Serkeftina akademîk a jinên Tûnisî û astengiyên pergala bavsalar
Tevî ku keçên Tûnisî di qada akademîk de pir pêşdene lê, pergala baviksalar nahêle ev serkeftin di cihên biryardayînê de xuya bike. Pispor destnîşan dikin ku pirsgirêk ne di zagonan de, lê di pêkanîn û zihniyeta desthilatdariyê de ye.
NEZÎHA BÛ SEÎDÎ
Tûnis – Dema ku serokkomarê berê Habîb Bourguiba perwerdeya mecbûrî ji bo hemûyan ferz kir, Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Tûnisî kampanyayên hişyarkirinê da destpêkirin da ku zagonê şîrove bike û malbatan teşwîq bike ku wê bi cih bînin. Van hewldanan hejmara keçên ku diçin dibistanan zêde kirin. Her çend rêjeyên devberdana ji dibistanê di salên pêşîn de ji ber xizaniya berbelav û daxwaza hinek malbatan zêde bûn.
Bi pêşketina civakî û zagonên ku piştgirî didin mafê perwerdeya zarokên keç re, rewşa wan a perwerdeyê baştir bû. Ew bêtir dikaribûn xwendina xwe bidomînin, qonaxên xwe yên perwerdeyê yên curbecur temam bikin û dûre jî bi saya sertîfîka û jêhatîbûnên ku bi dest xistine, entegre bibin bazara kar û serxwebûna aborî bi dest bixin.
Ji destpêka salên 1990'î vir ve, li Tûnisê serdestiyeke akademîk a eşkere ya keçan li gorî kuran eşkere bûye. Sosyolog Najat El-Ararî pabendbûna keçan bi perwerdeyê û serkeftina wan a akademîk ve girê dide.
Jinên ciwan di warê serkeftinê de rêberiyê dikin
Najat El-Ararî anî ziman ku ev serkeftin di warên din de nebûye sedema serkeftinê û got: "Ev yek bi paradoksa eşkere tê piştrastkirin ku her çendî xwendekarên keç di dibistan, zanîngeh û nîqaşan de serketî bin jî em ji qada serkeftina akademîk ber bi çemberên bi bandor, serokatî, biryardayîn û naskirina sembolîk ve diçin. Hebûna jinan kêmtir dibe û mêr kontrola qada giştî ji nû ve bi dest dixin."
'Paradoksên pergala baviksalar nahêlin jin perwerdeyê bişopînin'
Najat El-Ararî da zanîn ku pirsa rastîn a sosyolojîk ew e ku piştî vê serkeftinê çi dibe? Civak çawa dikare nifşên jinên perwerdekirî û serkeftî hilberîne? Tenê ji bo ku vegere heman mekanîzmayên kevin ên ku gihîştina tercîhî, pozîsyon û naskirinê didin mêran dema ku dor tê ser hêz û biryardanê? Najat tekez kir ku yek ji paradoksên pergala baviksalar a hemdem ev e ku ew êdî nahêle jin perwerdeyê bişopînin û dibe ku serkeftina wan pîroz bike jî, lê ew hê jî dikare sînorên vê serkeftinê kontrol bike da ku pêşî bigre.
'Platformên biryardayîn û naskirinê'
Najat El-Arari destnîşan kir ku ew dibînin rêza kesên serkeftî bi jinan tijî ye lê platformên biryardayîn û naskirinê ji hêla mêran ve serdest in û got: “Em ne bi tesaduf an jî nehevsengiyek tenê di temsîlê de mijûl dibin. Em bi pirseke kûrtir re rûbirû ne. Gelo serdestî û îmtiyazên mêran çawa tên hilberandin, di nava civaka ku pozîsyonên jinan di perwerde, kar û qada giştî de guherîne.”
Najat El-Ararî bi gotina ku ji ber vê yekê pirsgirêk ne nebûna jinên jêhatî, hebûna pergalek e ku dikare jinan weke kesên serkeftî qebûl bike lê dîsa jî zehmet dibîne ku wan wek biryarder qebûl bike.
Xeter û kêmbûn
Koordînatora Eniya Wekhevî û Mafên Jinan Hacer Nasir got: "Amar nîşan didin ku jin di xwendinê de bi ser ketine û rêjeya jinên ku xwendina bilind xilas kirine ji rêjeya mêran pir zêdetir e lê şansê wan di bazara kar û bidestxistina kar de ji mêran kêmtir e. Bihêzkirina aborî ya jinan di encamê de faktoreke bingehîn e di bidestxistina wekheviyê de.”
Hacer Nasir da diyarkirin ku avakirina civakek hevseng û hevgirtî li ser bingeha prensîba wekheviya di navbera jin û mêr de dijwar dimîne. Da zanîn ku jin nikarin bigihîjin pozîsyonên biryardayînê, bi awayekî çalak beşdarî nivîsandina qanûn û polîtîkayan bibin, budçeyên saziyan kontrol bikin û polîtîka û nexşeriyan bi pêş bixin da ku bikaribin bi awayê wekhevî bi mêran re bigihîjin pozîsyonên biryardayînê.
Pirsgirêk ne di zagonê de di pêkanîna wê de ye
Hacer Nasir destnîşan kir ku Tûnisê di warê parastina mafên jinan de gelek destkeftiyên zagonî bi dest xistiye lê pirsgirêk di pêkanîna zagonan de ye. Her wiha tekez kir ku kêmbûna maf û statuya jinan xetereyek e li ser Tûnisê loma pêwîst e parastina mafên jinan were xurtkirin û pêşî li her şikestina ku di warê pêşveçûnê de li pêşiya wan dibe astengî were girtin.