krîzê bi xwere tînin: Windabûna nebatan dê çawa bandorê li ekosîstema axa çiyayî bike? Xetereyên demdirêj ên erozyona axê çi ne? Û kî berpirsiyarê rizgarkirina tiştê ku îro mayî ye?
Erdê di nav pêlên germahiyê de
Çalakvana jîngehê Wîdad Lîşanî di hevpeyvîna daye ajansa me de got ku herêm rûbirûyî gefa lehiyên wêranker ên ji nişka ve ye û got: “Sedema wê jî ew e ku axa hişk hêza xwe ya xwezayî ya kişandin û fîltrekirina ava baranê winda kiriye. Bi vî rengî barîn vediguhere lehiyên tund ên ku dikarin li wargeh û deverên nizm bixin.”
Wîdad Lîşanî diyar kir ku daneyên fermî yên ji rayedarên pêwendîdar hatine girtin, pirsgirêka jîngehê ya cidî ya ku bajarê Jicelê pê re rûbirû ye, 3 hezar û 209 hektar daristan lê hatiye wêrankirin eşkere dike. Da zanîn ku ziyanên giran wêrankirina temamî ya 246 hektar darên fêkî û zeytûnan her wiha zirara li erdên din ên çandiniyê jî digre nava xwe û wiha got: “Bandorên vê karesata jîngehê ji sînorên herêmî yên Jijelê derbasî kembereke daristanî ya firehtir bûne. Rêveberiya Giştî ya Parastina Sivîl ragihand ku bandora berhevkirî ya şewatan ji destpêka havîna borî ve zêdetirî 141 hezar hektar çavkaniyên daristan û nebatan li seranserê welat wêran kiriye. Belavbûna erdnîgariyê nîşan dide ku trajediyê bandorê li gelek parêzgehan kiriye û bûye sedema windabûna zêdetirî 43 hezar hektarên daristana paqij, zêdetirî 46 hezar hektarên daristanên qelew, bi qasî 38 hezar hektar nebatan û jiyana nebatan a giştî ya qels û zêdetirî 13 hezar hektar giyayê esparto û deverên nebatan ên çiyayî yên stratejîk.”

Tunebûna cureyên biyolojîk
Bandorên karesatê ne tenê bi sînorên çavkaniyên daristanan ve sînordar in, agir bandorê li deverên parastî û ekosîstemên pir hesas jî kir. Wîdad Lişanî got: “Ev deverên girîng, tevî ku di bin hejmareke yasa û rêziknameyên navxweyî de tên parastin, zirarên cidî dîtine. Hedefgirti0na van rezervan, wek axurên xwezayî û zozanan, bi agir nayê wê wateyê ku çend hektar winda dibin. Berevajî vê, weke êrîşek li ser cihekî biyolojik ê îzolekirî tê hesibandin ku cureyên nebat û ajalên kêm dihewîne û hewceyê mudaxeleya lezgîn e.”
Wîdad Lişanî wiha berdewam kir: “Şaredariyên Ziama Mansûriya, El-Aouana û Rezerva Xwezayî ya ‘Taza’ ku dirêjî herêmên çiyayî yên li kêleka bajarokê Salma Ben Ziada dibe, rastî şewatên giran hatin, ev yek jî bû sedema şewitandina deverên daristanî yên mezin li bilindahî û daristanên derdorê yên wek yên şaredariyên Jana û Gemar.
Herêma Parastina Babor-Tababort a hevbeş ku parêzgehên Sêtif, Bêjaîa û Jijel digre nava xwe û tenê li Jijel rûberek 4 hezar û 269 hektar digre nava xwe, ji vê karesatê bi bandor bû.
Şewatên dubare daristanên nadir ên berû û berûyên holm ên herêmê bi tunebûnê re rûbirû hiştine. Ev rewş bi dijwariyên ku Rezerva Xwezayî ya Benî Belaid ku zozaneke peravê ya girîng e ji çûkên koçber, re paralel e û rasterast gefê li herêmên daristan û nebatan ên derdorê dixwe. Hevsengiya ekolojîk a hesas a van ekosîstemên bêhempa têk dibe.”

Xweliya ji şewatan gefê li bendavan dixwe
Wîdad Lîşanî da zanîn ku sîstema dabînkirina avê herêma herî zêde bandor û zirar ji ber van karesatên jîngehê dîtiye ye, anî ziman ku bandora şewatan bi vemirandina wan bi dawî nabe, ji ber ku xetera rastîn digihîje riyên avê.
Wîdad Lîşanî destnîşan kir ku axên qelş ên ji ber şewitandina di axê de dihêlin vediguherin perçeyên ku bi barana yekem re diherikin û rasterast diherikin bendav û geliyan. Da zanîn ku ev yek dibe sedema zêdebûna asta metalên giran û madeyên organîk ên zirardar ku dibe sedema qirêjiya kîmyewî ya cidî, jiyana di avê de dixe xeterê û xebatên paqijkirinê tevlihev dike. Her wiha hişyarî da ku ev qirêjî li ser rûyê erdê namîne, gav bi gav diherike nava ava bin erdê û kaniyan. Ji bo demek dirêj metirsiyek li ser ewlehiya avê ya stratejîk çêdike.
‘Gelek mekanîzmayên stratejîk hene’
Jijel li gorî herêmê wek yek ji bajarên ku di demsala baranê de barana herî zêde lê dûbare tê dabeşkirin. Wîdad Lişanî dibêje: “Ji bo sekinandina lezgîn a lehiyan, gelek mekanîzmayên stratejîk hene ku bên bicihkirin. Divê gir û hewzên axê bên çêkirin da ku bilindahiya çiyayan kêm bibe û rêjeya herikîna lehiyan hêdî bibe. Ligel avakirina dîwarên kevirên hişk û xendekên hîdrolojîk da ku rêyên avdanê yên ewle û birêkûpêk bên afirandin ku wek dîwarên fîlterê tevdigerin, toz û madeya organîk a ku diçe dûr dixin. Ev yek beşdarî parastina civakên niştecîbûnê û kêmkirina kombûna çilt di bendavên girîng de dibe.”
‘Bi riya çandina daran daristan dê zindî bibin’
Wîdad Lişanî tekezî li ser girîngiya veberhênana demdirêj di zindîkirina daristanên zirardîtî kir û da zanîn ku bi riya çandina cureyên daran û cureyên nebatên xwecihî yên bi hêza bilind a tehemulkirina hişkesalî û berxwedana li hemberî agir dê pêşî lê bê girtin û got: “Bi şertê ku beriya her destwerdana zeviyê nirxandineke rast bê kirin û raporeke windahiyê ya berfireh û rast ji hêla komîteyên pispor ve bê amadekirin. Nêzîkatiyek beşdar bê pejirandin ku niştecih û komeleya jîngehparêz a hevbeş bi berpirsiyariya niştecihên gundan re di parastina vê çavkaniya xwezayî de tevbigerin.”
Di asta çavdêrî û pêşbînîkirinê de, ji bo parastina ewlehiya avê û rezervên stratejîk ên binê erdê yên welat, pêdivî heye ku pergalên hişyariya zû bên aktîfkirin û asta asîdîteyê û kalîteya avê di bendavan de piştî barana pêşîn bi awayekî periyodîk bên şopandin û her wiha kanalên avdanê yên li dora deverên bandorbûyî bên paqijkirin, dezenfektekirin, da ku pêşî li rijandina madeyên organîk û metalên giran nava axê bên girtin.