Qutkirina ava Firatê yek ji rêbazên herî xerab e

Kêmbûna ava çemê Firatê bûye sedema xerabûna rewşa berhemên çandiniyê yên havînê ku cotkarên Dêrezorê ji bo avdanê pê ve girêdayî ne. Her wiha gelek nexweşî li herêmê belav bûne û rêjeya qirêjiyê li bajarên El-Sûse û Baxozê gihîştiye asta herî bilind.

ZEYNEB XELÎF
Dêrezor – Şerê taybet bi riya qutkirina avê li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike. Ji destpêka vê salê ve dewleta tirk pêşiya herikîna çemê Firatê biriye loma av kêm tê û ev çemê ku di ser xaka Sûriyeyê re derbas dibe bi xetera qirêjiyê re rû bi rû ye. Ji ber ku dewleta tirk pêşiya avê girtiye û nahêle baş biherike vê yekê gelek rewşên neyînî daye avakirin û bandorên ku dibe bibin sedema karesatek mirovî çêdibin û hawirdorê tehdît dikin.
“Divê pêşî li vê karesatê were girtin”
Der barê rewşa ku herêm tê re derbas dibe bi taybetî di warê çandiniyê de Hevseroka Rêveberiya Çandiniyê ya Hecînê Emîna El-Salim teqez kir ku çemê Firatê ji bo xelkên Dêrazorê bi taybetî di warê çandiniyê de wekî hucreya sereke ya jiyanê tê hesibandin lê bi kêmbûna avê re, ji mirovan re bûye xetera herî mezin.
Çemê Firatê li ser axa Sûriyeyê 610 km. ye û li Iraqê jî 2.940 km. dirêj dibe û yek ji çavkaniyên herî girîng ên ava paqij a van her du welatan e lê asta wê di dîrokê de yekem car pênc metre kêm bûye. Piştî Tirkiyeyê peymana ku di sala 1987'an de bi Sûriyeyê re hatibû îmzekirin binpê kir û tê de 500 metrekup di çirkeyekê de serbest tê berdan ku Sûriye û Iraq parve dike û îro asta wê ji 200 metrekup di saniyeyê de derbas nake.
Ji ber kêmbûna avê qirêjiyên li derdora çem xeterên mezin bi xwe re tînin
Der barê xetereya ku niştecihên deverê ji ber sekinandina avê pê re rû bi rû dimînin de jî got ku ji ber kêmbûna wê qirêjî hêdî hêdî li peravên çem çêdibe bi şêweya algî û mîzikan li ser rûyê av çêdibe, qutkirina avê dê gelek zirar û nexweşiyan bi xwe re bîne ji ber ku piranî niştecihên herêmê ava Firatê ji bo xwarin û vexwarinê bi kar tînin. Ev jî xetereyeke pir mezin e ji ber ku ava Firatê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye qutkirin niha sekinandî maye û hêdî hêdî qirêj dibe. 
Emîna El-Salim da xuyakirin ku gelek niştecihên herêmê ava firatê ya ku tê baqijkirin ji bo xwarin û vexwarinê bi kar tînin lê beşek ji niştecihên ku xizan in ava çem rasterast bi kar tînin û weke çavkaniya jiyanê digrin dest. Ji bo vexwarinê û xwarina xwe pê çêkin û got: “Li ser çem qirêjî hene ku pê re diherikin û çem çiqas bêtir xwe berde herêmê ewqas qirêjiyan bi xwe re dibe ji ber ku di nav çavkaniyên qirêjiyê de kanalên kanalîzasyonê xirabûna santralên ava vexwarinê û pompeyên avê ji bo erdên çandiniyê hene her wiha bermahiyên şer ên ku çeteyên DAIŞ'ê li herêmê hiştine hene. 
“Zext li ser Tirkiyeyê tune ye loma avê bernade”
Emîna El-Salim da zanîn ku gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi qutbûna avê re gelek zehmetiyan dikşînin û wiha domand: “Li herêma me ji sedî 99 şênî, bi ava çemê Firatê dijîn. Tirkiye ji vê yekê sûd werdigre û avê qut dike ji bo ku niştecihan ji malên wan derbixe. Ji aliyê din ve jî rêxistinên girêdayî Yeteweyên yekbûyî çavên xwe ji birîna avê re digrin û tu bertek nîşanî vê yekê nadin. Divê ku zextan li Tirkiyeyê bikin ku êdî avê wekî şantajê bi kar neyne û dev ji siyaseta tîhiştinê berde. Ev siyaseta herî xirab e û di tu bawerî û zagonan de cihê wê tune ye.”
Seroka Reveberiya Çandiniyê ya Hecînê Emîne El-Salim, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku divê aliyên pêwendîdar ji bo avê berde zextê li Tirkiyeyê bikin. 
Jina bi navê Xîtam Hedû endama Komîteya jinan a Meclisa gel a Hecînê wiha got; “Tiştê ku Tirkiye dike kiryarek tawanbar e. Tirkiye êşên gelên Sûriyeyê yên ku zêdetirî deh sal in ji şer westiyane. Tirkiye bi dilopek avê bi gelê ku debara xwe bi avê dike re şer dike. Rewşa aborî têk diçe û zirarê dide gelên herêmê yê ku bi piranî bi çandiniyê ve girêdayî ne. Kêmbûna avê ji bilî kêmbûna barana zivistana par bûye sedema fişareke mezin li ser cotkaran.” Xitam Hedû bang li rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan kir ku bi gel re bin û dawî li pêkanînên dagirkeriya Tirkiyeyê bînin.
Nikare çandiniyê bike 
Qutbûna avê bandorek mezin li ser xelkê Dêra Zorê dike. Gelê ku bi çandinî û ajalkariyê ve girêdayî ye û aboriya xwe ji sedî 80 bi vê yekê pêk tîne perîşan bûye. Nemaze ji ber germahiya havînê ku gihîştiye 44 pileyî rewş xirabtir bûye.
Cotkar Hediya El – Ebûd axaftina xwe wiha bi dawî kir; "Ev çend sal in ez sebzeyên havînê li mala xwe diçînim lê kêmbûna ava çemê Firatê îsal bandoreke mezin li demsalê kir, lêçûnên me du qat zêde bûne. Ji ber ku me dest bi kolandina bîrên artesî kiriye ava çemê Firatê bi ava kaniyê nayê muqayesekirin. Ava vexwarinê ji bo çandiniyê ji ava kaniya şor çêtir e ku pirî caran ji bo vexwarinê ne guncav e."
https://www.youtube.com/watch?v=m3eC2RvUjiI