Gelek zarokên li Idlibê cixareyê dikşînin

Diyardeya cixarekêşanê di nav zarokan de li Idlibê bi awayekî berbiçav belav bûye. Ev rewş ji ber nebûna çavdêriya dê û bavan û civakê gelek diyardeyên neyînî bi xwe re tîne.

SUHAİR AL-IDLİBİ

Idlib - Bi pêşketina şerê Sûriyeyê yê sala yanzdehemîn û encamên wê yên ku bandoreke neyînî li ser jiyana zarokên ku dibistanên xwe terikandine û berê xwe dane kar, li Idlibê dîtina zarokan ku cixareyê dikşînin êdî ne xerîb e di nebûna çavdêriya dê û bav û civakê de.

"Kurê min bi pereyên ku di berdêla karê xwe de distîne cixareyan dikire"

Lîna El-Hemdo ya 32 salî ku ji bajarokê El-Bara koçber bûye û niha li kampên Kefer Uruq li Idlibê dimîne got ku kurê wê Raid El-Hemo yê 13 salî ji dema mirina bavê wî ve di bombebarana gundê wan de dest bi kişandina cixareyê kiriye û wiha domand: "Kurê min dev ji dibistana xwe berda û ji bo debara malbatê bike di atolyeya pîşesaziyê de xebitî. Ew êdî guh nade şîretên min û xwe mezinê malbatê dibîne. Ew pereyên ku di berdêla karê xwe de distîne ji bo dabînkirina cixareyên xwe xerc dike."

"Ez êdî mezin bûme û çawa bixwazim dikarim tevbigerim"

Raid El-Hemo der barê cixarekêşanê de got ku ew vê yekê wekî şermekê nabîne, ji ber ku ew êdî mezin bûye û dikare bi awayê ku jê hez dike tevbigere û wiha berdewam kir: "Ez dikarim pakêtek cixareyan bi keda xwe bikirim. Her kes li atolyeyê cixareyê dikşîne."

"Hemû hewldanên min ên ji bo dûrxistina kurê min ji vê adeta xirab vala derketin"

Sefa El-Elî ya 38 salî ku ji bajarokê Keferoma koçber bûye û niha li kampên Sermeda dimîne anî ziman ku wê keşf kir ku kurê wê Xalid Titah ê 12 salî pereyan jê didize û cixareyan dikire û wiha lê zêde kir: "Hemû hewldanên min ew bûn ku ez wî ji wê adeta xirab dûr bixim lê bi ser neketim."

"Kişandina cixareyê dihêle ku ez xemên xwe ji bîr bikim"

Amir El-Jedoh ê 13 salî diyar kir ku ew li kolanên bajarê El-Dana li xurdeyan digere da ku wan bifroşe û bi heqê wan ji xwe re cixareyan bikire û wiha bi lêv kir: "Ev dinyaya xerab dihêle ku merov cixrareyan bikşîne. Kişandina cixareyê dihêle ku ez xemên xwe, koçberiya xwe, xizaniya malbata xwe û windakirina paşeroja xwe ji bîr bikim."

"Sedemên sereke yên vê diyardeyê nebûna kontrola zarokan û firoşkarên cixareyan e"

Rêbernameya civakî Nûr El-Kamil behsa sedemên belavbûna diyardeya cixarekêşanê di nav zarokên Idlibê de kir û wiha axivî: "Nebûna kontrolê li ser zarokan û firoşkarên cixareyan, pirsgirêkên malbatê, bûyerên hevberdanê û dûrketina ji dibistanê ji sedemên sereke ne yê belavbûna diyardeya cixarekêşanê di nav zarokên İdlibê de. Ev pirsgirêk berî ku ew xerabtir bibe divê were çareserkirin. Cixare dibe sedema gelek nexweşiyan û tenduristiya zarokan pir xerab dike."