Agirê bi bejahiya Pîrana Amedê ketî kêm maye bigihe gundan

Li Pîrana Amedê agirê 7’ê Îlonê ji ber bombebarana leşerên Tirk bi daristanê ketî her diçe dorfereh dibe û kêma maye bigihe nava gundan.

 
Amed - Ji ber bombardûmana balafirên şer 7'ê Îlonê li bejahiya Pîrêjman a navçeya Pîrana Amedê agir bi qada daristanê ketî nêzî gundan bûye. Tîmên agirkuj jî tenê li hinek nokteyan hewil didin agir v emirînin û mudaxeleya pêwîst nayê kirin. Li heman gundê agir nêzbûye ku bigihe nava gund leşkeran serê sibehê avêtin ser gelek malan û 4 kes destgîr kirin. Kesên hatin destgîrkirin piştî îfadeyê hatin berdan.