Yasmîn Bo Aliye: Çavkaniyên xwezayî pêşeroja me û yê nîfşê nû ne
Endezyar Yasmîn Bo Aliye hişyarî dide ku daristanên Tûnisê di bin xetereya şewatan de ne û bang dike ku ji bo parastina vê dewlemendiya xwezayî, divê welatî, komele û rayedar bi hev re bixebitin.
ÎXLAS EL-HEMRONÎ
Tûnis – Di demekê ku guherîna avhewayê zûtir dibe û şewatên daristanan zêde dibin de, daristanên Tûnisê ku ji sedî 10 ê rûbera welêt pêk tînin, di bin xetereyeke mezin de ne. Endezyar Yasmîn Bo Aliye balê dikşîne ser sedemên şewatan, bandorên wan ên li ser jîngeh û aboriyê û bang li hemû beşên civakê dike ku ji bo parastina daristanan bi hev re bixebitin.
Endezyar Yasmîn Bo Aliye rewşa heyî ya çavkaniyên daristanan nirxand û diyar kir ku daristanên li Tûnisê ji sedî 10’ê rûbera welêt pêk tînin. Yasmîn, ji ber rola wan a di parastina hevsengiya ekolojîk û avhewayê de wan wekî "sermayeyek pir mezin û hêja" bi nav kir. Wê diyar kir ku pirsgirêkên sereke yên ku ji ber guherîna avhewayê rûbirû dimînin, bilindbûna germahiyê, kêmbûna baranê û lehiyên nepêşbînîkirî û bêserûber in, ku di salên dawî de û bi taybetî di çend dehsalên dawî de, bi girîngî dubare bûne. Wê destnîşan kir ku ev bûyer di salên dawî de, bi taybetî bi zêdebûna rêjeyên şewatê ne tenê li Tûnisê, di heman demê de li seranserê cîhanê, bi taybetî di havîna 2026’an de, bêtir eşkere bûne.
Yasmîn diyar kir ku ev pirsgirêk "dibin sedema nehevsengiyê û hema bêje tunebûna çavkaniyên daristanê" û got ku ev yek dibe sedema kêmbûn û guherîna cihêrengiya biyolojîk, erozyona axê, zêdebûna çolbûnê û xirabûna jiyana nebatan û heywanan.
Bandorên aborî û civakî yên şewatan
Yasmîn da zanîn ku ew berê ji daristanan sûd werdigirt û wiha domand: “Me dar, zibil û erdên çandiniyê yên ku di hilberîna çandiniya herêmî de dihatin bikaranîn bi dest dixist. Lê belê piştî şewatan, me ev çavkaniya pir girîng û kapasîteya hilberînê ji ber wêrankirina ku wan li seranserê welêt çêkir, winda kir.”
Yasmîn diyar kir ku daristan beşdarî hilberîna neteweyî dibin û piştgiriyê didin cotkaran, yên ku berhemên wekî rozmarî û çamên Helebê ji van deveran bi dest dixin. Wê destnîşan kir ku şewatan li gelek herêman bûye sedema windabûna van nebatan, bandor li derfetên kar û debara gelek malbatan kiriye. Wê diyar kir ku nebatên ku di daristanan de têne dîtin, wek giyayê alfa, çamê Helebê, rozmarî, kêzik û zere, ji bo gelek malbatan derfetên kar peyda dikin.
Sedemên sereke yên şewatên daristanan
Yasmîn Bo Aliyê sedemên sereke yên dubarebûna şewatên daristanan di salên dawî de kir û wan kir du komên sereke. Ya yekem sedemên xwezayî ne; ya herî girîng jî germahiya bilind e, ku di pêketina şewatan de roleke bingehîn dilîze. Ya duyem jî sedemên ku ji ber mirovan bandorkertir in.
Berpirsyariya welatî, komele û rayedaran
Yasmîn diyar kir ku "parastina daristanan û pêşîgirtina li belavbûna şewatan berpirsyariya herkesî ye" ji bo parastina vê dewlemendiyê, tekez kir ku ev berpirsiyarî divê di navbera kesan, komeleyan û rayedarên herêmî de bê parvekirin û divê her kes bi hev re ji bo têkoşîna li dijî vê rewşê bixebite.
Di vê çarçoveyê de, erkên aliyan wiha hatine rêzkirin:
Rola welatiyan: "Divê mirov ji girîngiya çavkaniyên daristanê haydar bin. Divê ew bi xwe bawer bikin ku ev çavkaniya jîngehê pêwîst e ku were parastin û divê tiştên ku bi hêsanî dişewitin, wek çop û madeyên şewatbar ku dikarin bibin çavkaniya agir navêjin nav daristanê, nemaze dema ku şilbûn kêm dibe û germahî bilind dibe."
Rola komeleyan: Li gorî Yasmîn Buâliye, komele divê li deverên cûrbecûr, di serî de dibistan, deverên gundewarî, deverên daristanî û saziyên giştî, çalakiyên hişyarkirinê lidar bixin. Hin komele di heman demê de beşdarî pêşxistina stratejî û planên ji bo ji nû ve daristançêkirinê, ji nû ve sazkirina daristanan, beralîkirina pêşkeftina xwezayî û parastina çavkaniyên daristanan dibin. Buâliye destnîşan kir ku hin komele stratejiyên gerdûnî dişopînin ku armanc dikin ku vê çavkaniya jîngehê biparêzin.
Rola rayedaran: Wê diyar kir ku rola rayedaran ew e ku yasayan derxin, guhertinan bişopînin û çavdêrî bikin û nirxandinên rîskê bikin.
Tedbîrên pêşîlêgirtinê û parastina nifşên pêşerojê
Yasmîn bal kişand ser gelek tedbîrên pêşîlêgirtinê yên ku dikarin pêşî li belavbûna şewatên daristanan bigirin. Wê got, "Yek ji tedbîrên herî girîng ên ku divê bên girtin, kontrolên birêkûpêk in. Divê mirov daristanan biparêzin, nemaze dema ku şilbûn kêm dibe û germahî bilind dibe, divê ew zibil û materyalên ku bi hêsanî dişewitin neavêjin nav daristanê, ji ber ku ev dikarin bibin çavkaniyên agir. Divê bermahiyên darên mirî yên ku bi hêsanî dişewitin jî bên paqijkirin. Ev tedbîrên pêşîlêgirtinê ne ku dikarin pêşwext bên girtin." Yasmîn destnîşan kir ku divê rêyên daristanan bên vekirin da ku gihîştina bilez a deverên agir hêsan bikin û got ku ev yek dê berfirehbûna deverên bandordar û şewitî sînordar bike. Wê tekez kir ku heta rêyek daristanê ya sade jî dikare di leza gihîştina devera agir û kontrolkirina belavbûna agir de ferqek mezin çêbike.
Yasmîn Bo Aliye, bal kişand ser pêwîstiya zêdekirina venêranên di mehên havînê de ku wekî demsala şewatê tê zanîn û wiha pê de çû: “Divê venêran di demsala havînê de, ango di demsala şewatê de, berdewam bin. Gihîştina deverên çiyayî û dûr, heta bi keran jî, dikare dijwar be. Ji ber vê yekê, mudaxeleya pêşîlêgirtinê pêwîst e." Wê her wiha bang li welatiyan kir ku beşdarî pêvajoya pişkinînê bibin û xetereyên potansiyel zû ragihînin.
Di dawiya axaftina xwe de, endezyar Yasmîn Bo Aliye balê dikşîne ser wê yekê ku ji bo parastina van çavkaniyên xwezayî em hemû hêza xwe bikin yek. Lewra di bêje ku ew ne tenê yên wan e, di heman demê de yên nifşên pêşerojê ne jî. Yasmîn dibêje ku: "Em baweriyek mezin didin komeleyan, welatiyan û rayedarên herêmî, divê ew hemî bi ciddî ji bo parastina daristanan bixebitin."
Yasmîn Bo Aliye tekez kir ku kampanyayên hişyariyê divê li ser bingeha lêkolînên ku ekosîstem û biyolojîk cihêrengiyê li ber çavan digirin bin. Yasmîn, bang li herkesî kir ku bi berdewamî û bi awayekî hevrêz bixebitin. Bi diyarkirina ku berpirsyarî parvekirî ye û armanc yek e, wê axaftina xwe bi bangek ji bo parastina daristanan wekî mîrateyek neteweyî û mirovî bi dawî kir.