Xebatên alîkariya mirovî yên li Rojavayê Kurdistanê: Çîroka Êva Sifûk a 5 salan
Êva Sifûk tevî 30 ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê û diyasporayê zêdetirî 5 salan e xebatên xêrxwaziyê didomîne û dibêje ku ev tenê têr nake divê hikûmeta demkî krîzên mirovî û aborî yên civakê çareser bike.
SORGUL ŞÊXO
Qamişlo – Bi guhertinên siyasî yên li Sûriyeyê rû didin re, krîzên mirovî û aborî li herêmê zêdetir dibin. Hikûmetên heyî ji ber mijûlbûna bi desthilatdariya xwe re derdê gel paşguh dikin, valahiyên heyî danagirin û çareseriyan ji bo krîzên ku civak dikşîne nabînin.
Li Rojavayê Kurdistanê, domandina şer û koçberiyê ya zêdetirî 14 salan bi xwe re qeyranên kûr ên mirovî û aborî anîye holê. Di van şert û mercên ku aramî û aboriya giştî têk birinê de, sekna serkeftî û rêxistinbûna jinan bûye faktoreke sereke ya parastina hebûna civakî û domandina jiyanê.
Komek keç û ciwanên Kurd ên li diyasporayê û li welat, ji bo ku alîkariya malbatên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê bikin û wan bi tenê nehêlin, bikaribin derd û xemên wan parve bikin, tîmek ji bo pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ava kirine.
Êva di nava tîma ku hatiye avakirin de ye. Bi rûyê xwe yê ku tê naskirin di nava civakê de ye û li kêleka malbatan e, ji hêla civakê ve gelek tê hezkirin û xwedî bandoreke erênî ye.
Êva Sifûk a ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê di Roja Xêrxwaziyê ya Navneteweyî ku her sal di 5’ê Îlonê de tê pîrozkirin de axivî û qala karê xwe û erkên berpirsiyaran kir.
Alîkariya bi hezaran malbatan kiriye
Êva gava xwe ya pêşîn ku çawa dest bi alîkariya gelê xwe kir û wê demê gel di kîjan qonaxê re derbas dibûn wiha vegot: “Di sala 2021’ê de û bi girtina deriyên sînorî û êrîşên li ser gelê me pêk hatin krîzên aborî û mirovî derketin holê. Wê demê min weke jinek Kurd, bi alîkariya dilsozên gelê xwe yê li derveyî welat û hundirê welat, bi postek li ser Facebookê dest bi karê xwe yê mirovî kir. Alîkariyên ku dihatin, me li malbatan belav dikir, belge dikir û wiha heta roja îro em hatin.”
Hêvî û baweriyê zêde dike
Êva ji bilî dayîna alîkariya mirovî ya demkî avantajên karê xêrxwaziyê wiha anî ziman: “Karê mirovî hêvî û baweriyê di nava civakê de zêde dike, têkiliyên civakî bihêztir dike û derfetên kar û perwerdehiyê dide kesên hewcedarên alîkariyê ne.”
Cureyên alîkariyên ku tên pêşkêşkirin
Êva behsa alîkariyên ku li malbatên Rojavayê Kurdistanê belav dike kir û bal kişand ser vê yekê: “Herî zêde em alîkariya nexweşan bi dabînkirina dermanan dikin. Di heman demê de em piştgiriya derûnî bo jinan û alîkariyên pêwîst ji bo xwendekaran jî pêşkêş dikin. Ji bo malbatên xizan em xwarinê di meha rojiyê de amade dikin û belav dikin. Em ji bo koçberan jî her dem di nava tevgerê de bûn, me gelek pêdivî û pêwîstiyên wan bi cih anîn. Ne tenê ev em gelek karên din ên baş jî dikin.”
Karê mirovî çareseriyên lezgîn pêşkêş dike lê hikûmet divê koka pirsgirêkê bikole
Êva da xuyakirin ku di vê serdemê de zêdekirina projeyên xêrxwazî û destpêşxeriyên ji bo civakê ne çareserî ye û got ku hikûmeta heyî divê sedemên bingehîn ên xizaniyê çareser bike, ji ber ku karê xêrxwaziyê têrê nake ku valahiyên hikûmet nikarin çareser bikin dagire. Êva wiha berdewam kir: “Destpêşxeriyên mirovî û destekdayîna hikûmetê herdu jî girîng û pêwîst in. Karê mirovî alîkariya lezgîn û demildest pêşkêş dike lê divê hikûmeta heyî koka pirsgirêka xizaniya civakî lêkolîn bike û çareser bike. Ji lewre ya herî pêwîst ew e ku civak û hikûmet bi hev re pirsgirêkên aborî çareser bikin.”
‘Ne tenê hewcedarên selikên xwarinê ne’
Êva got ku ji ber xizanî û nexweşiyên civakî malbat tenê hewcedarên selikên xwarinê nîn e û wiha hewcedariyên wan anîn ziman: “Malbat ne tenê hewcedarên xwarin, cil û bergan in, bi qasî wê pêdiviya wan bi lênihêrîna tenduristiyê, perwerde û derfetên kar heye. Ji bo ku keç û jinên xizan jiyana bi rûmet bijîn, pêdiviya wan bi parastinê heye. Ji bo ku ew riyeke cuda û bi zirar hilnabijêrin, hikûmet berpirsiyar e ku ji keç û ciwanên Kurd re derfetên kar bibîne.”
Jiyana bi rûmet
Êva got ku daxwaza gelê Rojava jiyana bi rûmet a li ser axa xwe ye û wiha pê de çû: “Alîkarî, piştgirî û hevkariya bi hev re ji bo gelê Rojava ne tiştekî nû ye lê daxwaza wan a piştî 14 salên şer û koçberiyê ew e ku jiyana bi rûmet li ser axa xwe bijîn. Lewre krîza siyasî bandorê li bazarên aborî û mirovî dike, bi xwe re krîzan diafirîne û bandora xwe herî zêde li ser jin, zarok û malbatan dike. Ji ber vê yekê pêwîst e hikûmet bala xwe bide ser van xalan.”
Hûn ne bi tenê ne
Êva ev peyam da jinan û wiha pê de çû: “Hûn ne bi tenê ne; em hemû palpiştên we ne, ji ber ku hûn jin, dayîk, xwişk û hêviya vî welatî ne. Her çiqas ez bi tenê nikaribim vî barî hilgirim jî malbat, dost, dilsoz û hezkiriyên li dora min hene ku em bi alîkariya wan dikarin xebatên xweş ji bo welatê xwe bikin.”
Êva û karên xêrxwaziyê: Lê çîrok çi ye?
Êva tekez kir ku piştî derbasbûna 5 salan di ser xebata bênavber, ew ê ji niha û şûnde jî raneweste û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Ji ber ku baweriya civakê bi min heye, ez ewqas sal ranewestiyam û niha jî ez ê ranewestim. Ez bi xwe bi krîzên aborî û xizaniyê re rûbirû mam; lewre ji bo ku kesek din rewşa ku min jiyaye nejî, min dest bi vê gavê kir da ku ez li kêleka hemû kesên pêwîstiya wan bi alîkariyê heye bimînim.”
Armanc tenê alîkarî ye
Êva bal kişand ser armanc û planên xwe yên pêşerojê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Armanca min ne ew e nav û dengê min belav bibe. Tenê dixwazim alîkariya her malbatê bikim. Di demên pêş de, em li ser avakirina tîmek dixebitin. Ew tîm dê alîkariya xelkên bajarên Rojavayê Kurdistanê bike. Niha jî em di nava dayîna alîkariyan de ne.”