Jinên Tûnisî di warê parastina domdariya jîngehê de xwedî roleke girîng in

Rabîa El-Werfalî diyar kir ku ew tu tiştî navêje çopê, berovajî wî ew tiştên ku di mal û dibistana wê de hene bi riya veguherandinê û piştre kirûbirê dinirxîne û bal kişand ser xebatên xwe yên perwerdekirina ciwanan ji bo parastina derdorê û her tiştê ku tê bikaranîn bi awayekî erênî.

ZIHÛR El- MEŞRIQÎ
Tûnis- Ji salên 1990'î  vir ve, gelek saziyên navdewletî, di nav de Bankaya Cîhanî jî heye, teqezî li ser rola sereke ya jinan di birêvebirina çavkaniyên xwezayî yên wekî ax, av, enerjî û hêza wan a nasandina jîngehê de kirin li ser bingeha zanîna wê ya di warê jîngehê de. Ew dibînin ku jin di parastina jîngehê û bidestxistina domdariya tê xwestin de xwedî cihekî girîng in û her dem xema wan ji bo tenduristiya derdora wan e da ku ewlehiya malbatên xwe dabîn bikin û wan ji şêwazên reftarên neyînî yên ku niha bandorê li ser wan dikin biparêzin.
"Jinên Tûnisê bi mezinkirina nifşek ku ji jîngehê hez dike dest bi parastina jîngehê dikin"
Jinên Tûnisî bi pratîkên xwe yên rojane yên di nav malbata xwe de di bidestxistina domdariya jîngehê de rolek girîng dilîzin, ji ber ku ew ji bo mezinkirina nifşeke ku ji jîngehê hez dike û wê diparêze, dest pê dikin û digihîjin projeyên veguherandina bermahiyan ku ev jî tecrubeyên li Tûnisê pir li ser tên axaftin in.
Mamoste û xwediya projeya destpêkê ya veguherandina çopan li Tûnisê Rabîa El-Werfalî têkildarî girîngiya nirxdayîna bermahiyên kesk bi riya fermentasyona biyolojîkî û veguhertina ziblên organîk ji ajansa me re axivî û got ku ew projeyek ji bo jinên dixwazin kar bikin dahatê çêbikin û ji dewletê re jî feydeyê çêdike û got: “Ev proje dê ji bo kesên bêkar dahatek ava bike. Em bang li saziyên pêwendîdar ên dewletê û bi taybetî Wezareta Jîngehê dikin ku ji bo projeyên bi vî rengî hêsankarî û piştgirî bikin.
"Tiştên ku di mal û dibistana wê de hene navêje hemûyan vediguherîne"
Divê derfetên geşedanê ji jîngehê werin afrandin û projeyên dostane yên jîngehê di jiyana rojane de werin derbaskirin ji bo bidestxistina domdariya jîngehê, ku girîng e jin beşek ji wan be. 
Rabîa El-Werfalli bal kişand ku zêdetirî ji sedî 50 ji bermahiyên Tûnisê rasterast nayên veqetandin lê belê di şûna wê de, ew vediguhere pêvajoyek veşartinê li zeviyên ku ji hêla rayedaran ve tên şopandin ku piraniya wan rasthatî ne û ew e ku dikare were îstîsmarkirin û bibe çavkaniya dewlemendiyê. Bi taybetî ji bo jinên ku hewl didin parastina jîngehê bikin bi riya komkirina bermahiyan û berhevkirina plastîkên ku li kuçe û kolanan tên avêtin. 
"Dixwest bibe dengê ku banga parastina jîngehê dike"
Ji aliyê din ve rojnamevana jîngehparêz Reem Bin Xelîfe di wê baweriyê de ye ku siyaset bi giştî ji jîngehê bêpar nîn e, ji ber ku yên siyaseta giştî ya jîngehê li ser asta herêmî û cîhanî diyar dikin, siyasetmedar in her wiha siyaset destwerdana çand, jîngeh, aborî û gelek qadan dike. Guman tune ye ku geşedana domdar mafekî mirovî ye û ev qad ji Reem Bin Xelîfe re ne xerîb e, ji ber ku di nav deverek gundewarî de derketiye holê. Wê dixwest bibe yek ji dengên ku banga pêwîstiya parastina jîngehê ji qirêjiyê û girîngiya parastina enerjiyê dike,
nemaze li ber ronahiya metirsiyên guherîna avhewayê ku xetera herî mezin li ser cîhanê çêdike, di nav de Afrîkaya Bakur jî heye. 
Der barê rola jinên îro li Tûnisê di bidestxistina domdariya jîngehê de, Reem bin Xelîfe wiha got: "Ji destpêka salên 1990’î yên sedsala borî ve, Bankaya Cîhanî dît ku jin di birêvebirina çavkaniyên xwezayî de xwedî roleke girîng in û gelek deng hebûn ku daxwaza pêwîstiyê parastina jîngehê dikirin. Di vî warî de gelek pirtûk hene, di nav wan de rola jinan di geşedana aborî de û piraniya jinan di wê demê de kebaniyên malê bûn lê rewş bi pêş ket û jin îro li kêleka mêran in û hîn bêtir aktîf in di nava civakê de.”
"Jîngeh bi saziyên geşedanê û darayî ve girêdayî ye"
Der barê çawaniya aktîfkirina rola jinan di warê jîngehparêziyê de jî diyar kir ku jîngeh bi saziyên geşedanê û darayî ve girêdayî ye û wiha xemgîniya xwe anî ziman: "Piraniya belengaz û nexwendayên cîhanê jin in û ji ber vê yekê pêwîst e li ber çavan bê girtin ku di warê aborî de wan bi hêz bikin û tevli jiyana xebatê bikin.”
Ji aliyê din ve pispora ragihandina jîngehê, Hadiya Şehîd, nirxand ku jin stûna sereke ya guherîna civakî ne û ew bandorê li derdora malbatî û pîşeyî û jîngeha ku tê de çalak e dikin. Her wiha di mezinkirina nifşan de xwedî roleke civakî û berpirsyariyek mezin in ku  dihêle ew rasterast berpirsyar bin di çandina nirxên parastina jîngehê û pêşketina domdar de.
"Pêwîst e her kes ji bo pirsgirêkên heyî li çareseriyan bigere"
Hadiya Şehid diyar kir ku naskirina mafên jinan di parastina xwezayê de yek ji destkeftiyên herî girîng e ku di deh salên dawî de hatiye û di gelek peymanên navneteweyî de derketiye holê. Di nav de Civîna Bilind a Rio ya ji bo Jîngeh û Pêşketinê di sala 1992'an de ji bo piştrastkirina wê rolê û wiha domand: "Pêwîst e her kes çareyan ji kêşeyan re bibîne, nemaze guherîna avhewayê û piştgiriya bizavên curbicur ên niştimanî bike ji bo bidestxistina geşedana domdar bi proje û pêngavên berbiçav.”
Hadiya Şehid di wê baweriyê de ye ku pêşketina Tûnis di salên borî de dîtiye, giranî û zexta xwe li ser sîstemên jîngehê kiriye û destnîşan kir ku afirandina projeyên jîngehê dikare beşdarî pêşketina nifûsê bibe.