Geliyê Xezayê ji nû ve bi enerjiya ciwanan zindî dibe

Çalakvana civakî Haya Hîcazî ku yek ji beşdarên kampanyayê ye, dibêje ku hilbijartina gelî ji bo di lîsteya mîrateyên UNESCO’yê de cih bigire û veguherîna wê ji seyrangeheke geştiyarî ji bo cihekî çopê ew e ku wê hişt beşdarî kampanyayê bibe û bi belavkirina hişyariyê di nav şêniyan de jiyanê vegerîne herêmê.

REFÎF ÎSLÎM
Xeza- Geliyê Xezayê di heyamên ku Filistîn tê de jiyaye, wek parzûngeheke xwezayê hatiye binavkirin û gelek cure ji nebat, ajal û çûkên koçber girtiye nav xwe. Lê di van salên dawî de veguherî cihek ji bo çopê û ji ber dorpêçkirin û hin pêkanînên destûrî yên niştecihan li wê derê êdî cureyên kêzik, mişk û mar dijîn.
Komek ciwan hewl didin hêrêmê ji nû ve zindî bikin
Ji ber girîngiya gelî û azarên niştecihên ku tê de dijîn, komek keç û xortan biryar dan ku bi fînansekirina ji bernameya geşedanê ya Neteweyên Yekbûyî "UNDP" bi riya însiyatîfeke bi navê "Rêça Geliyê Xezayê" herêmê ji nû ve zindî bikin ku ew jî riya avê ya 9 km. dirêj e diherike Deryaya Spî ya Navîn.
Gelî ji ber dagirkeriya Israîlê ket rewşeke xirab
Haya Hîcazî bal kişand ku pêkanînên dagirkeriya Îsraîlê di veguherandina gelî de ber bi kanzayek avê ya nekêrhatî ve rolek lîstiye. Dema ku rê li ber dagirtina çavkaniyên ava jêrzemînî ji Kenara Rojava girt. Bi vî awayaî jî jîngeha şil a nebatê ku ji serdema Kalkolîtîk a bz. ve hebû hilweşand. Gelî ji bilindahiyên başûr li Neqebê ber bi bilindahiyên EL-Xelîl ve derdikeve û diherike Deryaya Navîn û bi vî awayî Misir û Filistînê bi hev ve girê dide. 
Ji bo vegerandina jiyanê li geliyê Xezayê, Haya Hîcazî bawer dike ku çareserî di aktîfkirina bendavên ku bi hezaran sal berê hatine çêkirin de ye ku rê bide ava baranê û ava bin erdê vegere nava deverê û rê li ber bikaranîna qirêj a gelî bigire ji bo mezinkirina daristanan û wiha behs kir: "Însiyatîfê foneke bilind ji Bernameya Geşedanê ya Neteweyên Yekbûyî girt û ciwanan çendîn kursên xwendinê wergirtin berî destpêkirinê da ku zanyariyan der barê gelî û mekanîzmayên parêzvaniyê de bidin wan.”
“Malbatên li vê derê dijîn hemû demsalan ji ber kêzik, mêş û kanalîzasyonê êşê dikşînin”
Li aliyê din Amal Ebdulbarî dibîne ku mafên mirovan di jîngeheke saxlem de heye û ev bû sedema beşdarbûna wê di kampanyaya "Rêça Geliyê Xeza" de û wiha dibêje: "Malbatên ku li wê deverê dijîn di tevahiya salê de ji ber kêzik, mêş û kanalîzasyonê êşê dikşînin û guhertin di nava şev û rojekê de pêk nayê lê belê demeke dirêj digre, dibe ku bi salan be lê hêmana herî girîng ew e ku mirov bi ramanê razî be û ji bo cîbicîkirina wê hewl bide.”
Tiştê herî xweş ku bala Amal Ebdulbarî di dema kampanyayê de kişand, coş û kelecana koma ciwan bû ku bi hejmareke mezin beşdarî wê bûn û baweriya wan bi girîngiya axê hebû, ji ber vê yekê her kesê dixwest di çalakiyên meydanî û dîjîtal ên ji bo gelî de bi ser bikeve. Ez hêvîdar im ku ev pêngav bibe riyek ji bo komên marjînal ku herêma xwe ronî bikin û şert û mercên jiyana xwe baştir bikin, zêdebarî berfirehkirina qada kampanyayê.
Ajansa me bi riya e-maîlê pêwendî bi Bernameya Geşedanê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) re danî, da ku zanyariyên zêdetir der barê kampanyayê de bigre. Piştre me daxuyaniyek taybet girt ku bi riya wê re bernameyê diyar kir sedema kampanyayê vedigere girîngiya geliyê Xezayê ji bo pêşvçûna wî di pêşerojê de, ew jî bi piştgiriya hikûmeta Norwecê û bi hevkariya bi îtîlafa şîrketên dîtbariya giştî ya endezyarî û rêvebirinê, wek Mashareq û Alef Multimedia bû.
UNDP’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku girîngiyeke mezin ji bo beşdarbûna ciwanan di kampanyayê de heye ku ji enerjiya wan a di guhertinê de sûd were girtin û bigihîjin hejmara herî zêde ya beşên cuda yên civakê.
Ji bo projeya Geliyê Xezayê dê çalakiyên meydanî bên lidarxistin
Di daxuyaniyê de hat gotin ku yek ji armancên kampanyayê komkirina piştevaniyên nû yên herêmî û navdewletî ji bo projeya geliyê Xezayê ye û palpiştî û piştevaniya wan ji projeyê re, ji ber vê yekê dê kar bi çend çalakiyan bê kirin. Ji wan serdan û çalakiyên meydanî û daliqandina pankart û belavokan. Zêdebarî sazkirina rûpelek li ser malperên tora civakî ji bo nîşandana materyalên medyayê û perwerdekirina komek ji ciwanan li ser parêzvaniya dîjîtal.
Li gorî daxuyaniyê, çalakiyên pêşerojê dê lidarxistina şampiyoniya Futbolê ya Geliyê Xezayê û hevkariya bi beşa taybet bi riya danîna îmoşan li ser hin berheman her wiha dê cilûbergek ji bo kampanyayê were belavkirin da ku karmend li hin navendên bazirganiyê li xwe bikin, serdana zanîngeh û dibistanan bikin û broşurên ji bo gelî li xwendekaran belav bikin, ji bilî çêkirina pêşangehek ji wêne û karên hunerî.