Tundiya li ser heywanan asta krîza exlaqî nîşan dide

Li Tûnisê mijara qutkirina lingê bizinek ji aliyê kesekî nenas ve bû sedema gengeşiyeke berfireh. Piştî belavbûna dîmenên trajîk ku asta krîza exlaqî nîşan didin, li ser heman mijarê gelek şîrove hatin kirin ku tundiya li ser heywanan ne tenê li Tunisê heye li gelek welatên din jî tê kirin. Tevî van şîroveyan jî komeleyên taybet û komeleyên jîngehparêz ên ku bi heywanan re mejûl dibin, tundiya li ser heywanan şermezar kirin.

 
ZUHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis- Komeleya Ekolojî ya Tûnisê ji bo eşkerekirina bûyera tundiya li ser heywanan der barê kesekî nenas de doz vekir. Serokê Komeleyê Ebd El- Mecîd Debar ji ajansa me re diyar kir ku ji bo rastî were diyarkirin û ev bûyer were zelalkirin doz radestî serdozgeriya komarê hatiye kirin. Her wiha teqez kir ku pêdivî bi helwestek tund heye, ji bo peydakirina hin çareseriyan ji bo pirsgirêkên ku sewal û bi giştî jîngehê tehdîd dikin.
Têkildarî heman mijarê parêzer û çalakvana mafên mirovan Dersaf Şayb dozek li dijî kesekî nenas vekir û wiha got: "Ev wêneyê tundiya li ser heywanan ceribandina mirovahiya me ye" û bi tundî ev bûyer şermezar kir û teqez kir ku wê doz li ser navê komeleya "Tûnis El-Ekolojiya" were vekirin û ev gaveke cidî ye ji bo ku sûcdar were naskirin û destnîşan kir ku qanûnên heyî bi dehan salan e jibîrkirî mane û nakevin meriyetê. Di heman demê de piştrast kir ku wê ev doz bê pere girtiye ser milên xwe tenê ji ber ku wêneyên hatibûn belavkirin pir bandorê li wê kiribû.
"Li gorî xala 317'an a qanûna Tûnisê yên ku tundiyê li heywanan bikin 15 sal ceza digrin"
Li ser pirsa me ya di qanûnên Tûnisê de ji bo parastina ajalan çi hene, Dersaf Şayb bersiv da ku di qanûna ceza, xala 317'an de kesên ku tundiyê li heywanan pêk tînin 15 sal cezayê zindanê digrin û bal kişand ser bûyera ku tundî li bizinek li Tûnisê hatiye kirin, li gorî qanûna xala 317 sûcdar cezayê girtîgehê digre.
Her wiha parêzer Dersaf Şayb wiha pêl da gotinên xwe: "Kesên ku zirarê bidin heywanan di xalên qanûnê yên 25 û 26 ku di 15'ê kanûna 1896'an de hatine derxistin de dê cezayên xwe bigrin." Her wiha wê bal kişand ser xala 25'an ku tê de behsa jehrkirina heywanan dike ku yên heywanan jehr bikin, cezayê 5 sal girtîgeh li wan tê birîn û di beşa 26'an de jî ku tê de behsa kuştin an jî birîndarbûna heywanan dike ku yên vê yekê pêk bînin cezayê hefteyek an mehek girtîgehê li wan tê birîn lê di rastiyê de qanûn pir nakevin meriyetê.
Parêzer û çalakvana mafên mirovan Dersaf Şayb destnîşan kir ku qanûn hene lê pirsgirêk çawaniya raporkirin û muhasebekirina wan e her wiha bi bîr xist ku bûyerek bi vî rengî beriya demekê li parêzgeha Sidî Bûzid hatibû jiyîn ku mêrekî çêlekek şewitand û ew mêr yekî sal cezayê girtîgehê lê hat birîn lê ev ceza ne ji ber ku sewalek bi şewatê kuştiye ji ber ku destdirêjiya li ser milkên kesên din kiriye girtiye. Her wiha daxwaza pêwîstiya danûstandinên qanûnî, dadwerî û ewlekarî bi awayekî zelaltir û berfirehtir li hemberî van kêşeyên bêserûber kir
.
Der barê pirsa me li ser belavbûna diyardeya tundûtûjiya di civaka Tûnisê de ku êdî tenê bi tundiya li dijî mirovan re sînordar nemaye û derbasî heywanan jî bûye de Drsaf Şayb wiha bersiv da: "Ez dibînim ku diyardeya şîdetê di civaka Tûnisê de tevî hebûna qanûnên girîng û dîrokî jî ji berê pir zêdetir e, ev jî vedigere bandora hewaya civakî û siyasî û şert û mercên jiyanê yên dijwar, ji ber ku karakterê Tûnisê bi tundî ne û pir zû bertek nîşan didin.”
"Medyaya civakî wekî beşek ji çareseriya tundiyê ye" 
Her wiha wê li hemberî diyardeya bêcezakirinê û pêkneanîna qanûnên heyî û ne bi awayekî cidî aktîfkirina qanûnan hişyarî da û bang li malperên tora civakî kir ku ji bo têkoşîna li dijî tundiyê roleke hişyarkirin û perwerdekirinê bilîzin û rê nedin alîgirên şîdetê ku li ser radyoyan an tora civakî bibin sedemên teşwîqkirna şîdetê û wiha got: "Pêwîst e ragihandin rola xwe di ragihandina agahiyan, eşkerekirina kiryarên metirsîdar, şîrovekirina qanûnên heyî yên ji bo parastina heywanan û hewldanên paqijkirina tevgera kesên tundûtûjiyê dikin de, bi awayekî herî xurt bilîzin, ji ber ku medya dikare wekî beşeke mezin rola xwe di çareseriya tundiyê de bilîze."
"Ji bo sererastkirina qanûnên parastina heywana bang kir"
 
Seroka komeleya "Rahma ji bo parastina Heywanan" cemîla Amar banga baldarbûna bêtir kir di mijarên girêdayî parastina heywanan û sererastkirina qanûnên berê yên parastina ajalan kir ku êdî îşkencekirin û kuştina heywanan nema wekî sûcekî digrin dest û nema di meriyetê de ye. Her wiha ew girîngiyê dide avakirina cihekî ku wan bihewîne ji hêla dewletê ve tên çavdêrkirin bi hevkariya civaka sivîl re ku tê de heywanan ji bo lênihêrîn û dermankirinê kom dikin.