Femînîstan ji bo xetereyên guherîna avhewaya Yemenê hişyarî dan

Saziyên jinan ên Yemenê ji bo hişyarkirina metirsiyên qirêjiya jîngehê û guherîna avhewayê bi dirûşma "Jîngeha me paşeroja me ye" kampanyaya hişyariyê ya dîjîtal li bajarên cuda yên Yemenê dan destpêkirin.

NÛR SIRÎB
Yemen – Li gorî Endeksa Adaptasyona Gerdûnî ya Notre Dame, Yemen di rêza 172 de ye di nav 182 welatên ku herî zêde di bin xetereya guherîna avhewayê de ne. Ji ber vê yekê di 15'ê Sibatê de saziyên jinan ên Yemenê ji bo hişyarkirina metirsiyên qirêjiya jîngehê û guherîna avhewayê di bin dirûşma "Jingeha me paşeroja me ye" kampanyayeke hişyariyê ya dîjîtal li bajarên cuda yên Yemenê dan destpêkirin. Der barê kampanyayê de femînîstên ku beşdarî kampanyayê bûne ji ajansa me re axivîn.
"Divê em destên xwe bidin hev da ku pêşerojê rizgar bikin"
Seroka Weqfa Wicûd a Ewlekariya Mirovî Meha Ewed diyar kir ku ev kampanya wekî hişyariyek e û wiha domand: "Berî ku em ji ber lehiyan biherikin an jî ji ber bahozan bên kuştin divê em destên xwe bidin hev û hevkariyê bikin ji bo plansazkirin û çareserkirina bandorên guherîna avhewayê li welatê xwe. Divê parastina sivîl, jîngeh û encûmenên xwecihî bi hev re kar bikin da ku pêşerojê rizgar bikin."
"Kampanya hewl dide bi bîr bîne ku xeterek hevdem digel şer heye"
Rêvebera Weqfa Akon Leyla El-Şebîbî da zanîn ku gelek saziyên jinan beşdarî vê kampanyayê bûn û wiha pê de çû: "Şer û guherîna avhewayê bû sedem ku êş û azarên jinan li gelek deverên gundewarî zêde bibin. Her çend bajarê Adenê di warê xizmetguzariyê de yek ji bajarên herî pêşketî tê hesibandin jî guherîna avhewayê bi aramî di ser de derbas nebû, ji ber ku barana zêde bû sedema mirina sivîlan û wêrankirina milk û malên wan. Ev yek ji ber nebûna planên bersivdayînê yên felaketên xwezayî çêbû. Ji ber vê yekê ev kampanya hewl dide bi bîr bîne ku xeterek hevdem digel şer heye ku divê neyê paşguhkirin û divê rayedarên pêwendîdar planên bersivdana felaketan daynin."
"Girîngiya yekirina hewldanên ji bo rûbirûbûna van xetereyan"
Seroka Foruma Perspektîfên Guhertinê Belqîs El-Ebdelî ku ji Taizê beşdarî kampanyayê bûye wiha got: "Ez beşdarî kampanyayê bûm ji ber ku hişyariya gel li ser metirsiyên guherîna avhewayê û pevçûnan û bandora wan li ser jinan, dike. Di heman demê de bala rayedarên pêwendîdar dikşîne ser girîngiya yekirina hewldanên ji bo rûbirûbûna van xetereyan û çareserkirina bandorên wan."
"Guherîna avhewayê herî zêde bandorê li jinan dike"
Rojnamevan û endama damezrîner a Koma Jinên Başûr ji bo Aştiyê Sefa Ebdullah ku ji Şebwayê beşdarî kampanyayê bûye, têkildarî sedema beşdarbûna xwe ya kampanyayê wiha anî ziman: "Guherîna avhewayê bala min wekî rojnamevanek kişand, nemaze piştî ku çend herêm bûn şahidên karesatên xwezayî. Bandora wê ya neyînî bi rêjeyeke bilind li ser jinan çêdibe, ji ber tunebûna lênihêrîna tenduristiyê di dema karesatan de bêtir bandorê li jinan dikin. Ji ber vê yekê min xwest ku ez beşdarî vê kampanyayê bibim da ku metirsiyên karesatên xwezayî ji rayedarên berpirsiyar re ragihînim."
"Guherîna avhewayê êşa jinan zêde dike"
Seroka Rêxistina Dibistana Aştiyê Lemya El-Aryanî ku ji bajarê Sana beşdarî kampanyayê bû ye, destnîşan kir ku hişyarî pêwîst e ji ber ku bandora guhertinê bûye rastiyek û êşa jinan zêde bûye û wiha lê zêde kir: "Jin ji şer û pevçûnan êşê dikşînin. Niha jî herî zêde jin di bin bandora guherîna avhewayê de ne û ji ber vê yekê jî êşa jinan zêde dibe."
"Pêwîst e girava Siqterî ji karesatên xwezayê were parastin" 
Seroka Weqfa Jinanên Siqterî ji bo Bersiv û Pêşketinê Necwa Elî bal kişand ser girava Siqterî û wiha bi lêv kir: "Girava Siqterî êşa aliyên neyînî yên guherîna avhewayê dikşîne, ji ber ku hewce dike rêveberiyek herêmî were damezrandin ji bo ku giravê ji karesatên xwezayî biparêze da ku ew ji Lîsteya Mîrateyên Cîhanî dernekeve. Weqfa Jinan a Siqterî ji bo Bersiv û Pêşketinê hewl dide mil bi mil bi yek awayî berdewam bike û beşdarî kampanyayê bibe."
"Ez hêvî dikim ev kampanya di nav welatiyan de hişyariyê çêbike û bala hikumetê bikşîne"
Seroka Yekitiya Jinên Merib Venda El-Mimarî got ku ev kampanya pir pêwîst bû û wiha pê de çû: "Divê em hevkar bin ji bo parastina jîngehê û hişyarkirina welatiyan bikin. Ev kampanya bi pêşengiya jinan destpêşxeriyeke pir xweş e û ez hêvî dikim ku di nav welatiyan de şopeke hişyariyê bi dest bixe û bi berdewamiya hişyariyê re, wê bala hikûmetê jî bikşîne. Kampanyaya hişyarkirinê tê plankirin ku heta dawiya Sibatê berdewam bike û dê li dû wê çend kampanyayên hişyariyê li ser guherîna avhewayê werin destpêkirin."