Weqfa Şemsiya li ser pêşxistin û birêvebirina sîstemên tenduristiyê dixebite

Weqfa Şemsiya ya ji bo Birêvebirina Xizmetên Tendirustiyê li Qahîreyê, komek bernameyên xizmetguzariyê yên girêdayî baştirkirina rewşa sîstema tendirustiyê da destpêkirin da ku xizmeteke baştir ji jinan re pêşkêş bike.

ASMAA FATHI

Qahîre - Xizmetên tenduristiyê yên hikûmetê ku têne pêşkêşkirin, ji bo peydakirina hewcedariyên jinên ku ji ber şert û mercên xwe yên aborî û kêm, nikarin xizmetek guncaw peyda bikin û debara xwe bikin, pêdivî bi gelek pêşketinan heye. Di heyama dawî de, Weqfa Şemsiya ya ji bo Birêvebirina Xizmetên Tendirustiyê, komek bernameyên xizmetguzariyê yên ji bo baştirkirina rewşa sîstema tendirustiyê da destpêkirin da ku xizmeteke baştir ji jinan re pêşkêş bike. Ji bo naskirina rewşa heyî ya ku jin pê re rû bi rû mane, riyên pêşxistina wê û çareseriyên ku piştî demeke lêkolîn û nirxandinê gihîştine wan, ajansa me bi berpirsyara Ragihandinê û Şîrketan a Weqfa Şemsiya Şadin Motez re hevdîtin pêk anî.

Weqfa Şemsiya yek ji wan saziyan e ku li ser pêşxistin û birêvebirina sîstemên tenduristiyê dixebite. Tu dikarî ji me re behsa cewherê karê wê û hebûna wê ya li Misirê bikî?

Em ji sala 2012'an ve li Misirê di du aliyan de dixebitin, yek ji wan karê xizmetguzariyê ye ku di xizmetên tenduristiyê yên jinan de tê temsîlkirin û aliyê din ê karê me girêdayî pêşkêşkirina xizmetek bi berdêl e, hemû di çarçoveya pergalên tenduristiyê de ye. Di dema pandemiya koronayê de, me navbeynkarek peyda kir ku ji nexweşan re dibe alîkar, tespîtkirina dîtinê ya ji dûr ve bikin, alîkariya gelek nexweşan kir ku baş bibin. Nemaze kesên temenê wan mezin û kesên bi nexweşiyên kronîk ên di xetereya vîrusê de ne. Em dixebitin ku hevkariyên guncaw peyda bikin da ku di qadê de berjewendiya herî mezin bi dest bixin û bigihîjin çareseriyên krîzên heyî.

Hûn di projeya “Xizmetên Tenduristiyê yên Jinan” de dixebitin. Bi vê projeyê hûn çi xizmetê didin jinan?

Ev proje yek ji encamên xebata me ye li ser nirxandina xizmetên tendirustiyê ji bo alîkariya saziyê bi xwe û pêşkêşkerên xizmetguzariyê. Bi vê yekê rewşa 300 nexweşxaneyan hat nirxandin. Di nirxandinê de krîzên ku jin di dema muayeneya tenduristiyê de bi wan re rû bi rû mane derketin holê. Tîmê dest bi lêkolînê kir da ku piştrast bike ku ev pirsgirêk giştî ne û ne kesane ne. Ji bo ku karibe bi jinan û pêdiviyên wan re mijûl bibe û xizmeteke baştir bide wan, xizmetkar zêdetir ha perwerdekirin. Ji bo me ya herî girîng ew e ku jin xizmeteke bi rehetî û li gorî hewcedariyên xwe werbigirin.

Hûn li herêmên gundewarî çi xizmetê didin jinan?

Vîzyonek paşerojê heye ku em biçin wan deran ji ber ku ew bi rastî hewcedarên alîkariyê ne ji bo guhertina statukoyê. Em pir baş dizanin asta êş û azarên ku jin li wan deveran dikşînin û me planek heye ku di dema pêş de bi vê mijarê re mijûl bibin. Me plan kiriye ku em herin çend parêzgehan, di nav wan de parêzgeha Qena û Minya li Misrê lê ji bo vê yekê pêwîstî bi çavkaniyên mirovî yên rahênandî heye ku li ser vê projeyê kar bikin. Her wiha pêwîstî bi hevkarî û hewldanek guncaw ji bo guhertina çandê bi xwe da ku aliyên karsaz razî bibin ku bi me re hevkariyê bikin heye. Ez hêvî dikim ku ev yek di heyama sê-pênc salan de dê pêk were.

Hûn di aliyê girêdayî jinên ku perpirsyariya malbatê dikeve ser milên wan de çawa dixebitin?

Em li ser mafên bîmeya tendurustiyê dixebitin. Ji ber ku gelek kes bi mafên xwe yên bîmeya tendurustiyê nizanin û piraniya wan nikarin daxwaza mafên xwe bikin û ditirsin ku li ser wan biaxivin jî. Em dixebitin ku aliyên dikarin ji bo wergirtina xizmetguzariya pêwîst serî li wan bidin bi jinan bidin naskirin.

Xizmetên tenduristiyê yên ku ji jinan re tên dayîn, bi taybetî di warê tenduristiya zayendî û zayînê de, gelek hewcedariyên wan pêk naynin. We li ser wê dosyayê kar kir û girîngtirîn krîzên ku hatine şopandin çi ne?

Pirsgirêka me bi çandê re bi giştî heye. Gumanbariyek rastîn li ser çîroka nexweşên jin heye û qedir nadin rewşa wan û hewcedariyên wan ên rastîn. Ji bo me ya herî girîng ew e ku em pirsgirêk û sedema wê bişopînin heya ku çareseriyek guncaw a hewcehiyan pêk tîne were dîtin.