Savu Rêjen weke yekem jina ciwan li Misrê belgenameya pêşbirka teknolojî bidest xist

Savû Rêjen li herêma Kurdistan û Iraqê weke yekem jina ciwan li welatê Misir belgenameya pêşbirka teknolojî ya navdewletî bi dest xist.

MIHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helepçe- Savû Rêjen a xwendevana qonaxa dûem ya beşa bazirganiya navdewletî ya zanîngeha Helepçe, di nava 35 koman de weke komek ji sê kesan pêk tê dû ji wan xor û ew tenê jinek ciwan bejdarî pêşbirka teknolojî ya elektronik li zanîngeha Emirika li Qahîreya paytexta Misrê bû û belgenameya navdewletî bi dest xist.

Savû Rêjen wiha behsa bejdarbûna xwe ya pêşbirkê dike: “Dema ku agahiya min ji pêşbirka teknolojî ya li zanîngeha Emerîka li Qahireya paytexta Misirê çêbu, li gel du havalên xwe yên zanîngeha Helepçe me biryar da em bejdarî pêşbirkê bibin. Koma me ji sê kesan pêk tê û em yekem kom bûn li ser navê Iraq û herêma Kurdistanê bejdar bûn. Li gora yasaya pêşbirkê divê her komek ji wan 35 koman di nava 24 saetan de pirsgirêkek ya teknolojiyê çareser bike. Koma me karî di nava 24 saetan de pirsgirêkek ya elektronîk ya bi navê ‘Pey Mub’ çareser bike û belgenameya navdewletî bi dest bixe.”

“Me temaşeyî pirsgirêkê salên bûrî kir û sud jê girt”

Savû Rêjen wiha behsa bernameya xwe ya bi navê ‘Pey Mub’ kir û got: “Ev pêşbirke ev sê sala li welatê Misir ji aliyê zanîngeha Emerîka ve li seranserî zanîngehên Cîhanê bi bejdarbûna xwendevanan tê lidarxistin. Piştî koma me bejdar bûn me dest bi çareserkirina pirsgirêkên elektronik kirin û me sud ji pirsgirêkên salên bûrî girt. Bi vê rêyê me karî di demek kêm de encamek baş bi dest bixin. Bernameya ‘Pey Mub’ bernameyek bi pareye ji bo xizmetgûzarî û komkirina zanyariyên li ser hemwelatiyên Misir bi awayek elektronîk, nehêlana pirsgirêkên hemwelatiyên Misir bi awayek sîstemî. Diviyabû koma me vê pirsgirêkê çareser bike û baweriya hemwelatiyên Misrê qezenc bike ji bo bejdarkirina vê sîstemê û koma me  karî di nava 24 saetan de vê pirsgirka elektronîk çareser bike û ji aliyê lêjneya bi awayek baş hat nirxandin. Bi vê yekê me karî em bibin xwedî belgenameya navdewletî. Ez dixwazim jin bixwînin û hewlên ezmûnên cûda bidin, jiyan bi bidestxistina ezmûnan xweş e.”